Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Odeyên Cizîrê û Rola Wan/2

 


Konê Reþ

  Wek ku min gotiye ji Eybdîwerê ta bi Serê Kaniyê odeyên gundan hebûn. Gund bê ode an dîwanxane nebû. Belê ji odeyên ku rola wan di nav xelkên Cizîrê de mezin bûn, dikarim van navan bêjim: Odeya Nayifê Paþê li Berojkê (Qereçox), odeya Dehamê Hadî li Til Elo, odeya malbata Marê li Dêrûna Axê, odeya Hisênê Hecî Mehmûd li Mistefawiyê, odeya Þêxmûsê Berekat li Girkê Legê, odeya Hesenê Elêwî li Abrê, odeya Selûmî Elmeyid li Mihemed Diyab, odeya malbata Haco li Tirbespiyê, odeya malbata Ebbês li Dugirê, odeya Hisênê Hecî Elî li Hilwa, odeya Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv li Sîha, odeya Hecî Eliyê Evdê li Til Þiîrê, odeya Ibrahîmê Xelîlê Xeyda li gundê Xizna, odeya Hacî Asaad li cumayê, odeya Abdulezîzê Mislit li Til Berek, odeya malbata Essaf (Þêxê Tey), odeya Hisênê Asaad li Cirna û têde pêþwaziya serokê Sûriyê Þikrî Qewetlî kir..


 Odeya Evdiyê Xello li Topiz, odeya Issayê Abdulkerîm li Gundor, odeya Silêmanê Hecî Saadûn li Sinceqê, odeya Ûnisê Heso li Qere Tepe, odeya Hecî Hemîdê Mûsê li Xelê, odeya Hecî Xelefê Gedo li Xirbe Cidîd, odeya Malbata Mecdel Beg Hemo li Moza, odeya Þehabê Biro li Çetelê.. û odeya malbata Berazî li taxa Enteriyê hebû  û odeya Þêxê Þemera û Þêxê Tey li Qamiþlo jî hebûn. 


  Li herêma Kîkan jî odeyên van keyaxên Kîkan di nav xelkên Cizîrê de bi çûn û hatin bûn wek: Odeya malbata Rustam li Cenaziyê, odeya Hecî Derwêþ li Qeremanê, odeya Mihemedê Þêxo li Xasa Kîkan, odeya malbata Xelo li Çolbistan, odeya malbata Helîmo li Miþêrfa Helîmo, odeya Þêxan li Gaguriyê, odeya Mîzerê Þemerî li Sê Gira, odeya Issayê Xelef li Xuwêtla, odeya malbata Þêrê li Berkevirê, odeya malbata Sîno li Girkundê, odeya Abdulrehmanê Issa li Dikûkê, odeya Mecîdê Mihemd Salih li Til Dîkê, odeya malbata Keye (Mela) li Til Êlûnê (Ji vê odeyê re dihat gotin: Otêla Kîkan). Odeya Xelîlê Ibrahîm Paþa li Serê Kaniyê.. Digel ku odeya Mihemed Begê Cemîl Paþa, odeya Hesoyê Meþkînî, odeya Behdê Issa, odeya Hecî Abdulqadir li bajarê Derbasiyê hebûn.. Lêborînê ji ji xwediyên ode dixwazim, yên ku min navên wan ne nivîsandiniye.
Amûdê û Odeyên wê: Di wî heyamî de, Amûdê tekane bajarê ava bû di Cizîrê de. Hingê ne Hesekê, ne Qamiþlo, ne Derbasiyê û Dêrikê hebûn. Serê Kaniyê wek gundekî bû. Amûda ku bi çend pesnan hatiye naskirin wek: Amûda Bavê Mihemed, Amûda Çavreþa.. Dergehên wê ji mehcirên Hesenan û Heyderên sala 1916`an, xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915`an, þêx û melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an û welatperwerên Araratê 1931`ê re vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa û tev malbatên Amûdê, bi sîngek fireh pêþwaziya miþextî û mehciran kirin.. Hingê malbata Axayê Deqoryan dergehên odeyên xwe li ser piþtê ji wan re vekirin..
 Odeyên malbata Axê Deqoriyan (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa û Bedirxan Axa), ji kevintirîn odeyên Amûd û Cizîrê ne. Odeyên wan bi eþîrtiyê bûn, belê ew dewlemendên Amûdê yên ku di pey wan re ode di malên xwe de vekirin, odeyên wan bi dewlemendbûnê bû wek: Odeya Salihê Þiwêþ, odeya Nezîr Axayê Omerî, odeya Hecî Ibrahîmê Kamil, odeya Malbata Emo, odeya malbata Henê, odeya Hecî Ibrahîmê Saadê, odeya mala Hecî Berko, odeya mala Gun Reþ, odeya Silîva.. Roja îro, hîn jî dergehên du odeyan li Amûdê vekirî hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civak di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê Radiyo û TVê ne.. Ji aþ û bajar ve qal û qult bi Kurmancî di wan de têne gotin..
  Di salên 1960`î de, bi taybetî piþtî hatina rêjîma Baasiya ser hukimê Sûriyê di sala 1963`an de zilm û zextên rêjîmê li ser kurdan, ji berê dijwartir bûn. Endamên Alpartî bi behana ku ajanên Barzanî ne û doza herêmek serbixwe di Sûriyê de dikin dihatin girtin, pêre jî rêjîmê yaseya rastkirina çandiniyê û belavkirina xakê li welatiyan derxist.. Pêre jî þerê xwediyên odeyan ji rex Baasiyan, komunîstên kurd û hin partiyên kurdî ve jî hat kirin.. Di encam de çûn û hatina wan odeyan kêm û lawaz bûn, hin bi hin rola wan nema û bi demê re ji ber çavan winda bûn.. Roja îro ji 95% ji wan odeyan neman e, tenê kavlên hin odeyan di hin gundan de têne dîtin.. Ew 5`ên mayî jî, bê rûniþtvanin, dergehên wan qepitandî ne.. Bêguman rola pêþketinê jî di nemana wan odeyan de hebû wek; vekirina dibistanan, derketina Radiyoya û Tvêyan..
  Ji wê biçûkaniyê ve, ji wê odeya bav û kalê min, ji wan xizm û cîranên me, ji guhdariya wan stran û çîrokên Kurmancî yên ku di wê odeyê de dihatin gotin û min guhdarî dikir, hezkirina welat di hinavê min de hat çandin û wê hezkirinê hiþt ku, ez bi xak û zimanê xwe ve bême girêdan.. Ji ber wê bandor û hezkirinê min ev xepartina li dor odeyên Cizîrê ji we û nifþê nû re nivîsandiye.. Bêguman ew ode beþekin ji dîroka me. Wêne: Odeya Ûsivê Issa ye li gundê Xirbe Dîb.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark