Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Giya

 



Brahîm Mehmûd

Dengek ji beþiþandina dilan
An giyan
Ey giya
Hêrzek ji coþa xakê
Govendek ji bêdengiya hinasên nehêniyan
De were ha ji tere giya


Gevizandina steyrikan bi þevan
Sermestin li ser giya
Mebes tu be xwe giya
Daketina çiyan
Ji bilindbûna xwe
Daku rengê giya ezber bikin
Û ji tenêtiya xwe re bilorînin
Û bibijin hey lo lo hey lê lê giya
Robar xwe bi þînkaya giya þehdikin

Alfabêya giya
Ji pirtûkek bê dawî re
Ku em xwe pê divejînin

Ez û te
Ez û te û em
Bîreweriyên xwe li ser navê giya tomar dikin
Destê giya
Ku berxikên hezkirina min xwe pê dipêçin
Destê min giya
Ku kaniyên hezkirina te
Li ser dilûsin

Laþê giya
Wê çawa minminîkên mêrgan
Xwe jê berdin
Dema bahozên serserî dirabin
Ew hêlînên hêmeniyê ye
Ew laþê teyî çiroskdayî
Pirek dirêj vekirî daku jiyan derbasbe navê xwe
Laþe teyî ku dirind balind jê dixun
Û jê nayê xwarin
Ku bablîstokan kedî dike
Di nav xewnên xwe de
Ku gelek sîberên bi te xwe diçesibînin
Li rehên te mikur tên

Zimanê giya
Ku berbang fêrî zîrekiya dengbêjiya wî dibin
Hiþiyar be ziman giya
Gelek kanî devlikeniya te derdibin
Mebest ku te derbider bikin

Gavên giya
Gelek robarên rewrewkan
Hevsoyên te ne
Hogirên awazên aviyên te
Xwe noqî te dikin
Ta tu ji xwe qut bibe

Peymana min û te bi te dokîman kiriye
Ku tu afrandina resenî
Ev li ser eniya te neqþeyek zindiye
Gelek li ser tîrêjên navê te pîkoliyan dikin
Di hembêza te de ne
Dilên xwe bi tezetiya te xwe li baa dikin
Serîmar in ne bi serê xwe ne
Ez dilên wan bin çav dikim
Daku te ji giyatiya xwe hilweþînin
Û nema rêkan bibe ser xwe
Giya hey giya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark