Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bê sernav

 


Mahmod Oso

Sernavên welat tev guhartin.
Dijmin lê man, em jî derketin.

Hin kuþtin,û hin jî çûne dor
Revîn ji êþkence,zilm û zor


Ji ber me berda tîkoþîna gel
Rêber dest nekir ji perên pel

Moral þikestîn,serî kurda
Ji bor kursiya zêr -lê bima

Dijmin kirin nav bajar û gund
Li warê me xwend pepûk û kund

Ji bo bes bimîne sikreter
Lê nirxa wî maye,nirxa ker

Sînga xorta dane ber tiving
Ewna revîne mîna çar ling

Li kampa em bûne penaber
Di av û deryaya hatin der

Serekên me bi navê milet
Radizîn li hotêlên cinet

Perîþan mane bê mal û war
Tazî û birçî li ber dîwar

Lawên te tev mane þerpezer
Ji hev cuda bûne birader

Nemaye li jîna me serbest
Doza welat tev maye bindest

Di va serdemê de mane gêj
Kurdû bisoje rêça qirêj.

Fêrbibe dîroka bi dilsoz
Dê were rabe wekî bahoz

Yek cara rake þûrê rustem
Dûvê dijmin jêke li herdem

Wek bûka rûne ser mala xwe
Welat bernede ji destê xwe

Dest bedre ji qelsî û firtok
Namîne van nûker û cahþok

Dilîzin bi te wek þetranc
Dijmin maye ser piþta kurmanc

Bûn du rêz wek kevirê nerdî
Bi ceng û þerê dijî hevdî

Yek bûye bo dijmin rêçber
Ya din jî ji welat hate der

Gel daxistin ber aþê xwînê
Kes nema azadiyê bînê

Di nav teda çandin nefret
Me kir karê dijmin bê bext

Dilê zarokan kirin dilsoj
Nema ye dilþad li pêþeroj

Li roj ava tu mayî bê deng
Sîper wê werê bi þer û ceng

Wekî birûska qîr û hawar
Sernavên dijmin bike ar

Rabe serxwe ey Lawên kurda
Dîroka xwe dîne wek merda

Wekî min,Sîper bike xebat
Ji ban hatim rêzgarê welat


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark