Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serxwežī ū sersaxiya nivīskar ū rojnemevanź hźja Siyamend Ibrahīm.

 


Bavê Zozanê

roja 23.12 .2018 li komela Hêlîn li bajarê Essen ê welatê Almaniye û bi alîkariya malbata xwedê jê xwež Siyamend Brahîm

Yekîtiya gižtî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûriye û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi erkê ser saxiya nemir Siyamend rabûn.

Li dora katjimêr14 komîta amedekar Elwan Živan û Bavê Zozanê wisa jî Hejar Botanî dest bi vekirna ser saxiyê kirin ku pêžî wek xulekê bê deng û di bin siya ala kurdî de Rewženbîr û siyasetmedar û hemî beždar û mîvanên hêja û qeženg li ser giyanê nemir û hemî pakrewanên kurdistanê rawistiyan.


Ûwek urf û adetên dinyayê Elwan Živan sersaxiya malbatê kir û got ku bere serê malbatê û yê hemî xwedî, nas û mirov wisa jî dost û hevalên wî saxbin, xwedê û pêxember jê xwežbin ,cihê wî bihižta rengîn be,wisa bi helbesteka xwey hest tenik jî li ser nemir em xemgîn kirin.

pižtre bi rengekî  fermî komîtê dest bi pirogirama xwe kir .

Di serîde mamosta Cemîl Brahîm gotina herdû yekîtiyan xwend baž li ser rola nivîskar û rewženbîran sekinî her wisa pirsa herî balkêž zelal kir  ka gelo çima  li ser miriyê xwe hîn ku saxin em xwedî dernakevin?

pižtre Bavê Zozanê jî kurte jiyana Siyamend bi hesanî da xuyanîkirin ku jiyana wî tev penaberî bû çi li welat û çi li dervî welêt lê da zanîn ku Siyamend tevahiya jiyana xwe di warê ziman û alfêbey kûrdî de  û wisa jî di warê wêja û rojnemavaniyê de qedand.

Ji pirtûkên Siyamend:1- Alfa bêya kurdî du parçe2-Hevpeyvîn bi hunermend Živan Perwer e.3-Def ji kêre lê dixin.4-Kovara Aso bi Hefîz Ebdulrehman û Selam Darî re.

Erê Siyamend belengaz bû ji layê mewdanîve lê berz û bilind û zengîn bû ji layê nivîsandin û helwest û wêrek û hezkirina welat ve.

Gotinên beždaran hemî jî  di vî warî debû ser kar û barê xwedê jê xwež û xisalên wî bû wisa jî pirsa serek a hevbež ew bû ku çima em miriyê xwe zindî dikin û zindiyê xwe em dimrênin..

Yên beždar ev bûn hêvîme ku ez kesî ji bîr nekim.

Gotina malbatê xužka Siyamend Žehnaz Brahim xwend wisa jî hevjîna wî Wenda Žêxo û pažî heval û dostan dest pêkir: Sebrî Resûl.Ehmed Kûsa.Rêzan Žêxmûs.Hevîz Rihman.Gûman Husên.Sedîq Žernexî.Sma`îl Brahîm.Žepal Brahîm.Lewend Husên.Selah derwîž.Siyamend Mîrzo.Kamîran hac Ebdo.

dawî helbestvan Hejar Botanî bi gotinek žêrîn û hestekî bilind û bi qewêtiyek balkêž ser saxî tewa kir,got gava ez mirim lažê min bi alê ne xemlînin çiko cihê ala rengîn bala ye esîmane ,got jî kû endamê lažê min jî bidin nexwežxanê bo xelkên hewcedar(ew zanê ku tižtekî saxlem tê de nemaye lome wisa dibêje).

hêja ye gotinêye ku mêvanên me bi seda bûn renge reng bûn žandek ji encûmena nižtimanî a kurdî bû ,serokê partiyan bûn,endamên nivîsgeha siyasîbûn,çalakvan bûn, rojnemegerbûn ..

Birûskên ku gihižtin destê me jî , hatine xwendin ku tevan sersaxî ji malbata nemir e di xwestin wisa jî yek rêziya Kurdan erê dikirin,ji wan PYKS žaxê Europ e.Nivîskar Miž`el Osman .Nivîskar Besam Mistefa..

Hola Hêlîn jî bi ala rengîn û wêneyê nemir û her wiha jî bi logoyên herdû yekîtiyan hatibû xemlandin, ku hêvîme nêzîk ne dûr herdû yekîtî bibne yek,yekîtiya xwe zû li  dar bixin .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark