Mihemed Hesko (Birasoz)
Vaye can bidesta min tê
Spîbextê min digel hiltê
Dil nema di sing de hiltê
Hawar ji destê evînê
Vaye jankuja min hat
Ronahî da zinar û lat
Jêre dil û can kir xelat
Dermanê jana birînê
Min dil da dîlbera reþçav
Li min sotand dil û hinav
borî li min nekir silav
Xema nexe xemrevînê
Reþçavan dîn û har kirim
Bê þûn, cih û war kirim
Bê hiþ û bê zar kirim
Te ez dînkirim lê dînê
Þengebîya min negrî
Çê nabe bigrî canperî
ronî hilê, wê tarî bimrî
hil nede aleya þînê
Firîþta bihiþtê Þengebîye
nazika þeng û perîye
kulaha hêvîyan, zerîye
qendê gezoyê þîrînê
17.10.2018. Almanya
***************