Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekem roja dibistanê û 14 dar

 


Idrîs Hiso

Berî ku biçim dibistanê, bi tenê min dizanîbû bi Zimanê Kurdî, min digot belkî cîhan hemû bi Kurmancî diaxife, herwiha min zen dikir ku, destpêka dinyê ji gundê me ye û dawiya wê jî Mêrdîne, ji ber bi þev ronahiyên malên Mêrdînê wek gerdeniya keçeke ciwan dibiriqandin û bi roj jî, keleha Mêrdînê xweþ ji me ve xuyadikir.


Temenê min bû 7 sal, di payiza 1988an de yekem roj em çûn dibistana gund, em 11 kes pola yekem bûn, 5 kur û 4 keç bûn, mamosteyê me Kurd bû, bi Kurdî ji me re got; ji sibe ve ez dê bi tenê bi Zimanê Erebî bi we re biaxifim, û kes ji min nepirse çima, piþtre hûn dê nasbikin çima.
Di heman rojê de ku yekem roja me ya dibistanê bû, di wê roja ku em ji xweþbûna lîskên ser bênderên gund bê par man, wê roja ku wek miriyê ku serê wî li kevirê gorê bikeve, me nas kir ku, zimanê ku em dê waneya li dibistanê pê bibin ne zimanê me yê malê û dayika me ye. mamoste 14 tîp bi Erebî li ser tepê nivisandin û li ser me ferz kir ku, divê sibe hûn van tîpan wek navê xwe ji ber bikin.
Mamoste li ser lênûsa her yekî ji me ew 14 tîp nivîsandin û got; Divê hûn van tîpan 14 caran binvîsin û xwedê ji wî stend yê ku waneya xwe wek navê xwe ji ber neke, û destûra me da, me berê xwe da malê, yekser wek her rojê me berê xwe da ser bênderên gund û me bi lîstikên xwe list, hayê kê ji me ji 14 tîpan maye, û me gotinên mamoste jî yekser jibîr kirin.
A dinî rojê, berdilkên xakî li ber me, kumê bi logoya partiya Bass li ser serê me û folarek jî di hustiwê me de, em jî li rex hemû xwendekarên polên din westiyan û li dengê wan yên bilind, dema çend siloganên partiya Bass digotin, guhdarî dikir, lê me wê wextê nizanîbû bê ew çi dibêjin. Bi her halî em derbasî pola xwe bûn.
Mamoste navê yek li pey yekî ji me gazî kir û xwest em 14 tîpan bêjin, lê ne min û ne ti kesî ji me 14 tîp ji ber kiribûn, lewma yek li pey yekî me berê xwe da dîwar û destên xwe bilind kirin û li ser lingekî westiyan, piþtre carê gazî yekî dikir û ji wî re digot destê xwe veke û bi min re bêje.
Darekî zirav di dest mamoste debû, her carekê ew dar li wî destê me yê nazik dixist navê tîpeke Erebî digot, me jî li pey wî digot, Elîf, darek, Baa, darek heta ku me 14 tîp xwendin, hêsiran di çavê me re avêt, hinan ji zarokan ji tirsan terpiyên xwe þil kir, û em hemû bi hovîtiya 14 hezar salan fêrî Erebî bûn, lê Kurdî ji reh, damar, dil û mejiyê me derneket.
Gewilan 10.01.2020
Rojnameya Kurdistan hejmara 167 -15-02-2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark