Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: navnîþana tikistê.. Bibûrîne, Rolan Bart, Navnîþan Ne herdem, Nîvê Tikistêye

 


 Xalis Misewer

 Rexnevanê û sîmyoljiyê Ferensî yê bi nav û deng (Rolan Bart), gelekî di nav pîvanên rexneya wêjeyî de çûye, û xwe gihandiye radeya ku teyoriya binyadî, bigihîne asteke bilind, û bigihîne pêvajoya piþtî binyadê jî, çimkî berya wî, zimanzanê Siwêsrî (Ferdînand Dusosêr), peyva binyadê cara yekemîn aniye ziman, û destpêkê wî li ser lêkolîn kiriye. Lê Rolan Bart, pêde çûye û ev rêbazê rexneyî li ser destê wî pêþde çûye, û asteke bilind ji rexneya binyadê re veqetandiye, berya ku dev ji vî rêbazî berde, û biçe rêbazên piþtî binyadê.


Firêza herê bi ast û bi nirx ewe ya ku di mebestê de gotiye: (Navnîþan nîvê tikistiye). Ango dibêje: Ku te navnîþana çi tikistê xwend tê nîvê mijarê têbigihêje, lê em ne hevqasî bi vê gotin û firêza zanistîrene. Ji bo vê  divabe xwênerê hêja pirs bike, û bêje: Gelo ev nerîna me tê çi wateyê..?. ku li vir em bersiva xwênerê xwe bidin, wê bêxuyakirin ku mebest jê ewe: Ku em vê navnîþana tikistê, ku di hemû deveran de nîvê tikistê be, dirust yan di cihê xwe de nabînin. Bi rengekî giþtî, em karin bêjin, ku ev mijar di warê peyam, û gotarên wêjeyî, û zanyarî de, baþ û rast têxuyakirin, ji ber ku divabe xwêner bilez mijarên bûyerên peyam û gotaran bilez nasbike. Di vir de em karin bi pejirînin û bêjin, gereke navnîþan nîvê tikistê be. Lê di warê çîroka kin, çîroka dirêj, û romanê de, ev navnîþana ku nîvê tikistêye, ne di cihê xwede hatiye erkedar kirin, lê ji ber çi..?. Di vê pirsê de em karin bêjin, ku ji ber teknîka navnîþan nîvê tikistêye, nîvê lezeta û xweþbûna çîrokê bixwere bibe.. ma ku me çîrokek yan romanek xwend û navnîþana wê nîvê mijarê bide me, gelo emê çawa nîvê din, bi lezet û teþwîq bixwînim, ji ber ku me di riya tikistê re, nîvê mijarê naskir, emê nîvê din jî ji mijarê bi texmîn zanibim wê piþt re çibibe, û wê bûyer çawa bêne rêzkirin, ango emê weha bêyî ku em çîrokê bi temametî bixwînin, emê bighên encama çîrokê. Ev babet ev tiþt xweþbûna nîvê çîrokê badîhewa dibe û talan dik. Nimûne: Dema wêjevan navnîþana mijara çîroka xwe, çi kin, çi dirêj, çi roman, ku bi vê firêzê nîþan bike, mîna (Keça sêwî).
Bi rastî jî, emê weha bêtirîn mijara çîrokê nasbikin, ji ber ku keça sîwî em zanin, wî tadedaryê li ber destê jinbavê bibêne, wê qirêj û ne þûþtî be, wê xizan û bêcilûberg be, wê dilême pê biþewite…hwd.
Di virde lezet yan xweþbûna çîrokê dibe, ku bi carekê re em nebînin. Lê ji alyê din ve, ku navnîþan yan sernavê çîrokê mîna nimûne, bi firêza(Ev keç çi hale), bê sernav kirin, wê demê wê xwênerê me, bi lezet xwendina çîrokê berdewam bike, wê bêje: Gelo ka ev keça ha kiye? û çi serpêhatiya wêye? li kû dijî? ji kîjan êl, û malbat, û miletîye…hwd.
Wê demê emê nîvî mijara çîrokê zûbizû nizanibin, emê bi lezet ta dawî bixwînin, û li gotinên rûpelan guhdar bikin û emê jê têrnebin. Ji ber wilo bê goman hate xuyakirin ku me çima gotibû, em ne bi nerîna rexnevanê mezin Rolan Bart rene, ku bi rengekî ketûber gotiye, sernivîs yan navnîþan nîvê tikistêye.
……………………………………………………
16/9/2019        


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark