Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jibo bîranîna 13de mîn a koçberiya akadêmik, prof. Dr. Şakiro yê Xudo î Mihoyî

 


Dr. Ibrahim Mahmud
 
  Xwendevanên hêja roja 1î Sibata 2007 endamê akadêmiya zanistî a Ermrnistanê û Russa yê, serokê navenda lêkolînên kurdî li Mosko yê, dîrokzan û kurdperwerê mezin Prof. Dr. Şakiroyê Xudo çû ser heqiya xwe!
Jibo bîranîna vê bûyera bi şewat û xemgîn ez dixwazim bi kurtî çend rêzikan li ser Mamosteye xwe bênim ser kaxezê, lewra Mamosteyê min yê bi qilafetê (bi bejna) xwe ve piçûk, lê bi qedir û ma’rîfeta xwe ve, bi zarxweşî û devlikeniya xwe ve, bi mervanî û Kurdperweriya  xwe ve, bi nefispiçûkî û mirovantiya  xwe ve, bi zanebûn û ronakbîriya  xwe ve pir‘ bilind bu, layqe ku mirov jibo wî mandî bibe û jibîr nekê!


 Çiqas ta’l û dilêş be jî, le êdî nema em sehbeta wî a xweş, rûyê wî yê geş, lêvên wî yên li ken, şîretên wî yên bi nirx, dûrbîniya wî a pêşerojê dibênin û di bihêzin…Lê ez bê tirs û bi dengekî bilind dikarim bêjim, ku wî mîratekî zanistî û dîrokî pir‘ dewlemend û bi nirx ji bo miletê xwe bi cî hiştiye; navekî mezin, qedrekî bilind û bi hezaran bîranînên xweş li şûn xwe hiştine, Loma jî ewê hertim di dil û hişê xizim, heval, dost û miletê xwe de bijî…
  Di derheqa mirovekî weha qedirbilind de, pir‘ çetine ku mirov bikaribe hemû tiştên di dil û hiş de bênê ser ziman û kaxezan, lê tevî wê jî ezê hewil bidim pir‘ bi kûrtî be jî, şêweyê naskirina min û Mamoste Şakiro ji we re bejim, hêvidarim ku sebra we hebe û heta dawî bixwênin!
 
   Weke her xwendevanekî kurd ê gênc (xort), xemxur û hezkiriyê çand, dîrok û doza gelê xwe, ez jî bi hesret bûm, ku rojekî ji rojan herim nav kurdên Yekîtiya Soviyêt (Y.S.) a berê û gelek kesayetiyên kurd ên navdar nasbikim…
  Sala 1982 an, di çarçoveya xwendina xwe a praktîk de li zanîngeha Mosko yê, kolêja Rojnamegeriyê, beşê Radiyo û Televizyonê (R&TV), min weke mirovekî bê paytext û welatekî azad (Her xwendevanekî biyanî mafê wî hebû salê du heyvan beşê praktîk li R&TV welatê xwe derbas bike), ji xwe re paytexta Ermenistan ê, Yêrîvan: motka wêje, ziman û rojnamegeriya kurdî a azad, cî û „meskenê“ kurdên Qafqaz ê helbijart…Demsal havîn bû, li gorî şert û mercên xwendinê, karê min li R&TV Yerîvanê bû, di nav de jî beşê kurdî; min gelek rewşenbîr, rojnamevan, kurdperwer û navdarên kurdan naskirin, bûme mêvanê wan, ew mêvandariya ku mirov qet jê têr nedibû... Birastî pir çetine (zehmete) mirov mazûlvanî û qedirzanîna wan ji miletê xwe re, bi gotinan pesin bidê!!
  Di derheqa vê yekê de bi sedan bûyer û serpêhatiyên xweş, ku qet nayên jibîr kirin ê hene… Da ku ez ji babeta xwe bi dûr nekevim, yek ji ciyê ku min dixwest ez binasim beşê dîrok û kurdzaniyê bû… Berî ku ez herim min hin tişt di derheqa wî beşî de, serok û xebatkarên wê de komkiribûn û bihîstibûn…
  Bi alîkariya dostekî em çûne wî beşî... Bi rêve wî dostî ji min pirsî: ma ti Şakiro yê Xudo dinasî? Min got Na. …Wi got: Peyîî (ev gotin kurdên Qafqazê weke nîşana ecêbmayînê nîşan didin!) ew lawikekî meyî z`aff jêhatî û li ser xwe ye, ewledekî (kurekî) C`imeta (miletê) meyî lape (herî, gelekî) mezin e… Ew tarîxzanekî e`yan e (xwiyayî ye) û qedrê miletê xwe nasdikê, hezkiriyê kurd û Kurdistan ê ye...! Bi gotin û berdewamiya pesindana dostê xwe re em ketin avahiya Instîtûta Rojhelatnasiyê a Ermenistanê, me berê xwe da beşê kurdzaniyê, otaxa (kurdên me yên Y.S. ji odê re dibêjin) serokê beş…Tu kes ji xebatkaran li wir ne bûn, tenê sekretêr ê beş rûniştî bû; piştî silav û bi xêrhatin ê, wî got bi bexşin (bi buhrin) Şakiro Xudoyevîç (serokê beş) di civîna giştî a serokatiya Akadêmiyê de ye, ewê z`aff dom bikê û îro nikarê pêşwaziyê li we bikê…!
  Mixabin ji ber karê min li R&TV û çûn û hatina gundên kurdan, min ev serdana xwe xistibû roja herî dawî de ji mana xwe li wir, loma min û dostê xwe bi lav-lavan û kotekî (bi zor) sekretêr razî kir, da ku bi gêmasî here jê re bêjê, wekî wa kurdekî dereke (biyanî) li hêviya te ye û dema wî li Rewanê (Yêrîvan) kêm maye, heger îmkan hebê dixwaze te bibênê …!
   Piştî qasek ê (kêliyek ê) Mamoste Şakiro hate bîroya xwe û bi rûyekî sar, weke ku hezar pirs di mêjiyê wî de di çûn û di hatin, bi xêrhatina me kir û yekser bi nîv henekî, rexne girt û got: `` ... Bavo win kurdên dereke, ne me ji vî halî xelas dikin, û ne jî me bi rehetî dihêlin…``. Dema wise got, weke ti cêrekî ava sar bi serê min de dakê; bi rastî min xwest erd bi qelişê û ez tê de winda bibim…Ez têgihîştim, ku min gunehekî mezin kiriye, heme, hema û bi dengekî nizim di berxwede min got: Mamoste tê qisûra min gelekî efû bikê, welahî ev du heftîn e ez li virim, ha îro, ha sibê min dixwest ez bême ba we, lê ti dizanê, ji vê malê here wê malê û ji vî gundê here wî gundî…Hîn gotina min di devê min de; min dî rûyê wî geş bû, gotin ji devê min revand û pirsî: Ti çûyî Alagez ê jî? (Ew li gudê Alegez ê hatiye dinê) û ti çû filan û bêvan gundî…??! Min her serê xwe bi erêni di hejand…Ma te lawik gişk naskirin? Min got erê. Min dî keniya û ew mirov ê berî kêliyekê bû yekî din; dev li ken, xwînşêrîn, nefispiçûk û zane…Ji nişkave kenî û bi rûgeşî got: kuro weleh tu ecêvî (ecêbî), ti li nav Cime`tê gişkî geriyayî teze ez ketime bîra te…!
 Dema min ev yek dît, min jî hêdî - hêdî ciyê xwe xweş kir û ez hinekî bi ser xwe ve hatim û qederê 15-20 xulekan (deqîqan) min tenê bersiva pirsên wî da…Gelkî kêyfa xwe ji min re anî û got ez za`ff şa me (şadim, dilxeşim) wekî cihêlêd (gêncê, xortê) wekî we têne vî welatî dixwênin; pispor û şareza gerekî miletê me ne; êd welathiz û miletperwer, nek yên xizmetkarê dijmin…. Birê min -gotina xwe domand - ti min bi bexşîne (bi buhre), ez gerekî vegerime civînê (di ber xwe de kire mine, min û çend xeber jî gotin); ji gotinên wî hate xwiyan ku daxwazên wî di civînê de, ne hatine qebûlkirin ê, êdî bi hûrgilî çibûn, ez nizanim, lê xwya bû li ser pirs û dîroka kurdan bû… wê gavê ez têgihêştim çima bi sarî bi xêrhatina min kir?! „ ka emê çi bi hev bikin…Zû zû were, bera e`leqedariya (pêwendiyên) me hebe..Oxir be ji te re û silava li lawikan gişka bike…“ Bi van gotinan xatir ji min xwest… Min jî careke din qisûra xwe jê xwest, û her wise xatirê xwe jî… Bawer bikin te di got qeyî ev deh salin, ku em hev û du dinasin…
   Sala piştre, careke din min ciyê xebata xwe a praktîk Yerîvan û Radiyo ya kurdî helbjart û min ji nêzîk ve Mamoste Şakiro û xebata beşê wan yê kurdnasiyê, naskir… ji min re eşkira bû, ku ew ne tenê ronakbîrekî mezin e, belê her wise miletperwer û mirovhezekî nefispiçûk u civat xweşe jî…
 Min pilanê karê dipolma xwe a zanko: `` Filîmekî dekûmêntal li ser jiyan û xebatên kurdên Ermenistan ê `` jê re got. Ew gelkî kêfxweş bû û piştgiriya min kir…Di sala 1984 an de min dest bi kişandina Filîmê xwe li gelek cihan kir û di nav wan de jî beşê Kurdzaniyê, ku wê çaxê ew serokê wê bû. Bi rastî bexteweriyeke mezin bû ji min re, dema wî got: ``...Eva cara yekeme, ku kurdekî dereke bi kamêra sînemê beşê me dide nasîn û hevpeyvînê bi min re çê dike…``.
  Ji wê çaxê de dan û standina me berdewam bû, ew ji min re bû weke Mamostekî û çavkaniya şêwirdanê, loma jî min çar sala şûnde, ew yek ji du Profêsoran, weke rexnegirê nama xwe a dektora: `` Tevgera kurd di filîmên dekûmêntal de û Yelmaz Gûney `` destnîşankir û wî jî bi dilgermî qebûl kir û alîkariya xwe bi hemû rengî diyar kir…
  Di payîza sala 1989 an de, roja parastina Nama min, Mamoste ji Yerîvan ê hatibû û li pêşiya Komîsyona Zanîngeha Mosko a nirxandina xebata min, wî jî dektorê zanistiyê yê helsinker, rexne û pesindana xwe li ser karê min xwend û nerînên xwe ji beşdar û endamên komîsyonê re pêşkêş kirin…
 Herçiqas kurtiya vê gotarê ne ciyê nivisandina hemû xeysetên Mamoste Şakiro ye jî; lê ez weke erk ji xwe re dibênim, ku mêrxasiya vî kurdperwerî weke nemune di bûyrek ê tenê de ji bûyerên wê rojê, ji we re eşkira bikim!
   
   Dema dengdana Komîsyona nirxandina Nama min; li vir pêwiste ez bidim nasîn, ku Komîsyon ji 15 zaniyar û akadêmîkarên Zanîngeha Mosko a dewletî pêk hatibû; yek ji wan, bi navê Azat Aliyevic Ibragîmof, Profêsorê kolêja me bû, ew bi netewa xwe Azerî bû… Ji her 15eh Endaman, ew tenê û bi xwirtî dijî xebata (nama dektora) min derket... Ewî têzek (encamek) ji têzên Nama min ``...min nivisandibû, ku di demeke nêzîk de, wê televizyonên kurdî jî bêne avakirinê û wê sîneme û rojnamegeriya kurdî bikevê astekî bilind û nû de…`` kire behane (biyanu, hincet) û got: ``… ev Name, nameyeke siyasî u neteweperistî ye, ew zêdetir xeyalên nivîskarin, tiştên wise durî rastiye ne…`` Hîn wî gotina xwe bi dawî ne anî bû, ji nişkave û bi hêrs mamoste Şakiro (bi amadebûna zêdetir ji 50î xwendevan û Mamostên kurd û biyanî) destê xwe hilda, îzna axavtinê xwest û bi dengekî ji xwe bawer û bê tirs ( yên ku Y.S. nas dikin, dizanin ne herkesî diwêra pirsa nasionalîzê bi eşkira bênê ser ziman û nexasime di bûyer û cihekî wise fermî de), wise got:
 ``… ev tiştê, ku kolegê min (hevpîşe yê min - yanî ê Azerî); dibêje  tiştekî xelet û kelevacî ye… Vî xwendevanî ne ji xeyala xwe aniyê, duniya wise zû bi pêşve diçe, û rewşa miletan wise zû tê guhertin ê, wekî wê di demeke nêzîk de ne tenê televizyona kurdî çê bi be, lê belê wê dewleta wî jî bê avakirinê, ev tiştekî dîrokî ye…Ez dikarim bi pirsim: çima wê televizyonên miletêd main hebin? Lê çire wê mafê kurdan tune be, ku televizyona wî bê avakirin ê…``.
 
   Bê pesindan, ew wê kêliyê di çavên mi û yên beşdaran de, nexasime yên kurd de, bû qehremanekî milî... û hema ji nişkave û bê pîlan, hemiyan bi hev re jê re li çepikan xistin… Gereke bê gotinê, ku Profesorê me, yê azerî dema ew gotin, bi wî awayî bihîstin û di serê de jî çepik û dilxwesiya besdaran, hema serê xwe berda ber xwe û bêdeng ma… Lê dema dengdanê li ser pejirandina xebata min, ji 15 endaman wî bi tenê destê xwe li dij rakir.
  Piştî wê û di êvarîna pîrozkirina serketinê de, li xwaringehê, ku nêzîkî 50 kesî hazir bûn, Mamoste Şakiro, weke li her cihê ku lê bû ya, dîsan bû bi rêvebir û xweşkerê civatê… Gotinê xweş û şêrîn, pêkenok û laqirdî jê dihatin xwarê, te digot qeyî laqirdiyên hemû netewan li ba wî hatine civandin ê… lê jibo dîrok û heqiyê gereke ez bêjim, ku tevî xeberdana wî a xweş û bi ken, serê gotina wî – binê gotina wî dîroka kurdan bû, azadiya gelê kurd bû, geşbîniya (tevî keseran jî) pêşeroja me bû… kêm kes weke wî dikarî bû babetan bi serkeftin bi hev û duve girê bide û bihunê!!
  Bi vî hawî (wise) ez jî bûme yek ji hezaran, şagirt û dostê wî zaniyar ê çeleng û jêhatî, rû li ken û qiseşêrîn…
  Êdî felek ê weha kir, ku ez di Elemaniya de derketim, lê têkilyên me berdewam man… Min jî, weke gelek kes û dezgehan du caran: sala 1993 yan û 1998 an bi taybetî ji bo 100 saliya Rojnamegeriya kurdî (wê çaxê, ez berpirsyar ê Kombenda KAWA, bo çanda kurdî bûm. Li elemaniya) vexwendî Elemaniya kir, ew herdu caran jî bi dilxweşî û bê şert û şirûtan, hazir bû û gelek rojên serketî û xweş, yen ku qet nayên ji bîr kirin ê, me bi hev re derbas kirin …Min gelek hevpeyvîn pê re çê kirine, hin ji wana di wextê xwe de hatine belavkirin ê, lê hin jî mane, ji ber wê ezê hewil bidim di pêş de wan jî bidme sre hev û bidme nasîn ê; bi dîtina min ev erkê her dostekî wî ye. Loma jî, baştirîn bîranîna Mamosta Şakiro ewe, ku her dilsozekî kurdayetiyê, her xemxwirekî dîroka miletê xwe û pêşeroja wî, li mîrata Akadêmîkvan, Profêsor Şakiro yê Xudo, a dewlemend xwedî derkeve, bide serhev û bide nasandinê!
Dr. Ibrahim Mahmud
Bonn - Elemaniya

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark