Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kuþtina Qasim Silêmanî destpêka piroseyekî mezine

 


Mehmûd Biro

Dibehweriya minde Kuştina Qasim Silêmanî û Abo Mihdî Almuhendis destpêka qûnaxeke tazeye.
Ligor şopandina min ji siyaseta Emrîkî re ez dibînim ku Emrîka kesayetiyan û hêzan avadikê û erkan didê ber wan ta ku sed ji sed bikevê xizmet û bercewenda wêde.
Emrîka  diserdema Obama de, di sala 2015 an de, peymana otomî ligel Îranê amze kir da ku Îran nema pîtandina Yoranyom bike beramberî ku Îran bikêfa xwe dinav welatên herêmê de wek Lubnan, Yemen, Îraq û sûryê de liv û tevgera xwe bikê.


Livir û ligor peymanê bercewend hevbeşe.
Jialiyen din ve jî dostaniya nehênî dinav Îsraîl û Îranê de berdewambû. Me ev bideng û reng dît û me baş lê guhdar kir dema Hesen Nesrullah diaxift ku ewjî zirtikê melayê Tehranê ye. Ev bixwejî mercekî Emrîkiya bû da ku Îsraîl biparêzê.

Piştî ku Emrîka dît ku yekî wek Qasim Silêmanî gihişte esteke  bilind ji qedr û rêzê û wek serkirdekî mezin dinav gelê Îranî de, û dinav tevahiya şîiyan de, herweha dît ku êdî nema guhdarîyê li gotina wê dikê. Dest bi pilana tunekirina wî kir. Eynî ev tişt bi Usama bin Ladin re jî kir disala 1969 û şûnde, dema ku ew avakir û alîkarî û meşq û rahênan jêre dikirin da kû wî dijî sovyêta berê bikarbînê. Didawî de ew di sala 2011 an de kuşt piştî ku karê xwe biwî xilas kir. Herweha wisa bi Seddam Huseyn re jî kir, pişta wî didestpêkê de girt dijî Kurdan û didawî de jî ew di sala 2003 an de di operasyonekê de girt û da dadgiha îraqî û sizayê sedaredanê pê derket û hate sêdardankirin û dûvre pişta kurdan girt.

Wata siyaseta Emrîkiyan ewe ku tim balansê diherêma rojhilata navîn de bihêlin wek ku ew dixwazin. Carekê wê pişta dostê xwe bigrê û carekê wê dostê xwe bihêlê bitenê, piştî ku karê wê pê qediya. Wata Emrîka nahêlê ku tu hêz yan dewlet yên pir biqiwet durist bibin. Me dît ku pişta şîaa girt û Kerkûk da wan, û nihajî wê pişta şîaa berdê û Kurdan biqewet bikê.

Vê carê ez behwerim ku proseyê guhertina rojhilata navîn kete pêngava yekem de û dest pê kir. Dibehweriya minde qizinca kurdan bigiştî dinav de geleke, biteybetî li Rojhilat, û Rojava û li Başûr. Jiber kû roj biroj wê hêza Îranê lawaz bibê di herêma rojhilata navîn de, biteybetî li Iraq, Sûryê, Lubnan û welatên kendavê de. Heşda şebî jî wê hin bihn lawaz bibê û wê ji kerkûk û şingalê xwe vekêşê dibin fişara Emrîka de.

Herweha her hevaldoşkên rêcîma Îranê jî wê fişarek mezin liser wan were danîn da ku pişta Îranê berdî û bikevin nav kombenda dostên Emrîka de.

Wê Emrîkî roj bi roj alîkariya opozisyona Îranî zêdetir bikin, herweha alîkariya opozîsyona Sûrî û biteybetî alîkariya kurdan bikê li Rojavayî Kurdistan de.

Wata ev dibê elternativê Emrîka yê taze di 2020 an de û wê berdwam bibê ta sedemeke dirêj.

Divê gêma siyasî de ez behwerim ku kurd li rojavayî Kurdistan de, wê bibin xwedî deskeftiyek mezin, herweha li Rojhilat jî. Li Başûr jî derfeta avakirineke dewletek kurdî berferehtir û hesanîtir dibê. Jiber ku dibehweriya minde êdî Emrîka jibilî kurdan û hêza wan ya leşkerî kesî bisûdtir û wefadartir nabînê. Jiber ku kurd azane û jiher gelê din di rojhilata navîn de modêrntirin diwarê olî de, û dikarin rê liber terorê û radikalîzma olî bigrin.

Fredrikstad 05.01.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark