Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dengên bê dengan

 


 Nizar Yosif

Dema mirov navê Çiya yê Kurmenc di bihîze, yekser qencî û hêminî ya mirov têde perwerde bûyî, ji bîrdankê tête der. Bandora xweþî û nexþên xwezayê, dengê qebeqeba kewan, fîxanên bilbilan, xwendina tilor û çûkan li ser hûsiyên daran, bi hiþ ve tentene di bin. Bihna xuhdana cotiyaran, hêza merdan, stiranên jinên jêhatî, keçên çeleng, hezkirina lawan, ser hev de di dil û ramanan de weko Kevokên kom bûyîn di firin. Rengên keskesorê, evînek dilsoz bi xwe re di reþînin.


Yek ji berên vê atmosfêrê, mirovên jêhatî, çalak xwedan ked û aferên, viyan û bawerî, hostayên wêne û hevokan, lêkolînerên bê westan jî, bi dehan ber girtin jê hatin der. Bûne çirayên di þevtariyên welêt de, ji mirovayê re dijenin. Dilopên rewayê ne ser qadan de di pekin, ji zayîn û zîldan a nifþên nû re, zeviyên serweriyê û seridandin ê ne.
Lêkolîner ê bêwestandin rêzdar Elî Cefer, Hespê xwe li pey leylanê bezand, cariknan, jê qezenc di kir, û carna leylanê di xaviya xwe de ew tîn di xapand. Di evraz û newalên geliyan de, di nava davik û sûteyan re, rêncberiya xwe ne rawestand, li pêy çavkaniyên rasteqîniyê, jêderên rastiya xwe û kedkarên vê dozê þopand. Dema xwêner, lêkolînên vî canmêrî di þopîne, bi zehmetî û cefa ya wî hayedar di be, bi balefiran welat bi welat, bi Tirmbêlan bajar bi bajar, Gond û gund, rêncbetî di gere. Bi bizavek du qat, li jêderên ji xwendekarên li jiyanê mayîn, di pirse. Bihtirîn car wan nabîne, û libin ji wan, xwe nadin destên wî, pêre dirûnin lê ti encaman naxin destên zehmetkêþ de. Libin ji wan tevzan bi bizava wî dikin, bi behaniya - ma komeleyên xwendekaran- çi tiþtên balkêþ dane û kirine, heta ku em besa wan û dîroka komeleyê bikin.
Seyda Elî Cefer ji rex hinek çavkaniyan, dewla xwe vala ji bîra wan kêþandiye, dest û pê zuha, bi keser vegeriyaye hêlîna xwe. Lê bê hêz nema ye, tim destpêþxerî( Mubadere) ya kesayetî bi kar aniye, bi bawerî û berpirsyarî, livandin û keftelefta xwe hêz daye.
Lêkolîner ê me, di sala 2016an de, çapa yekem ji lêkolîn a xwe, li ser kar û xebata xwendekarên kurd li derva yî welêt, pirtûka ( Komeleya xwendekarên kurd li Europa) ji weþanxaneya xanî weþand.
Di peyîza sala 2019an de çapa duwem, bi lêvegerek paktir û berfireh,li çapxaneya ( Baski-Cilt) li Istanbul ê çap kir. Lêkolîner di bêje, ewî gelek belge yên nû weke rojnameya (Dengê kurdistan) ya ku ji destpêka avakirina komeleyê de, di hate weþandin, û hinek destxistinên nû girêdayî bi vê lêkolînê ve, jêre peyda bûn. Lewma pêdivî bi çapa duwem bî.
Rêzdar Elî Cefer di van pirtûkan de, gelek agahdariyên giring, girêdayî xebata xwendekaran li derve yî welêt ( 1949 - 1975 ) belge kirine. Komeleya xwendekarên kurd li Europayê, bû çirayek ji doza kurd û kurdistanê re, di nava xwendekarên cîhanê de, li van welatan. Jîrî û xebata wan bûn, dengvedana vî welatê bindest, çar parce, di nava miletên dinê de.
Lêkolîner ê me di nava van 375 rûpelan de, gelek çalakî û bûyerên kevnar, ji bê xweyîtiyê zengê girtîn, li wan bû xwedî, toza salan ji ser wan day paþ, bi alîkarî ya jêderên(kesên) sax mayîn. Yek ji wan serpêhatiyên herî balkêþ, mirov pê xembar di be, çîroka lehingê kurd, stûn ê navend di damerizandina komeleya xwendekarên kurd de li Europa yê, Dr. Noredîn Zaza ye. Hêja yî gotinê ye ew serokê partiya yekem li rojava yê kurdistanê hatî damerizandin e. Dema ku li Dîmeþqê bû (Embarên wî yên derman/bijîjkî, û çend parçeyên erdê jî li dora bajêr hebûn) rewþa wî ya aborî gelek baþ bû. Tengaya demê wî, û mijûlayî bi karê konevanî ve, û texlîtên zorê, û binçavkirin ji rexê dewletê ve, ji delîvên teng, her tiþtên xwe bi emanet, spart kurdek yê Þamê (Hesen Dêrikî) da ku bi rêve bi be. Lê ew kes (Hesen Dêrikî) ked jê vediþart, bi Dr. Zaza re nerast bû. Dawî embar û erd û saman, hertiþtên ser navê wî bûn, li ber wan asê bû!! Ev lenhing ê bîrawer, yê ku jiyana xwe ji bûyî milet û netewa xwe terxan kirî, ji ber dijmin û pîsan bê çare di mîne.
Lêkolîner Elî Cefer kej û hirî ya ji herçar parçeyên kurdistanê û europa yê dayîn hev, tevn a vê lêkolînê bi rîsê Teþiya dayîkên wan çavkaniyan honandiye.
Ezê bihêlim her yek bi xwe nava van rûpelan bixwîne, bê çawa ev lêkolînerê zehmetkêþ, ji sala 1949 heta 1975ê deziyan bi derziyan ve dike, da hiþê me pê re alîkar be, û pergalên dozê bi hev re bidrûn.
Nizar Yosif
05.08.2020


Nîþe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark