Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanī: Sendīkaya Rojnamevanźn Kurdistanź-Sūriyź bi tundī qedexekirina karź Sazīya K24 li Rojavayź Kurdistanź žermezar dike.

 


Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîžt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye ažkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê pižtî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên Saziya K24 daku karên xwe rawestînin bi devkî hatin e agahdarkirin, ji ber vê yekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir. 


Berdewamiya desthilatên Rêvebriya Xwecihî di astengkirina karê rojnamevanan de li Rojavayî Kurdistanê, tê wê wateyê ku lawazkirina ragihandina Kurdî ye, û bi taybet kenala navborî ku bi pêžeyî û bê alî karê xwe dikir, û nûçeyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji temaževanên xwe re vediguhestin, her wiha bi wêrekîyeke bê hempa romala rewža awarte ya li Efrîn, Minbic û Bagozê kiriye, û jiyana hin nûçegihanên xwe jî xistiye metirsî yê, lê tevî vê yekê jî, berdewambûn li ser bicihkirina kar û  erkên xwe yên ragihandinê, û bi rastî K24 bibû çavkaniyeke fermî ji ajansên nûçeyan  û alavên ragihandinê yên cîhanî re.
Rêveberiya Xwecihî, hîn berdewam e li ser astengkirina karê ragihandinê û karê rojnamegerîyê li Rojavayê Kurdistanê, û bi vê yekê jî, pirinsîbên azadiya karê rojanmegeriyê û pirisîbên demukartîyê binpê dike, û ev yek ne cara yekemîn e, ku nivisîngehên saziyên ragihandinên Kurdî digre, û rojnamevanên Kurd jî, ji welêt bi dûr dixîn e!  
Di heman demê de jî, Rêverberiya Xwecihî rêzê li zagon û rênimayên karê ragihandinê nagre, yên ku wê derkirin e, û bi rênimayên navdewletî yên azadiya ragihandin û rojnamegeriyê pêbend nabe, û bi kar û riftaran radibe, ne di xizmeta hêvî û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ne!
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê, tevî žermezarkirina qedexekirina karên Saziya Kurdistan 24, ji Rêveberiya Xwecihî daxwazdike ku ji vê biryarê žûnda vekêž e û dev ji lidûvçûn û astengkirina karê rojnamevanan berde, hevxemiya xwe digel karmendên Saziya Kurdistan24, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Herêma Kurdistanê radighînin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê
02.09.2019


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark