Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bozanê (Ayn Issa) di nav bazara Tirk û Rûsan de

 


Ebdulazîz Qasim

Bazar li ser deverên kurdî bûye xala hevbeş û lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê, opozisyona Sûrî, rejîma Tirkiyê û Rûsya de, û kurd dibin qurbaniyên van bazarên şer û şerxwaziyê û rêkkeftin û girêbestên wan li ser hesabê kurdan têne girêdan.
Wekî heman bazara reş ya li ser Efrînê, û paşî li ser Serêkaniyê û Girêspî bûyîn, ku îro li gel bêdengiya Amerîka û YE, bazar careke din li ser Bozanê “Ayn Issa” dibe.



Li gorî raporteke “Rewangeha Mafên Mirov ya Sûrî” ku di roja 21.12.2020`an de, civînek li gundê Şirkrakê li nêzîkî bajarokê “Bozanê” ji bo diyarkirina çarenivîsa vê deverê di navbera efserên Rûsiya û Tirkan de hate lidarxistin, lê heta niha tiştek nehatiye ragihandin, hevdem ku car car şer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çeteyên Tirkiyê de li ser çeperên Bozanê û gundên wê bi dijwarî diqewimin.
Li gorî hin çavkaniyên kurdî, ku civînek li ser rewşa “Bozanê” li bajarokê Rimêlan li gel Amerîkiyan hate lidarxistin û têde Amerîkiyan got ku wan ti pêwendî bi rewşa niha ya li Bozanê nîne, û got ku rewşa wê girêdayî bi rêkkftina di navbera “Rûsiya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê de ye, û heta nivîsîna vê gotarê jî hêj tiştek nehatiye ragihandin?.
Helwestên Tirkiye û rejîma Sûriyê ji doza kurdî xuya ne, herwisa helwesta Rûsyayê jî xuya ye, ku Rûsya di hemû siyasetên xwe piştgiriya rejîma Sûriyê dike, bi tenê helwesta Amerîka diyar nîne, nemaze ku Amerîka niha di kawdanên bergihur “veguhestina deshilatê” de derbas dibe, wekî me dît ku çawa ev kawadana demkî ji aliyê Bexdayê û ji aliyê parlemantoya wê ve wekî frsind û derfet li dijî Herêma Kurdisanê hate bikaranîn, her di vê çarçoveyê de, dûr nîne ku di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîmê de lihevkirinek hebe ji bo guvaştinan bêxin li ser HSD ji bo radeskirina Bozanê bo rejîma Sûriyê, bi bikaranîna heman derfetê û sûdwergirtina mijûlbûna rêveberiya Amerîkî bi encamên hilbijartinên serokatiyê û veguhesina deshilatê, û heger Amerîka bêdeng bimîne, helbet wê rewşa Bozanê ber bi çarenivîseke reş biçe û dibe Tirkiyê dest bi dubarekirina dagîrkeriyeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ji aliyekê din ve, tevlî kiryarên vê dawiyê yên li dijî ENKS’ê û şewtandina ofîsên partiyên wê li Qamişlo û Derbêsiyê û êrîşên li ser malbatên aliyên wê li Amûdê, lê dîsa berdewamiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji aliyê “ENKS” û “PYD” ve hate piştrast kirin, ku berî çend rojan ji aliyê nûnerê nû yê Amerîka yê taybet li Sûriyê “Joel Raybrunn” di serbazeke leşkerî de li nêzîkî Hesekê bi awayekî cuda du civîn li gel şanda ENKS û PYNKS hatin lidarxistin, û nûnerê nû yê Amerîka tekezî li ser timamkirina piroseya lihevhatina kurdî kiribû, û li gorî nûçeyan ku civînên duqolî bi çavdêriya şandeke Amerîkî di navbera her du aliyan de piştî bi dawîhatina cejn û bihnvedanên sersala nû dê careke din berdewam bibin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark