Mizgîn Hesko Li wir, li wê xaka ku ne Pût, Senem û Payker lê dihatin parastin lê belê roj û tîrêjên rojê ku nîşana hebûna Xwedawendekî cuda bûn . Xwedwendekî din ku hêjayî çokdanê û pîroz dihat parastin û pejirandin. Li wir ...li serê wan çiyayan, li serê wan joriyan, oldarên cuda hebûn ku baweriya xwe bi yekxwedayî tanîn û bi çavdêrî û felsefeyeke ronîdar û cuda diyardeyên heyî şîrove dikirin û jêderên sirûstî Av, Ax, Ba û Agir jî pîroz didîtin. Belê li wir jî û hîna ji destpêka jiyana piştî Tofanê ( Tofana Pêxember Nûh ) , hin afrîdeyên din jî dihatin pîroz kirin.
Çima na...!? Ev ku em baş bizanibin û têbikoşin ku Kurdan navê jiyanê û berdewamiya jîngehê, hebûnê û perwerdahiya nifşan bi Jinê ve girêdidan, ji wan Jinan re digotin : *Jin....ji jiyanê, ji jînê û weha jî ew binav dikirin, hevjîn û hevjiyan, heval û sitûnê malê. * Afret, bi wateya ku ew mê afrêner e û jiyanê..... jiyana nuh û bedew di‘afirîne û bixwedî dike. ⦁
Pîrek ...Pîra zana û hoşmend û em dizanin ku kurdan û ji mêj ve
bawermendên olên kevnar û Êzdanasan ji wan kesên jîr û zana re digotin
Pîr û ew Pîr ciyê rêz, bawerî û hezkirina mirîdan bûn. ⦁ ⦁
Hîna 5000 sal B,Z ... nifşên Medayî û Magos ku ji zarokên Yafet kurê
pêxember Nûh bûn, Ademîzad ji incama têkiliya Mîş û Mîşana dipejirand,
bi wateyeke din ku nifşên nûhatî ji incama têkiliyên rewa yên Nêr û Mê
dihatin qadeya hebûn û jiyanê, ango wan bi awayekî dagirtî hizirîn û
reyalîstîk ev Fênomên( phänomen) şîrove dikirin.
Paşê Mûsawîtî,
Xiristiyanî û Musilmanetî hatin û Jin geh bi parsiwê xwar ve, û geh ji
baskê Adem dane çêkirin, ew Jin ji wê atmusfêra pîroz daxistin û ew kêmî
Mêran kirin, ew bi kincên reş nixumandin û bi bêhişiyê ve girêdan. Medan
û Magosên zîrek û stêrnas , beriya ku xwedawend Inana , Afrodît, Iştar û
Vînos navê Gelawêj û Anahîta li stêra zuhrayê kiribûn. Gelawêj , stêra aşiq û avîndaran, stêra herî ronîdar ji rista Gerdûn û keyhanê. Ku di meha Gelawêjê de( meha heştan, Tebax , havîna dawîn de ) ew Stêr weha geş û cuda tête der.
Heman
xwedawenda Jin, dema ku Mêr li nêçîrê bû, bi destekî sîrmijê xwe ber bi
himêza xwe hildigirt , û bi destên din bexçe û bistanên malê av dida û
aşêv dikir.Heman Xwedawenda Jin bi çarika spî , bi keziyên hinerengî ,
bi kiras û xiftanê rengîn,buharî û newrozî bi destekî çêlek û sewal
didiot û bi destê din penîr, nîvişk û sîrek û hwd ji qûtê malê amade
dikir,ango ew her hevbeş bû, mil bi mil li nik mêrên çeleng û pêşmerge û
şervan û aboriya malê xwes û geş dikir. Jinên bi xizêm û tatooyên
bedew, ku Rojîn, Nesrîn, Şîlan, Hemrîn, Erxewan, Nazdar, Gulzîn , Mizgîn
, Dilber û Rewşen bûn, belê heman Jinên ku bi navê gulan dihatin binav
kirin, heman Jinên ku li ser Hespên bi zîn û rikab siwar dihatin û
berevanî di ber xaka xwe de dikirin.
Gelo ma ev Jinên ku îro di
nexşeya wêjeyê de beşdar û dest avêtine pênûs û xameyê û derdên welatên
xwe tînin zimên, ne heman parêzvanên rist, pend, mamik,stran, kilam û
heyranokan in û hwd....? Gelo ma heman dayik, ne dayikên çanda devkî ne...? Gelo...ma
heman Xwedawendên bi çarikên spî û bi keziyên hinerengî, şox û şeng,
xwedan çend destên din ên ne penî ne, ku îro dikarin di heman demê de û
bi her destekî tiştekî bikin û bi tiştekî bigirin....? Heman Jinên ku
wê gavê perdeya reşî, tarî û stûr qetandine û dest avêtine tîşkên rojê û
li asoyên sor nêçîra bedewiya vegotinê dikin, tekez berdewamiya heman
dastanan in.
31. Gulana 2020.
|