Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Silav, Beşa Yekemîn,

 


Ibrehîm Şitlo

Ji destpêka Jiyana Meruvantiyê bi dehhezar Salan, dema yek Kes rastî hinekan dihat bi awakî xwe pêşkeş dikir. Ew carna bi desthildanê an bi Dengekî pêwendiya xwe dida pîşkeşkirin.
Silav bi çi rengî bête dayîn ew Nîşana  Destpêka Pêwendiya Du Kesan an Hejmarek bîtir nêzîkî hev dike.
 Silav di Kultûra hemû Milletan de Nîşana Aşîtîyê ye. Weke tê Zanîn her Milletek jî bi Zimanê xwe yê Zikmakî Kultûra xwe bi Peyvên Rojane bi kartîne.


Milletê Kurd ji ber Koledariya bi sedan Salan û Polîtîka  Asîmîlîzesyona Qirêj yê ku Dijmin bi Stratîcîk û Systêm li ser Milletê me bikar aniye û hîna jî berdewam dike me beşekî mezin ji Kultûra jiyana Rojane wenda kiriye û mixabim li şûna Peyvên Kurdî Gotinên Dagirkeran bi kartînin.
Silav, yek ji pêwîstirîn Bingeha Ziman û Kutltûre. Meriv Roja xwe bi Silavê destpêdike. Hema meriv kane bêje Silav Nîşana Jiyanê ye. Dema em ji xewê şiyar dibin, hema em silavê didin hev û din.
Ji ber Pêwîstiya Silavê, Olvan jî li pêwîstiya Silavê agahdarbûn û Rêberê Olan rengê Baweriya xwe xistin Reng û Formê Silavê.
Çi Cuhû, çi Xriîtyan, çi jî Misilman û wesa jî hemû Olên din jî Silav li gora Ramanên xwe yên Olî bikar tînin. Ji Silavê meriv kane car carna bizanibe ev Kes bi çi Olê bawere.
Dema Kesek ji min re silavê bi gotina:ŞELOM li min ke, hema ezê bizanibim ku ew berêz kesekî Cuhîye. Dema yek silavê bi gotina:ASALAMU ALAYKOM Silavê limin ke,ezê hema yekcar bizanibim ku ew Kes:MISILMANE û Erebe.
Li Elmanya jî Kesên ku Oldarin bi Silava: Grüssgott xwe didin nîşan.
Li vir cihê gotinêye ku hinek Partî û Civat rengê Polîtîk û Ramanên xwe di Silavê de bikartînin. Nimûne: Tevgera IXWAN ELMUSLIMÎN di destpêka xwe de di Salên 1950 – 1970 Silavê ESALEMU ELEYKOM weke Nîşana Hevaltiya Tevgera xwe bikar tanîn. Dema bixwestana yekî bikin Dostê Ramanên xwe divabû Silavê:ESELAMU ELEYKOM bikarbîne.
Mixabim, gelek Welatiyên me vê Silavê Ixwan Elmuslimîn bê zanebûn bikartînin. Ew Kurd nizanin ku ew bi wê Silavê netenê xwe ji Kultûrê Kurdî bidûdixin lê hîna jî Kirasê Dijminê Hebûna Kurdan lixwedikin.
Ji ber wê, ez dixwazim li ser SILAVÊ bi kurtî van Gotinan bêjim:
Dema me di destpêka Xebata Niştmanperwerî de karê Kurdîtiyê dikir, me dixwest ji bilî xebata Polîtîkê em li hemberî Asîmilesyona di Warê Kultûra mede cih girtiye Berxwedanê bikin û li hemberî binaxkirina Zimanê Kurdî Kultûra xwe yê Zikmakî bikar bînin.
Gelek Peyvên Erebî û Tirkî jî di Gotinên me Rojane de bikar dihatin. Yek ji wan jî Silave.
 Peya hînî Gotina: Merheba an Esalemu Eleykom bûbûn.
Silavên Afretan hinekî cuda bûn û bîtir berv bi Kultûra Kurdî ve diman:
Siba te bi xêr, Îvar bi xêr…Çaxa te bixêr… tu bi xêr hatî…
 Ew jî ji sedema ku Dayik û Xweşkên me piraniya Jiyana xwe li Mal, li Gund û carna li Çolê derbas dikirin. Têkelî û Pêwendiya wan bi Biyaniyan re qet nebû an jî pir kêm bû. Ji ber vê Sedemê Jina Kurd bîtirî Peyan Ziman û Kultûra me Parastine. Ev wilo ma ta ku Deriya çûyên û Hatina Kurdan Bajarên mezin ji ber Kar, Xwendin, Nesaxî û Bazirganiyê fereh bû û Têkeliya Milletê me çi Peya çi Afret bi Civata Bajaran re weke Lehîkî an Lêmişt pêkhat, îca Lehiya Assimîlasyonê xurtir bû. Dibîstan, Zanîngeh, Li Kar û Jiyana Rojane die nav Ereban û Tirkan de bû, li her Derekê ku Kesê Kurd biçûya divabû Ziman û Kultîrê Dagirkeran bikar bîne.
 Ica nema meriv bikanîbû ya xwe bi ser Kultûra Dagirkeran xe.
Zimanê Dagirkeran Fermî bû, lê Zimanê Kurdî li gelek Deveran qedexe bû û bi awakî Psîkolocîk jî bi taybet  li Zimanê Kurdî  bi çavekî nizim lê mêzedikirin û weke Zimanekî paştamayî lêdihat mêzekirin.
Ta ku hinek ji Beg û Axayên Kurd Gotinên Tirkî dixistin nav Peyvên xwe û xwe pê mezin didîtin.
Nimûne ji wan Kasan li Devera Çiyayê Kurd ne hindik bûn. Lê ez pêwîstiya ku ez wan li vir binav bikim nîne.
Li Devera Cizîrê jî mixabim ku Kurd Peyvên Erebî pir bikartînin ta ku carna Axaftina hinekan ji Welatiyên wir  bê Reng dibe.
Silavkirin, ne tenê peyveke ku tê gotin, lê belkî tevgerek çandîye ku jiyanek, prensîp û nirxên Kultûra  Millete  û çawa ku têkiliyên di navbera mirovan de bi pevguheztina wan re xurt dibin.
Silav gelek wateyên xwe hene û nirxa xwe bi rola xwe ya di avakirina pergala Kultûr û çanda civakê dide xuyakirin. Ew tevgerek rojane ye ku kesek li mala xwe, li kolanê, li kar û her dem praktîkî dike.  
Silav yek ji bingehên danûstendina di navbera mirovan de ye heke têkilî û têkiliyên di navbera kes û civakan de raweste û ev Rola ku Silav di xurtkirina têkiliyan û gihîştina ragihaniyê de dilîze Rolek civakî û Kultûrî ye ku dibe sedema avakirina yekîtiya kesan di nav civakê de, ji ber vê yekê jî hevahengiya avahiya wê û pergala Kultûre. Silav ji silavekê wêdetire, ew peyameke ji bo belavkirina Hevaltî, Aştî û qenciyê û gihîştina danûstendina di navbera mirovan de, û heke ew di Derbirîn û Rêbazên xwe de ji hev cûda bin, wê hingê armanca wê yek dimîne, ew jî danûstandina bi xwesteka ku tê de ye ji bo gihîştina aştî û qenciyê, ku yek ji wan rêgezên herî giringên mirovî ye.
Di nav rêzikên Silavê de xurtkirina derbirîna Evînê ye, lê her weha dayîna mohra Berêziyê jî heye, nemaze dema ku Silav li kesek Navsal û Pîr dike.
Ji ber van Sedeman, ez dixwazim ku Silavê bi Zimanê me ji Xwendevanan re bi van Gotinan binivîsim:
Roj baş, Roj xweş
Beyanî Baş, Beyanî çak.
Dem Baş, Dem xweş
Kate Baş, Kate çak.
Îvar baş, Îvar xweş
Îware Baş, Îware çak
Şeva we baş, Şeva we xweş.
Şewtan baş, Şewtan çak
Mebest û hêvîya min li vir ewe ku em ne tenê Gil û Gazincê xwe ji Kolîdaran bikin, lê dive em bixwe Zimanê xwe di Jiana xwe rojane li Malê destpêbikin. Raste Dagirker rê nade me ku em Ziman û Kutûrl xwe bikar bînin, lê Silav û Gotinên Rojane li Malê bare Milê meye ku em Bav û Dê bi hevre û bi Zaroken xwere Silav û Kutûrê xwe vejînin û bi Karbînin, ma kî Kolîdar bi mer di hundirê Malê medeye? Eger em bi Zimanê xwe bipeyivin û Kultûra xwe di nav Malbata xwe de bikar bînin, ma Polîsê Dijmin li
Kune?.
Ji bo çi Ermen Zimanê xwe ta Îro wenda nekirine?
Ermenê li Libnanê,li Sûryê, li Iraqê, li Ûrdinê…li Misirê …li Ewrupa an li Emrîka be her bi Zimanê Ermenî zane, dipeyive û diparêze?
 We bihîstiye Ermenk li Malê li gel Xêzan û Zarokên xwe bi Zimanekî bilî Ermenî dipeyive?. Ew bi Hişyarbûna Netewî ve girêdayîye.
Cînosîda hatiye serê Milletê Ermen û Xwîna wan li ba wan û li Koçberiyê bû VÎN û HIŞYARBÛNA NETEWÎ. Parastina Ziman Çeka tev xurte ku Milletek bindest kane pê xwe rizgar û azad ke.
Ma Polîsê Ereb û Tirkan li pey me li Koçberiyê ne, li Mala mene, li Civat, Dawat û Şîna mene?
Bikar anîna Zimanê Dê û Bavan nîşana Hişyarbûna netewîye, Kesê Welatparêz bi Zimanê Millerê xwe Serbilinde.
Silava Kurdî bikar bînin, serê xwe bi Rummet pê hildin.
 
Kurdish&Islamic Studies
Ibrehîm Şitlo
06.12.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark