Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pdk û Pyd, nabin wek hev

 


Qado Þêrîn

Gelek cudahî di navbera Pdk û Pyd de hene, belkû zulm e mirov herdûyan li beramberî hevûdu deyne.
Pdk li baþûrê Kurdistanê di hilbijartinan de bi serket, lê ji bo rêkeftin û yekrêziyê biparêze, û hemû aliyan bi xwe re bike hevparê deshilatê, neh mehan rawestiya taku hikûmet hate ragihandin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Pyd, ya piþtî vekiþîna rêjîma Esed û radestkirina herêmên kurdî boyî Pyd, bû deshilat, rabû pêl li yekrêzî û berjewendiyên kurdan kir û çû bi Hesen Ebdilezîm yê nijadperest re rêkeftin çêkir.


Di dûv re bang li Heysem Menaa kir, û kir serokê Encûmena Sûrya Demuqrat, dema Pyd fedralî li bakurê Sûriyê ragihand, Heysem Menaa li dij derket, rabû Heysem Menaa qewitand. Aniha bi ereban re, biratiya gelan diparêze û mirovekî hevalbendê Sedam Husên ku Husên Ezam e kiriye hevserokê Encûmena xwe, û li dûrî berjewendiyên kurdan bi ereban re rêkeftinan radighîne, û kurdan ji rêkeftinên parastina berjewendiyên kurdan dûr dixe. Pyd dezgehek bi navê Tev-Dem bi partiyên piçûk û bê bandor re ava kiriye, daku raya xwe li ser wan ferz bike  û bêje; ha va me bi partiyan re yekrêzî parastiye, lê yên din nayên ser rê. Di eynî demê de partiyên din yên wek wê nafikirin qedexe û piþtguh dike, baregehên wan girtin û þewitandin, êrîþî ser xwepêþandan, þehîd, al û simbolên wan hate kirin, û serkirde sirgon kirin.
Aniha îca Fransa ji bo yekrêziya kurdan destpêþxeriyek daye pêþ, bi texmîna min ew jî bi ser nakeve, wek çilo rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bi ser neketin. Bi texmîna min wê Pyd gelek buhaneyan derxîne, daku destpêþxweriya Fransî beravêtî bike û bi ser nekeve. Nîþanên li hev hatin û rêkeftin û bi hev re jiyan peyda nebûne.
Vêga, zulm e mirov herdû partiyan, Pdk û Pyd li beramberî hevûdu deyne, ew yek bêwicdanî ye.
Tu zikêþ bî, hewceya te bi destpêþxerî û rêkeftinan tune, daku bi birayên xwe re berjewendiyên gel û yekrêziyê biparêzî.
12/07/2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark