Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çîroka Gurê Manco

 


Konê Reþ

  Gurê Manco; ev gotin ji salên 1256-1260 ve, di nav gelê herêma me de belav bûye. Ew salên ku Manco Xan û birayê xwe Holako Xan hatine nav cîhana Islamî, xelîfeyê Abbasiyan yê dawî (Mustaasem) li Bexdayê kuþtine û jê hatine welatê me Kurdistanê. Xuya ye hingî Manco Xan serdariya hêrêma me dikir. (Herêma me: Mêrdîn û Beriya Mêrdînê ye. Ji ber ku ev gotin bêtir di nav folklore me de bi xurtî tê gotin..); Leþkerên wî postên guran li xwe dikirin û zulm û zorek bêpîvan li xelkên herêmê dikir.. Xelkên herêmê ji ber zulm û êþkenceya wî, ji leþkerên Manco Xan re gotin; Gurên Manco û ji yek neferî re Gurê Manco gotin.


  Di nav sal û dewranan re, ev gotin ji bo tirsandina zarokan hat gotin; Gurê Manco zarokan didize û ji xwe re dibe û wan dixwe.. Nexasim dema zarok ranedizan, dayikên wan, ew bi tirsandina ji Gurê Manco di xew re dibirin. Hem jî bi tirsandina ku zarok bi þev û bi tena xwe ji mal dernekevin, neçin bi çolan de û þevder nemînidin, ew bi Gurê Manco ditirsandin. Ji wê hingê ve, ev gotin ketiye nav folklore Kurdî de li Beriya Mêrdînê û derdora Mêrdînê. Bêguman, ez jî di zaroktiya xwe de bi navê Gurê Manco hatime tirsandin û ji tirsa navê wî re ketime xewê de. Dawî dibêjim ku, ev gotin xweþ nîþane ji kevinbûna me re di Beriya Mêrdînê de, anku em ji berî 760 salî ve di cih û warên xwe de dijîn, vajî wan kesên ku dibêjin hûn doh hatine..!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark