Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nêrgiza me

 


Ebdilmecît Þêxo


Gulên gulistana min herdem
                                 rûlken bûn
Her  sibehê min  ew bi xûnava
dilên zarokên xwe av dida
Her sibehê min bi doþava pelên wan


tîbûna giyanê xwe diþkand
Her sibehê min li ber sîbera wan
helbestek buhuþtî ji gulistana
Melayê Cezîrî dixwand.
Lê vê sibehê, ew  bi dîtina min re
                               hemû lal bûn
 Keservedanên  wan  agirdanek
 di stêrka dilê min de ava kirin
 xûnavên lêvên min  miçqandin
 silava min di makê de
 bi hilmên xwe qijilandin                                                    
 ew lal,                                                      
lal bûn.                     
                            xxxxx
Erê!Qeþmerên serdemê
xwe di çavên min de
tûj kirin.
Ez kelûgirî bûm
bi qêrîna min re
gulgulîkan bi girîneke awazkirî
mîna kotirên zamdar
bi ser min de lorandin
de lorî ,lorî
kanî (Nêrgiza) me ?
kanî mûma sersala me?
de lorî,lorî.
Kanî hevalcêwiya  me?
Kanî Buhara dilê me ?
De lorî ,lorî !!!
Kanî (Nêrgiza) me ?
De lorî ,lorî !!!
Em bi gorî…
……………)
2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark