Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Folklora kurdî,rasteyeqîniya wê û sersedemêm pêşketina wê

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di rastiyê de çawa miletê Kurd xudanê wêjeya kurdî ya kevneşopî zor dewlemend e,ew ewqas jî,ji aliyê folklorê de jî   xawênê genciyeke gewre û dewlemend e,di vê derbarê de lêkolîner û helbestvanê gernas Tosinê Reşît ji Rewanê dinivîse:(Folklora gelê Kurd buhuşteke derî girtî ye),anko; mebesta lêkolîner ev e:Folklora kurdî ne tenê dewlemend e,lê belê ewa mîna gulistaneke mezin  pir rengarengî ye û samaneke mîna buhuştê  bi cureyên xwe gelek xemlandî ye.


Gelê Kurd di pêvajoka dîroka Kurdistanê de pir hêrişên dagîrkeran dîtine, dagîrkeran dixwastin herdem Kurdan nezan bihêlin ,wan ji dîrokê rakin  û yekcarî wan  winda bikin,lê folklora kurdî kanîbû li pêş siyasete pişaftina  gelê Kurd rawestiya û ewa bûbû çekek xurt li pêş nijadperestiyê.
Prof.Îzedîn Mistefa Resol sedemên dewlemendiya folklora Kurdî di van çend xalên jêrîn de diyar dike.1-Wêjeya Kurdî ya nivîskî hinekî dereng  hatiye holê.2-Taybetmendiyên jiyana gelê Kurd û serboriyên têkel yên ku bi ser miletê Kurd de hatine kirin.3-Pirbûna zaravên  zimanê Kurdî.
Di rastiyê de lêkolîn li ser wêjeya Kurdî bi gîştî ta dawiya salên (90)î ji sedsalên borîn hindik bûn,herweha jî divê em vê rastiyê jî bêjin:Dîroka wêjeya Kurdî nikane biçespîne ku kînga mêjoya Kurdî destpêkiriye,lê li gor bûyerên taybet û naskirî,em dibînin ku folklora Kurdî encama pir sedsalan e û piranya wê ji dumahîka pênc sedsalên dawîn e,anko;ji destpêka destlatdariya Osmaniyan û ta dema îroyîn e.
Herdîsan jî lêkolîn jî li ser folklorê pir dereng destpêkiriye û li gor dewlemendiya wê ,em kanin bêjin ku lêkolînên zanistî  li ser wê ta niha hatine kirin,hîn hindik in.Di nîvê duhem ji sedsalên (19) an de dîroka Kurdnasiyê li Rusistanê ji aliyê rojhilatnaê naskirî Pîyoter Lêrx de destpêkiriye;ewî di sala (1857) an de pirtûka (Kurdên Îranê û pêşiyên wan Xaldî) cara duhem  çapkiriye,P.Lêrx yekemîn Ewropî bû ku giringî ji pir aliyan de dabûye jiyana gelê Kurd:(Xaknîgarî,regeznasîn,ziman,dîrok û folklorê,lê ewî tenê kanîbû folklora Kurdî bi zaravên  Kurmancî û Dumilî (Zazî) bicivanda.
Di sala (1860) î de balyozê Rusî Alêksender Caba li Erzeromê pirtûkek bi zimanê Kurdî bi tîpên Erebî li ser folklora Kurdî li Pêtrsburgê(Lênîngrada berê )çap kiriye û herweha jî ewa wergerandiye zimanê Firansî .
Herdîsan jî beşa  dîrok û wêjeyê di (Akadêmiya Zanistî ya Rusî) de pirtûkek ji berhemên A.Sosin û Pirîm ji folklora Kurdî bi zimanê Almanî û Kurdî deranîne ber ronahiyê.Di vê pirtûkê de  berhemên nirxbuh,mîna (Mem û Zîn),(Yosif û Zelîxe),(Zembîlfiroş),(stranên evîniyê û mêraniyê)  cihên xwe istandibûn.
Dîsan jî Prof.Oskerman mamosteyê zanîngeha Berlînê seredanekê di sala (1903) an de li Kurdistana Rojhilat û Bakur dike û ew li wir çar salan dimîne,di wê demê de,ewî pir ji folklora Kurdî kom kirin û berhemên xwe di salên (1906-1909)an de bi Kurdî û Almanî li Berlînê weşandin,lê pêwîst e were gotin jî ku Oskerman yekemîn Akadêmî bû ku folklora Kurdî bi zaravê Mukrî civandibûn.
Piştî şoreşa Oktoberê di sala (1917) an de li Sovyetistana berê, lêgerîn  di derbarê folklora Kurdî de pêşda çûye,di sala (1926) an de Akadêmîk Yosif Orbêlî pirtûkek li ser folklora Kurdî bi tîpên Latînî weşand û komîta rewşenbîriyê li Hayistanê (Ermîniya)di sala (1931) ê de komîtek taybet ji van kesayetiyan,Dr.Hacî Cindî,Xaçotiryan ji bo civandin û komserhevkirina folklora Kurdî damezrand.Xaçotiryan destana( Rostemê Zal)amede kir,lê Dr.Hacî Cindî di sala (1936) an de bi alîkariyên Emînê Evdal û Casimê Celîl pend û Şîret,têderxistinok,stranên şînê,Leyle û Mecnûn û Evdalê Zênê derxistin,anko;van kesayetiyên jorîn pir ji folklora Kurdî  ji windabûnê rizgar kirin.
Di sala (1936) an de cara yekê  li Rewanê  (127) notên  stranên kurdî  ronî dîtin,di pişt re berhemên  Cemîle Celîl ,Nor Cewherî di  vî warî de hatin naskirin û Cemîle Celîl bi tenha xwe  (400) Notên musîkê ji stranên Kurdî re amede kirine. 
Dîsan du birayên hev;Dr.Ordîxanê Celîl û Prof.Celîlê Celîl  bi awakî hevbeş du pirtûk bi naverokek zor dewlemend di sala (1978) an de li Mosko çap kirin,lê helbestvanê navdar Cegerxwîn  jî pirtûkek li ser folklora Kurdî  
 (Kurmancî) di sala (1988) an de li Siwêdê daye weşandin,Di rastiyê de nivîskarên  ku folklora Kurdî civandine yan li ser nivisîne hejmara wan li seranserî Kurdistanê û li Sovyetistana berî li gor pirtûka rexnevan Heyder Omer li derdora (61) nivîskaran in û pêwîst e em  bêjin jî ku ewî navên berhemên wan jî di pirtûka xwe de bi cîh kirine, lê wek me li jor navên çendekan anîne zimên,emê li jêr  navên  hin nivîskaran û ji hemû beşên kurdistanê wek nimûne bi we bidin nasîn.1-Rohat Alakom,2-Salihê kevirbirî,3-Remezan Pertew,4-M.Xalid Sadînî 5-Sma-îl Heqî Şawîs,6-Pîremêrd,7-Şêx Mihemed Xal,8-Mehemed Tewfîq Wehbî,9-CegerXwîn,10-Cemîl Behrî Kinê,11-Heyder Omer,12-Billal Hesen,13-Ebdil Baqî Huseynî,14-Elî Cefer,15-Dr.Husên Hebeş,16-Konê Reş,17-O.Eyobiyan,18-Qadir Fetahî Qazî,19-M.M.Hemabor,20- Ebdil Kerîm Surûş û H.W.D.
Rasteyeqîniya(Rê-alîstiya)folklora Kurdî .
------------------------------------------------------
Wek tête zanîn,folklor bi gîştî di rewşeke dîrokî û  civakî taybet de  ji dayik bûye,lewra jî naveroka vê hunera wêjeyî  li nik hemû  gelan pir rastemendî  ye.1-Folklorên pir Kevin  ji stranên şivan û gavanan hîn berî çandiniyê destpê kirine.2-Folklor bi hemû cureyên xwe di dema derebegiyê de hatine ser zimanan;mîna (Destanên qehremaniyê).3-Rola cotariyên serdema me jî  di rastemendiya folklorê  de diyar û pelandî ye.
Lewra jî Dr. Î.D.M.Resol dinivîse:(Gel afrênerê folklorê ye û em  di wê de awêna  jiyana gelan  û wêneyên wan  yên rastîn  dibînin.).Ji ber vê rastiyê jî,Meksîm Gorkî(1868-1936) di  vê derbarê de  gotiye:(Gel ji  zayinê  de feylesof ,helbestvan û nayabdar e…,û folklor bingeha wêje ye,ewa kaniya  hemû helbestvan û nivîskaran e û eger em ji demên borîn baş têbighînin, dê berhemên me  yên îroîn jî  pir watebilind  bin …).

Folklora Kurdî  jî li gor van gotinên jorîn  heyina xwe parastiye û rola xwe di pêvajokê  de li gor van pîvanên zanistî lîstiye;ewa  bûye bingeheke xurt ji pêşketina  wêjeyê re,çawa  hemû  wêjevanên  cîhanê  sûd  ji destan,
stran,pend û şîretan  û ji ciwaniya zimanê  folklorê  dîtine, herwisa jî nivîskar û helbestvanên  gelê Kurd  jî sud ji folklora Kurdî dîtine û ew hîn jî dibînin,ewan jî hin destanên Kurdî j nûve û bi hin ramanên  xwe yên nû  li gor serdemên  xwe û li gor pîvanên  ramanê  nivisîne.
Bi awakî  gelemper folklora Kurdî jî mîna hemû folklorên gêlên cîhanê ji êş,derd,hezkirin,xebat li dijî zordarên biyanî û kurdî û felsefa jiyanê  awêneke gewre ye.
Bîrewer û rexnevanê hayî(Ermenî)Eboviyan di sedsala(19)an de gotibû:(Di kuraniya her kurdekî de hestên helbestvaniyê  heye,pîr û kalên wan yên  ne xwendevan jî dikanin  baş bistirên,ew pir bi hêsanî  dikanin  ji gelî,newal,solav,çem,gul,çek ,hesp,mêraniyê û ji keçên qeşeng û bedew re ji dilên xwe de û bi hestên hêzdar bistirên û stranên Kurdî di naverokên  şêwazên xwe de pir bilind in ….).
lê Basîl Nîkîtîn gotiye:(Em di folklora Kurdî de,ne tenê bermayî û kelepûra bapîr û demên borîn dibînin,lê ewa dikane jiyankrina xwe di rojên îroyîn de jî mêlag bike.).Herweha jî rojhilatnas û zimanzan Mar jî di sala (1911) ê de gotiye:(Folklora Kurdî di nav gelên Rojhilata Navîn de(Ereb,Ezerbêcan,Ermen û Aşoriyan jî hatine  vedîtin û gotin).Rojhilatnas Mînorskî jî nirîna Mar teqez weha diçespîne û dibêje:(Stran û çîrokên Kurdî  li nik gelê Aşorî yê ku li çiyê dijîn,cihên xwe rind girtine,lê tevî vê rastiya jorîn,folklora Kurdî nikanîbû xwe û hemû cureyên xwe ve ji ber sedemên zordestiyê û hêrişên dagîrkeran  biparastana,hin tişt ji wê kêm bûne û hin tişt li ser zêde bûne û diyardeyên vê rastiyê pir baş di stranên Kurdî de tên xûyakirin) .
Folklornas diêjin:Wêjeya devkî di naveroka xwe de bi du cureyan têtin naskirin.1-Wêjeya derbarê bûneyan(munesebatî);ev cureya di  nav civatê ,dîwanxanê,koşk,li civatên Paşa,Mîr, Beg û serokêlan de hatiye gotin.
2-Wêjeya gelemperî:Ev wêjeya  jî bi awakî gîştî di nav civakê de tête  bihîstin.
Lê sedemên pêşketina wêjeya devkî çin e?
-------------------------------------------------
Dîsan lêkolîner nirînên xwe bi sedeman weha didin nasîn.1-Sedema rêzanî,anko;dagîrkirina Kurdistanê û bindestiya gelê Kurd di pêvajoka dîrokê de.2-Sedema civakî,anko;destpêkirina  dereng  di xwendin û nivîsandinê de.
Lê ji bo çi jî temena folklorê dirêj e?
-------------------------------------------------
Dîsan lêkolîner weha dinivisînin.1-Wêjeya devkî  dikane li her cihî û li her demê û ji aliyê herkesî ve bi awakî zelal  û sade were gotin û dubarekirin. 2-Nivisîn û  amûrên tomarkirinê  dereng destpêkirine.
Li dawiyê em ji hemû berhevkir û lêkolînerên folklora Kurdî re spasdar in û em bi hêvî ne ku em di  diwaroj de pirtir  lêkolînên zanistî  derbarên hemû cureyên folklora gelê xwe bibînin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark