Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zembîlfiroş bi kurtasî û nirîna me

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Dîroka destana Zembîlfiroş vedigere sedsalên navên,ewa li seranserî Kurdistanê mîna stran hatiye naskirin.Lêkolîner Museliyan jî mîna pir lêkolînvanên din diçespêne ku folklora Kurdî bi hemû cureyên xwe dewlemend e,di wir de hemû riweştên  jiyana gelê Kurd  hene,têkoşîn li dijî zordestan ,dilsoziya Kurdan ji heval û dostên xwe re  û H.W.D.


Lêkolîner Museliyan bi çend şêwe û rengan  Zimbîlfiroş civandiye û ewê nama Doktoriyê jî  li ser wê nivisiye,ewa bi gîştî dibêje:Naverokên bingehîn di wan de yek  in,lê ewa hîn dinivîse û dibêje: Du cidabûn  di wir de henin.1-Li aliyekê hatiye gotin  ku Zembîlfiroş  ji malbeteke belengaz e.2- Li aliyek din jî tête gotin ku Zembîlfiroş lawê Mîrekî ye.
Lê li gor nirîna me Zembîlfiroş lawê  malbeteke belengaz e,lewra jî emê li ser Zembîlfiroşê  hejar bi  kinebirî rawestin.
xxxxxxxxxxxxx
Navê Zembîlfiroş Bînamîn bû,ew jinkirî bû,heft zaroyên wan hebûn,ew belengaz bû,lewra ewî selek(Zembîl)çêdikirin û ew li bajêr difrotin.Rojekê ji rojan,jina Mîr di koşka xwe de Zembîlfiroş li kolanê dibîne,ewa  tavildanê ji wî hez dike,di pişt re ewê yekser bi  berdestika xwe re got:Here Zembîlfiroş hûne cem min!Berdestik diçe cem wî û bi wî re dibêje:Xortê ciwan Zembîlfiroş! Tu xortekî ciwan î,Mîrê me dixwaze te bibîne,lê Zembîlfiroş bi berdestikê re got:Berdestika narîn!Min bihîstiye ku Mîr ne li mal e,çawa ewê zembîlan ji min bikire?Berdestikê dîsan li wî vegerand û got:Xortê belengaz!Hemû zembîlên xwe bi xwe re bibe û temenên wan binerxîne!Dê Mîr pir peran bide te.
Zembîlfiroş kete hundir û silav daye xanima Mîr,lê xanima Mîr pir bi germî silavê li Zembîlfiroş vedigerîne û bi wî re dibêje:Ez bi hatina te,xwe bextewar dibînim.

Zembîlfiroş  têgihîşt ku xanima Mîr zembîlan nakire,lê herdem hişê wî li ser zarokên xwe  ye,ew zane ku zarokên wî  birçî li çavnirîna  bavê  xwe ne,lê xanima Mîr jî ew  pir begem kiriye,çavên xwe ji wî nabire  û herdem li wî dinêre û xwe dilxweş  dike.
Zembîlfiroş bi wê re got:Xanima giranbuha!Zembîlan ji min zû bikire!Divê ez zû jî vegerim mala xwe,xanimê li Zembîlfiroş vegerand û got:Min ne ji bo kirîna zembîlan tu vexwedî cem xwe kiriye,lê ta ku tu bi hezkirin min ramusî.
Zembîlfiroş li wê vegerand û got:Tu peyvên vala neke û nehêle ku ez gunekariyê bikim! Li wê cîhanê dadgeha dijwar heye.
Xanima Mîr naxwaze gotinên Zembîlfiroş bibhîse û ewa bi ser vê de jî bi wî re dibêje:Tu were di nivîna min danîşe û qalona şalyêr ji xwe re bikşîne! Roja cîhana din hîn dûr e û were em hin peyvên xweş bi hev re  bikin!Cîhana me ji cîhana din xweştir e.
Zembîlfiroş bersiva wê weha dide û dibêje:Mîra min,stu mermerê!Ma çêdibe ku rebenek mîna min were ser nivîna Mîr û qalona şalyêr jî ji xwe re vêxe?
Xanima Mîr gotinên Zembîlfiroş dîsan begem nekir û bi wî re got:Ev peyvên te pûç in,were bi min dilşad bibe!Cîhana din hîn dûr e,tu tirsonek î û ez îro te bernadim.Zembîlfiroş hêdî,hêdî sernerm dibe û jina Mîr bi berdestikên xwe re dibêje:Werin stranên şahiyê bêjin!Zembîlfiroş razî dibe û ewî jî cîhana din ango; buhuş û dojeh jibîrkir.
Zembîlfiroş dibîne ku ewa berê  bi tenê bû,lê niha 40 berdestik  hene, lewra ew nizane  çi bike!Ew lava ji xanima Mîr dike ku berdestikek misîna avê ji wî re hûne ,ta ku ew here ser baniya xaniya koşkê û li wir avdas û limêja xwe bike.
Zembîlfiroş dere ser baniya koşkê,lê ew li wir avdas nake,ew dixwaze  xwe ji ser baniya koşkê  de bavêje erdê,ew li jor û li jêr dinêre, lê ew li wir  pir ditrse, ew rûnişt û dagrî û bang li Xwedê kir û got:Xweda !Tu her tiştî kanî bikî,tu li vê cîhanê yê herî mezn î,min ji vê astengiyê  û babeletê rizgar bike!Ez zanim gava kurm ketin laşê Eyob,te ew rizgar kir û gava tofan li cîhanê çê bû,te Nuh li keştê kir û gihande çiyayê Cûdî  û te ew ji mirinê rizgar kir,lewra jî ez lava ji te dikim ku tu min jî,ji êş û derdan rizgar bikî û ezê herdem ji te re bibim kole.
Xwedê fermanê dide firişteyê xwe Cibra-îl û bi wî re dibêje:Tu vî mirovî(Zembîlfiroş)bavêje ser erdê û wî mêşîne.Cebra-îl pir bi lez Zembîlfiroş ji  baniya keşkê avête erdê  û ew li ser herdu  lingan  bê êş rawestand.
Zembîlfiroş vedigere mala xwe,jina wî (Elê) gil û gazinc ji wî kirin û ji wî dipirse,te çi xwarin û vexwarin  ji heft zaroyên xwe re anîne?Zembîlfiroş got:Ez li cem Mîr bûm,ewî zembîlên min bi zorê ji min istandin,lê tu rabe ji min re êgir vêxe û qazikê deyne ser êgir,belkî Xwedê xwarinê ji  zarokên me re bişîne,Xwedê dilovaniyê li belengazan dike û agir jî bi dilê min ketiye,lê tu hîn ji bo zembîlên xwe bêzar î !!
Zembîlfiroş dîsan ji malê derket û ew dighîne bajarekî din,ew li wir dibîne ku av li malan  belav dibe,ew jî du qadosên avê  bi çovekî ve girê dide û ew dere ser kaniyê  ku avê ji xwe re bibe  û ew jî mîna kesên din avê bifroşe,lê ew dîsan li ser kaniyê pêrgî xanima Mîr dibe,Xanim ji wî re dibêje:Rêdanê bide min ku ez carekê ji dil de te maç bikim û paşê ezê herim,lê Zembîlfiroş daxwaza wê ne pejirand û bi wê re got:Ev guneh e,ez bawermend im.Dîsan xanimê bi wî re got:Ez dibêjim ev  ne gunehkarî ye û min mala xwe berdaye û tu hîn ji min redibêjî:Ramusanek gunehkarî ye !
Lê Zembîlfiroş çû û carek din li xanima Mîr venegerî,piştî demekê ; xanim bawer dike ku Zembîlfiroş xwe dîsan  ji ser baniya koşkê  avêtiye ser erdê û ew winda bûye.Xanima Mîr jî  dere ser kelhê  û xwe  ji jor de davêje  ser erdê,lê ewa namre, li jêr mala Zembîlfiroş dibîne û ew dere dikeve nivîna Zembîlfiroş,lê ewa xwe jibîrve dike ku xilxalan ji lingên xwe derxîne,xilxalên lingên  xanima Mîr  di nivînê de  dighînin  lingên Zembîlfiroş û ew di ber xwe da dibêje:Xilxalên jina min tune ne,ew yekser ji nav nivînê radibe û direve.
Lê gava jina Mîr ji hundir derdikeve,jina Zembîlfiroş wê dibîne,nifiran li wê dike û ji wê re dibêje:Tu çima çûye cem mêrê min?Xanima Mîr bersiva xwe weha dide:Zêrên min  têra  jiyana heft zaroyên te û bavê te dikin.
Piştî van hemû  bûyerên hevdij û nirînên cuda di navberên Zembîlfiroş û jina Mîr de,li dawiya dawiyê;evînê zora Zembîlfiroş dibe û ew jina Mîr radimûse,lê ew herdu bi hev re li ser  kaniyê dimrin,milet tête ser wan û qubekê li ser gornên herduyan çê dikin.
xxxxxxxxxxx
Em çi  ji hemû aliyên vê destanê  têdighînin ?
-------------------------------
Em ji hevpeyvînên Zembîlfiroş û xanima Mîr hin encamên têkel dibînin,Zembîlfiroş di destpêkê de  xwe pir bi zanistiya sincî,civakî û olî ve girê dide,ewî di pêşî de pir berxwedaye ku ew nebe yexsîr û dîlê peyvên  xanima  Mîr,ewî bi wê re raste,rast bi vê wateyê gotiye:Li cîhana din,dadgeh heye,dujeh û buhuşt hene,ez naxwazim herim  nav êgir,lewra jî ew bi peyvên  jina Mîr ne hate xopandin .
lêkolîner Museliyan nivisiye:1-Ev destana di serdema derebegiyê de û desthilatiya ola îslamî de  hatiyê zayînê,lê di rastiyê de destan  bi tomî ne olî ye,lê em kanin bêjin ku hin nirînên  qhremanê destanê  olperestî ne.
2-Zembîlfirşê belengaz  li hember  peyvên rakêşandî yên jina Mîr  ne hatiye  xopandin.3-Di destanê de du cîhanên cuda hene1-Cîhana hecaran. 2-Cîhana dewlemendan.  
lê em nikanin di vir de hemû baweriyên  lêkolîner Museliyan li ser qehremênê destanê  bi çavên  zanistî bipejrînin,lê  xêre?Erê Zembîlfiroş belengaz,cevakêş û oldar bû,ew ji bo xwedîkirina  zarokên xwe  diçû  bajaran  û zembîlên xwe difrotin,ewî di destpêkê de  bi gotinên xweşik û evînî ji aliyê xanima Mîr de ne hatiye xopandin .
 Ew ji Xweda  û dojehê gelek tirsiya ye,lê li dawiyê;vîna Zembîlfiroş li hember hêza hezkirina jina Mîr pir jar dibe  û ew jin  û zarokên xwe jî ,ji jina Mîr re dike qurban û xwe radestî evînê dike,lewra jî em nikanin bêjin ku Zembîlfiroş  ta dawiya jiyana xwe  bi hevser û zaroyên  xwe re rastgo bû.
Erê,Jina Mîr têkoşîna xwe bi pêdarî ji bo evîna xwe kiriye,lê xêre Zembîlfiroş jî nikanîbû têkoşîna xwe ji bo Xwedê û buhuştê  berdewam bikira?!! Xêre heft zarok û jina xwe kirin qurbana jineke mêrkirî?!!
Lê li aliyê din Xanima Mîr jî mêrê xwe xopandiye û namûsa xwe kiriye rajeya dilê xwe,ango;herduyan Xweda û namus jibîrkirin.
Em dixwazin hîn li ser vê rûdawa civakî hîn kurtir û li gor nirînên zanistî û pêşketî rawestin û bi vê pirsê destpê bikin.Çima jina Mîr ji Zembîlfiroş hezkir,ma gelo ewê berê ji mere xwe heznedikir!??
Me berê gotiye ku ev destana di serdema derebegiyê de ji aliyê gel de  hatiye hûnadin û wek em zanin di dîroka civaknasiyê de  zelal hatiye gotin ku di civaka derebegiyê de du çînên serekîn hebûn:1-Çîna derebegiyê û ewa jî  serdest e.2-Çîna hejaran û ewa jî bindest e.Lê xalek hevbeş di navberên herdu çînan de heye,ewa jî şûnketina civakî ye.
Li gor van nirînên jor,pirsek giring û balkêş xwe derdixîne holê,ma gelo jina Mîr bi dilê xwe Mîr biriye? Wek em zanin di civaka derebegiyê de rêzgirtin ji nirîna keç û jinan re tune bû û hin caran nirînên xortan jî binpê dibûn,lewra  pirên keçên  civaka şûnketî bê vîn û  hezkirin mêr dikirin û bi ser vê de jî  mêran  kanîn sê û çar jinan bibin,lewra em texmîn dikin ku jina Mîr ne bi dilê xwe bi Mîr re zewiciye,lewra jî çavên wê herdem li derva bûne,li aliyê din jî  em nizanin ku Mîr ta kîjan radeyê  ji jina xwe re dilsoz  û rastgo bûye? ! Dêmek  tunebûna nirîna azad û hezkirina serbest  dibin sedemên  bingehîn  ji rûdanên şaşiyên  mezin û kujer re.
Lê mixabin ta niha jî Zmbîlfiroş û jina Mîr di civakên şûndamayî de pir in !

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark