Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Her malek Dibistanek, yek ji fîlmên heftemîn festival Duhokê

 


Idrîs Hiso

Ji fîlmên ku di festîvala Duhokê ya navdewletî, gera heftemîn de beþdar fîlmê Her Malek Dibistanek e.
Belgefîlmê Her Malek Dibistanek behsa rewþa zimanê Kurdî û qedexekirna wî ji aliyê desthilatdariyê Tirkiyê ve, bi taybet piþtî biriyra daxistina dibistanên Kurdî li Tirkiyê ku berî çend salan ji aliyê þaredariyên Bakurê Kurdistanê ve bi fermî hatibûn vekirin û salane hejmara xwendekarên dibistanên bi Kurdî zêde dibûn dike.


Xwendin û hemû çalakî û rêbazên fêrkirinê bi hemû pirtûkên xwe bi Kurdî bûn, mamoste jî hemû Kurd bûn, fîlim jî dibistana Ferzat kemenger wek nimûne digre ber û behsa girtina wê û sepêhatiya vê dibistanê dike.
Sê çara salan wan zarokan tenê bi Kurdî xwendiye, lê piþtre bi behaneyên bê bingeh û tenê ji bo qedexekirina ziman û berdewamiya asîmîlasyona Kurdan careke din dibistan têne girtin û Tirkiyê dixwaze ku bi darê zorê wan zarokan biþîne dibistanên Tirkî.
Lê ew zarok û malbatên wan ku ji Ameda Bakurê Kurdistanê ne çûna dibistanên tirkî red dikin û biryarê didin ku zarokên xwe li malê bi Kurdî fêrbikin û berdewamiyê bi xwendin û perwerdeya wan bidin.
Di film de zarok, malbatên wan û mamosteyên dibistana Kurdî behsa vê mijarê dikin û didin xuya kirin ku heta di imkanên wan de be ew dê berdewam van zarokan li malan fêrî xwendin, perwerde û zanistê bikin û bi Kurdî.
Tekeziyê li wê yekê jî dikin ku ew dê zarokên dibstanên Kurdî li malan bighînin astên bilind, lê ew dê neçin dibstanên tirkî.
Fîlm mijara qedexekirina li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê dide xuyakirin û dixwaza nameya xwe him bighîne Kurdan ku divê malên xwe bikin dibistan ji bo parastina kesayetî û zimanê xwe, him jî rola malê wek dibstana serekî û yekem ji mirov dide diyarkirin û dixwaze bêje ku ev erkê ser milê her malaek Kurd e ku bi rola xwe di parstina zimanê bav kalan de rabe.
Her wisa dixwaze nameyekî bi ghîne dewleta Tirkiyê ya stemkar û dagîrker ku ew çendî sitemkarî û zordestiyê bikin jî dê nikaribin zimanê Kurdî û neteweya Kurd tine û qirbikin.
Film hovîtî û xirabiya Tirkiyê jî jibo cîhanê dide nasîn ku çawa Tirkiyê mafê fêrkirina bi zimanê dayikê ku yek ji mafên bingehîn ên mirovaye binpê dike û bi tundî li dijî wan kesên ku malan jî perwerdeya bi zimanê xwe bibiînin dixebite û sitemkariyê dike.
Film di pêþberka belgefîmên Kurdî de beþdare û ji berhemê 2019 ye, dirîjeya wî jî 57 xulekin û derhênerê fîlmî Ardin Diren e ku ji xelkê Amedê ye û derçûyê zankoya Eskîþehîr beþê sînema , niha jî di warê rexna sînemayî de gotaran ji hin rojname û kovaran re dinvîse û berî niha belgefîlmek bi navê Veguheztin jî derhênan kiriye.
Têbînî: Fîlmê Her Malaek Dibistanek wek baþtirîn belgefîlmê Kurdî di festival de hat xelatkirin. Gotar berî dabeþkirina xelatan hatibû nivisandin û belavkirin.
Duhok 13.09.2019
Kurdistan hejmar 157 15.09.2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark