Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Birîna helbestê

 



Burhan Hesso

Helbest birîndar e
Derman
Ax
Av
Ba yê welat e
Ez ne sax im
Ne mirî me
Gulokek rîs ê kevir î
Di hengaw a dil de ,bi takên xwînê re,têtin ristin
Gerdena min mîna Teþiya Dayka min
Qîrîn û kesran dirêse


Dilê min mîna gulokek kevir
Li pey Teþyê
Diçe,tê
Diçe ,tê
Tê û diçe
Serê min li dîwarê ramanan dikeve
Xwelya bîranînan ji kuloxê poþmaniya min hildiweþe,hildiweþe
Hildiweþe ser qîtik û pariyên kezeba min
Aaaaaaaaaaax,ax
Ax ax ax ax ax ax ax ax
Li min,dara di tehtand e þînhatî
Li biyabanan
li çolan
Li derek e ,kes têr e  ne çûyî,ne kes têr hatî
Li minê liminê
Tora devê þikeftan,li ber guran vedayî
Agirê di birînan de dadayî
Xwelya kork û tifikan li þûn wara mayî
Temen roj pey rojê ji dara jiyanê diweþe
Sal pêve neman
Þev mar in
Roj li min Ejdeha ne
Durî welat im
Temîn û qewîtiya min
Li kesên diçin welêt
Kesên ji welêt bên
Hilmek e Ba
Çengek e Av
Û ji bîr nekin,
ji bin pêyên Dayika min,
mistek e Ax
Ji min re bi xwe re bînin
Helbest a min birîndar e
Û
Ez
Ji serê xwe heta pêyan
Welatek e birîn im!.

7.4.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark