Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdo!

 


Konê Reþ

 Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn... Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deþtên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, þaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliþ destpêkiriye, di ser çiyayê Þingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne.. û wiha jiyanê ji welatê te destpê kiriye..


 Lê îro tu xemgînî.. Ji ber ku ji çarhawêr ve tebayên daristanê êrîþî yekîtiya te dikin.. nahêlin aramî bibe mêvanê te û mirovên te di tenahî û azadiyê de bijîn.. Mezopotamiya bêje! Gunehê kê ye?! Gelo qedera te ye?!!
 Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waþokanî, Orkêþ, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, þêx Ebêdellahê Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Þêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemirî.. Bêje, bê tê çilo wê Ala Rengîn di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?
 Erê, wek ku sofiyên kurdan dibêjin; qedera mirov li ser eniya wî hatiye nivîsandin.. Gelo li ser eniya me jî hatiye nivîsandin ku, em berpirsyarên bilindkirina ala welatê xwe bin..? Erê li ser eniya me hatiye nivîsandin ku, bilindkirina ala welatê me, perpisyariya me be.. Al, ala Mezopotamiya ye, ala xakê ye, ala zimanê Kurdî ye, ala biratî, wekhevî û mirovahiyê ye.. Ala hezkirin û lêborînê ye.. Û ev al nayê bilindkirin ku ne bi yekbûn û yekîtiya zimanê kurdî be.. Nexasim di wiha qonax û rojên dîrokî de, ku em tev di ber bilindkirina ala welatê xwe û hebûna xwe de berpirsyarin.. Û di rojên ayînde de, wê pirsyan ji me tevan bêne kirin, em ê tev di bin zêrevaniya dadgeha gelê xwe re derbas bibin..
 Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Þêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..
 Kurdo! çima em fêr nabin?! Gelo raste em fêrî koletiyê bûne..?!!
Þiyar be Kurdo, hay be Kurdo! Yekîtî kilîta azadiyê ye, yekîtî serxwebûn e, yekîtî pêþketin û rûmet e..
Kurdo! Qedera me ye ku, em birayên hev bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ew ên xiristyan (Siryanî, Ermenî, Aþûrî û Kildanî), Cihû û Ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be..
 Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweþînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark