Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez û Keyoyê Cegerxwîn(1936 - 2020)

 


Konê Reş

  Di van derdû salên dawî de, bira, xwîşk, dê û zavayê min pey hev koça dawî kirin.. Herwiha dostên min î navdar û herî nêzîkî min; (Seîd Yûsif: 1947 - 2020) mîrê Bizqê, ew jî berî tam mehekê koça dawî kir..  Seîd Yûsifê ku dostaniya min wî ji sala 1978an destpê kir û me demên xweş bi hev re li Qamişlo û Beyrûtê derbas kirine.. Û wek ku hûn tev pê hisiyane, şevê din (Keyoyê Cegerxwîn: 1936 - 2020), ferxê Seydayê Cegerxwîn li Stockholmê koça dawî kir..   Nizanim çima qederê bela xwe firotiye min..?!


  Di van 30 salên dawî de dostaniyeke xurt di navbera min û Keyoyê Cegerxwîn de hebû. Her ku dihat Qamişlo, em ji hev qut nedibûn; destpêkê em diçûn ser gora bavê wî (Seydayê Cegerxwîn).. Gelekî guhdida gora bavê xwe û dixwest ku di kêleka bavê xwe de were veşartin.. Ku hina behsa hews û xaniyê bavê wî dikir, li wan vedigerand: "Mala Seyda, mala tev kurda ye.. Ez qebûl nakim kes destê xwe deyne ser.." (Navê bavê xwe hilnedida, digot: SEYDA). Di pey re, em bi hev re li Qamişlo digeriyan, hin caran jî em diçûn Amûdê.. Herwiha jî gelek caran, me hev li Hewlêrê didît û me sihbetên xweş bi heval û dostan re digerandin.. Nexasim di festîvala Cegerxwîn de sala 2008an. Anku em bibûn wek du birayan.. Bêguman ev dostaniya min û Keyo, li wan serdanên min yên kevin vedigere, dema ku Seydayê Cegerxwîn li Qamişlo bû û her pêlekî, ez diçûm serdana wî.. Belê ew serdanên min, berî ku Cegerxwîn di sala 1979an de here Swêdê..
  Cara paşî ku Keyoyê Cegerxwîn hat bajarê xwe Qamişlo sala 2017an bû. Hingî diz ketibûn mala wî de, tiştek têde nehiştibûn..
Di van salên dawî de, huş û xeyalê Keyo tev li Qamişlo bû.. Her ku bûyerek, qewamek li Qamişlo û Cizîrê diqewimî, ji min dipirsî.. Her ku nasekî wî an kurdperwerekî nas miriba, dîrekt birûskek bi navê malbata wî ji min re dişand, min jî digîhand xwediyan.. Dost û hevalên xwe jibîr nedikir..
  Keyo di sala 1936an de li gundê (Hermê Şêxo), navbera Qamişlo û Amûdê ji dayik bûye. Jiyanek penabirî bi bav û diya xwe re di bajarê Amûdê û gelek gundên Cizîrê de derbas kiriye.. Ew nûxuriyê dayika xwe ye, anku mezinê pênc keç û birakî ye.
  Di Tîrmeha 1979an de, ciwanika Kurdperwer Nûvîn Harsan, Seydayê Cegerxwîn bi xwe re bir Swêdê. Kurê wî Keyo jî di eynî sale de, pey çûna bavê xwe bi dor 3 heyvan çû Swêdê û jiyana xwe, bi malbatî lê derbas dikir. Ta ku doh 26/03/2020 di nexweşxaneyeke bajarê Stockholmê de, ji ber vîrûsa Coronayê canê xwe ji dest da. Hêjaye gotinê ku Keyoyê Cegerxwîn ji xortaniya xwe ve bi tevgera kurdî re bû.. Ta berî dor 25 salan jî berpirsê Partiya Pêşverû a Kurdî bû li Ewropa.
  Ji van gotinên bavê wî (Seydayê Cegerxwîn), ku di mirina kurê xwe yê biçûk (Xorşîd e) nizanim (Cemşîd e) gotiye, xweştir nebînim ku ez di şîniya wî de jî dubare bikim. Hêjaye gotinê, berî Kesra/ Keyo çêbibe, du kur bi nave Xorşîd û Cemşîd ji Seydayê Cegerxwîn re çêbibûn û miribûn, ev helbest li ser yekî ji wa ye:

Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo!
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’ min dil bir carek mi j’ ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j’ te r’ nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’ min xeyîdye?
Te j’ min çidkir, carek mi j’ te r’ nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dil xwazê dîna wî?
Ahî dema destê wê l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?

Qamişlo 27/3/2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark