Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nameyek ji Dayika Min Re

 


Konê Reþ

(Dayê Cejna Qurbanê li te pîroz be)

  Di vê êvara cejna Qurbanê de nizanim çilo dilê dayika xwe ya bi kul û xem rehet bikim..?
  Dayê! Êdî bes gazinan ji qederê û nedîtina min bike?! Mirovan, serboriyên jiyanê û pirtûkan ez bi formeke din guhertime.
  Êdî ez nema ew Selmanê berê me. Ewê ku te jê re digot: Qurmiçiyo! Ev deh car ez ji te re dibêjim; wan berxan derxîne ser bênderan.. Wan mirîþkan ji devê derî biqewirîne.. Here nav rez çend goþî tirî ji me re bîne.. Ma te ders û dorên xwe ezber kirine? Careke din li wan vegere..


  Yadê! Bi þiyarbûna serê sibehê re fincanek qehew vedixwim, ji Tvyan li nûçeyên cîhanî û Kurdistanî temaþe dikim, li posta xwe mêze dikim û pêre çend çixareyan dikþînim.. Ji nû ve xwe pak û paqij dikim, qeretûna xwe diþkînim, bersiva telefonekê duduyan didim ez jî, bi dostekî du dostan re xeber didim.. Û bê soz, pêþwaziya kesekî nakim, ew çax û demê min nîne..
Na yadê na..! Dilê xwe megre, ne gunehê min e, gunehê te û bavê min e. Gunehê vî zimanê ku we di hinava min de çandiye.. Gunehê kul û xemên welatê bê nasname ye.. Gunehê hejar û feqîrên welatê min e.. Gunehê perwerdekirina we ye.. Gunehê þîretên we ye, gunehê wan mirovên ku min ew di vê pêvajoya jiyana xwe de di ser min re derbas bûne û gunehê pirtûka ye..
  Yadê! Êdî ez nema, di kelkela germa havînê û serma zivistanê de rojên xwe li ber dîwaran, di nav rezê me û peravên besta Zixur û Zorava de, di nêçîra çûkan de derbas dikim.. Her kêlîkek ji çax û demê min bi plan derbas dibe.. Ma ne xebîneta temenê mirov ku ne ji bo xweþî û pêþketina civaka wî derbas bibe?
Yadî! Hin bi hin, fikir û xeyalên min ji gundê min mezintir dibe..! Asoyê ramanên min konê xwe di ser tev gund û bajarên Kurdistan re vedigire! Dibe ku min ew qonaxa hezkirina malbatiyê û êlitiyê derbas kiribe..! Êdî nema giringe ji min re ku pesnê xwe bi gundê xwe an malbata xwe an eþîra xwe bidim.. Dihisim ku tev gund û bajarên Kurdistanê, wek gundê min li ber dilê min þêrîn in. Dihisim ku Qamiþlo, Hewlêr, Amed, Silêmanî, Mehabad, Urmiye, Efrîn, Kobanî ji gundê min mezintirin, ew jî wek gundê min li ber dilê min þêrîn in.. Belê Yadê! Spasiya te, bavê xwe û tev gundiyên xwe dikim ku we hezkirina Kurdistanê di hinavê min de çandiye û êdî nema cudahiyê di navbera gundê xwe û gundên Badînan, Soran, Biþêriyê, Xerzan, Geliyê Qasimlo û Serhedan de dibînim.. Bi tenê hûn xwediyê qenciya bûn û perwerdekirina min in ku roja îro bi xêra we vê nivîsê dinivîsim..
  Erê yadê! Dost û hevalên min di her çar perçeyên Kurdistanê û sirgûnê de çêbûne û em bi hev re pêwendîdarin. Êdî ez nema karim dûrî Nêtê, malperên Întrenêtê, Facebookê û Twitterê kevim..
Globalîzma ku þax û paxê xwe di dinyayê de berdaye; ez di nav paskên xwe de winda kirime..!  
  Mêzeke yadê! Bê mirovan û pirtûkan çi aniye serê min! Hê jî tu gazinan ji nedîtina min dikî? Ma ne xebîneta temenê mirov ku bê encam derbas bibe.. Dayê Cejna Qurbanê li te pîroz be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark