Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Dîwana Helbestvan Lewend Dalînî «Keziyên mijê» Derket

 


Bavê Zozanê

Nêzîk ne dûr dîwana mamostê hêja Lewend Dalînî (Keziyên mijê) wê li ber destê xwendevanên delal bê bi zimanê kurdî ji weþanên çapxana Sersera 2019
pêþgotýn ya mamosta Brahîm Yûsif e wergêr Bavê Zozanê.


Pêþgotin:
Helbestvan Lewend Dalinî  ji wan kesên ku di cîhana afirandinê de dijî (Cihekî xwey taybet girtiye), yek ji wan kesên  xwedî serbor ȗ aktîve di hemî milên wê cîhanê de, ew bi xwe ji alîkîve helbestvan e û ji alîkî din ve çîroknivîs e, belê bi vî awayî jî  wênekêș e.
 Ji milekî din ve, ew di xwendina xwe ya bilind a Akadîmî di warê Petrolê de jî berdewam dike, ku ew bi xwe jî cîhanek diye bi serê xwe ye dȗrî wêje ȗ edbiyatê ye.
Pêvî amedebȗna Lewend a rojane di hemî movikê jiyana civakî de, tu dibê qey xwe hazir kirye ji ҫalekîyek serkeftî re, zêrînî re ku hemî derdoran ji hemî alîyan ve serhevde dike tevlî hemî astengan ku nirx û bihayê wan ji hêmen ȗ rihetiya xwe dide.
Ma li vir li ser wan zimanên ku Lewend di karê bi ҫakî pê binivîse yan jî pê wergerîne, ez bi sekinim, eva tev dihêle ku mirov matmayî bimîne ji hêz ȗ arencî ya li ba wî.
Heval Lewend ji mêj ve ez wî nasdikim, ku ew yek ji wan kesên afrandiyê riyal tê naskirin, ku ew bi xwe xwediyê karîzmeke taybete di ҫol ȗ berya helbestê de, bi bêhtirî șêwakî di vî bexҫî de dinvîse ȗ bi kar tîne ҫi șêwê kilasîk ȗ ҫi yê nȗjen. Ew bi xwe ji wan kesê ku têksta himbiz dinivîse, wisa jî ya afsene jî, ev hemî tînê ber ҫav zengînbȗna helbestvanê me di nermbûna peyvê de, ku di kare li gorî bayê helbestê ewê bi tewîne, bi rêse, bi hȗne, wek ku karî be ferhenga xwe ya taybet, diwan best ȗ newalên helbesta xwe de avabikê.
Lewend Dalînî xwedî birek behre ye nikare xwe bibîne pêvî di gurbȗna agirê xweyî vêketî de, ev jî tenê wergerandina   rewanekî xwedî pir xisale, rewaneke ku dixwaze pelikên piștrastiya xwe di bihtrîn bexҫeyên afrandinê de pêșkêþ bike, çiko dibîne ku hunerî, cîhanek wê bi tenê heye, cîhanek navhevdeyî, cîhanek tevayî, cîhanek xweþayî, ku ҫê nabe dengê ewî rewanê vêketî aram ȗ hîmen bibe, bê ku belav neke li ser hemî nexþeyê, bi rengê ku dibîne, ku her yek jê bȗye parҫak ji kezeba evî afirandarî ku ew bi xwe hilm ȗ bîna xwe di van kezeba tevan de, yekser dikșîne bê ku parҫak zirarê bighîne parҫên din, ji xwe di virde tenahiya Lewend xuyanî dike .
Wefadariyek zû xuyanî dike di helbesta hozanvan de, wefadariya wî bi cîhana wî re ku dixwaze ava bike, belê wefadariya wî ya bi cîhana wiyê rasteyeqîne re, ku nû di helbesta xwe de avadike, ta ku helbest bibe vedenga ewê kesatiyê, vedenga ewê dîtinê, vedenga rewanê wî, vedenga ewê kêlîkê, vedenga rewanê hevalên li dorê, ku di hilkêșe gorepana șer,  bi navên wan di axivî ta ku leheng bin di kesatiyekî tenê de, yan jî kesek tenê di pirkesande, ew rewanê helbestvane ku xwe eșkere dike ta ku bibe balyozê wan kesê din, ji ber ku helbest di cihê xwe de pala xwe daye navnîșanên xwe, bê didulî, li vir em himberî helbestê bi xwe ne.
Ev dergeh hemî ȗ yê din jî min xwest ez wan li dȗr deynim, lê hate  bîra min dema min xwendina têkstên vê pertȗkê ( Kezîyên mijê ) tewa kirin ku ev pêșgotin min jêre nivîsî, ku wisa Asoyên wê ez bi ser  xwe de kișandim, ta  ku her kesê van têkstan bixwîne wê tê bighêje ku ne tenê hemberî helbestvanekî bedewe, lê belê wisa jî hemberî ҫîrokvanekî jîr e jî? min dît ku dikare dengê rewanê xwe li seran serê helbestê vê pertȗkê bighîne  xwendevanên xwe .
Ku ew weke rêwîkî di nav bera ewqas rawesteghan de diçe, tu dibê qey pêșberî pirî kernevala ye her yek ji wan wek cîhanekê ye, hin ji hizir ȗ hin ji rastiyê bi hev re di wan de dirêse. Her weha helbestvanê me ji bîr nake ku seyra êþekî yan jî xewnekê têde bibêje, bê ku șewata rewanê xwe ku pê disoje ji bîr bike, ku ew bi xwe xweșikbȗn ȗ berҫavbȗnê yan jî dîtinê berhev dike, ji ber ku ew dawî ji wan kesên efrender e ku mak hevjîn ȗ wateya xwe dike cêwî xwe ȗ der dora xwe jî, ji bo helbestekê ku șert ȗ mercê wê datîne. Li vir nasekinê dixwaze ku alav ȗ dîtinê xwe yê qeșengî pêșve bixe di têktsa xwe ya pêþerojê de.
Li gorî têkestên ku di nêv destê me de, jîrbûn û þarezariye helbestvan eșkere diyar dibe di ҫêkirina wêna helbestî de, ku Lewend hunermendiya mehrecana rengên xwe û bi destê xwe hazir dike, dîsa wan di afirîne,  ȗ evê em dikarin li nik  van hunermendên  helbestvan yan jî helbestvanê hunermend  bi bînin, ango ewê dikarin ku bi hevre herdû firҫan bi kar bînin , firҫa wênekêșiyê ȗ firҫa nivîsandinê ku herdiwan dikin yek ta ku tabloya wan xwe dide pêș mîna helbesta wan ku zu xwîner rengê wê di nase, ҫawa ku têkist li bal wan dibe tablo, wisa tabloya wan jî dibe têksteke vekirî di asoyê helbestê de .
Peyevdarek di têksta helbestvan de peyda dibe, ew jî mêkewa wî ye, a ku ҫav nêreyê ji dûr li vedenga wêna helbestî dike, ku bi navê wê di axife lê bi gelek rengan, di virde navnîșan di vegere li ҫend alavê tekistên helbesta nûjen a ku hîn cuda nebȗye ji maka xwey resen, helbesta kilasîk, ku ewa baș dinivîsne ta ku wisa jî em dibînin ku zimanê wê bi ser nȗjeniya wê ve diҫe li gor avakirna wê ya himbizî ȗ nuh, wisa jî dive peyvedar yekî din be pêvî mêkewê, kesên xuyanîkirîbin lê bê nîșankarî belê naskirî yan jî wêneyê welatekî hazir, welatekî rasteyeqîn veșartî di zikê Hotên neqșêyên awarte de, piștî rabȗna wê ya pêșîn.
Cîhanên helbesta Lewend ew bi xwe jî pirin, ew li ser hȗrbûna wê kêlikê dinivîse, ku rewanê wî lê hazire, rewanê ku ҫavdêriyê dike, yan wênê ҫêdike, yan jî li Muzîkê dixe.
Wisa yê din jî pêre di ewî rewanî bi xwe de van êș ȗ kederan pêre dikșîne, pêre jî ewrên xewnên evînê, xwenê jînê ji hibra wî dibarin bi wê qama xweyi rîhanî, bi wêneyên helbestê re semayê dike soza bihișta nêzîk didyê de, piștî pașmayiyek ji malxirabȗnî, ji birînan û ji bendewariyan.
Tiștê ku ji Lewend re tê tomar kirin di helbesta wî de, ku ew ji wan kesên ku mûzika derve ȗ ya hundir di têkstên helbesta xwe de kom dikin.
Muzîka hundir ku pêk tê di têkilya Harmoniya kimyaya pêwendiya nêvbere peyvê ȗ ya din de di asoya wêneyî de, ku ҫi qasî dikare pêk bîne di avakirna helbestê de, wisa jî rola wê a qeșeng ȗ nîșan kirî tev li muzîka derve a ku guh wê di wergirêne ta ku me pêșberî notek okistrayî di deynê ku ew bi xwe berhema li hevkirina hemî alavên pêkirî ku me hemberî hostakî șareze rȗ bi rȗ di deynê .
Dawî pirtȗka Lewend Dalînî gavek herî nȗye di serbora wî ya afradinê de , ku hin rengên quaxên wî yên pêșî dizanim.
Wisa bi vê pirtȗkê pêpelûkek nȗh tevlî serbora wî dibe a ku dest pêkirî ji weșandina helbestên wî di alavên heyî de, berî ku wan kom bike di karê xwey yekemîn de (Kezîyên mijê) sala 2019 an.
Wisa jî pirtȗkek zêde dibe li pertȗkxana kurdî, ku ew bi xwe ber șînbȗnê ve diҫe bi rengekî xurtir ji berê,  çiko sedemên  pișkivandinê jêre va li dar dikevin, ku pêșketinek herî zor di warê belavkirinê de dest pêkiriye, ku wek șoreșa ragehandinê û teknelociyayê em karin wê  bi nav bikin. Wisa jî jiyana afrandin ȗ nivîsar ȗ rewșenbîrê me guhart ku berê tenê dîtina helbestekê di berîka helbestvanekî de ta ku ser evînê ji ba xwediyê xwe dida girtin.
Tevlî wisa jî ȗ ji ҫaxê Cegerxwîn ve ta nifșên hatî jî, ji wan jî, Lewend Dalînî, helbesta xwe nivîsandin ȗ belav jî kirin dijî ҫavnêriyî rabȗn ȗ va em di bînin rewșenbiriya me bi ser dikeve, Helbestvanên me bi ser di kevin.

Brahîmê Ûsiv….
Payîza 2019 an, Êsin, Elmaniya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark