Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: “Girêka kor” ya Îranê li Sûriyê

 


Samira Al-Mesalima
Wergerandin: Ebdulazîz Qasim


Neh salên derbasbûyî ji xelkê Sûriyê re xuya kir ku destwerdana navnetewî ya pêdivî ji bo bidawîkirina hevrikiya li Sûriyê, ne di nav bijardeyên hemû aliyên têkildar bi dosiyeya Sûrî de ye, tevî alîgirên herdu aliyên dijber (rêjîm û opozisyon) bûne hevpar û bazirganiyê li ser vê hevrikiyê dikin, ev yek wê metirsiyê zêde dike ku heye Sûriya ji bazinê biryara navnetewî ya rast ji bo rawestandina karesatê derkeve, hevdem ligel berdewamiya hevrikiyê, ku her du aliyên xwecihî wê parçe bibin û hejmara wan zêde bibe, û Sûriya wê bibe bazara berjewendiyên navnetewî û herêmî.


Êdî Sûriya (rêjîm), wekî berî destwerdana Rûsiyayê di 2015’an de, ew hêza yekgirtî nîne ku bibe pergal bo parastina Îranê, herwiha jî ku Sûriya Esed di bin parastina Rûsî de, Sûriyayek hevgirtî nîne, dabeş bûye di navbera du aliyên herêmî de, wekî niha ku temaşe li doseya Sûrî li ser maseyên diyalogê û çareseriya wê li gorî berjewendiyên li gel Rûsya û Îranê dibe, û herwiha ku Amerîka jî nêrîna xwe li ser vê doseyê bi rêya nirxandina pêşkeftina doseya nuklerê ya Îranê, yan jî bi rêya têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê dinirxîne. Îro gerewa Îranê, li ser vegera demokratan li Koçka Spî ye, û li ser baştirkirina têkiliyên di navbera xwe û Amerîka de, ne bi tenê li ser vegera li pêş çar salên berî rêveberiya serok Donald Trump, yê ku di 20’ê kanûna paşîn de bidawî bibe, zêdetir dixwaze ku Îsraîl rêgiriyê li rola wê di navçeyê de neke, û têkiliyên kûr li ser têgihiştinên berê yên ligel Demokratan li ser doseya navkî, û xalên têkiliya neyekser di navbera xwe û Amerîka de ava bike, û bi rolên temamker rabe heta bigihîje astê ku bi rola polîsê Amerîkî li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî rabe, ku vê yekê tirsa di nav dewletên Kendavê de peyda kiriye, lewra dewletên erebî yên kendavê hawara xwe car digehênin Îsraîlê, û car digerin ji bo xwe nêzîkî Îran û Tirkiyê bikin û rêyên diyalogê bi wan re vekin ji bo xwe biparêzin ji rola wan ya di rojên pêş de.
Ji aliyekî din, gerewa Îranê li ser helwesta hukûmetên Ewropî ye yên ketina di nav aloziyên aborî de, û di bin zexta redkirina penaberan, û bertekên pandemiya Corona de, herwiha ku Îran; rastiya helwesta dewletên Ewropî derbarê biryar û sizayên Amerîkî yên “Trump” li dijî wê dizane, ku dewletên Ewropî yên hevparên rêkkeftina navikî bac û bihayên mezin dane ji encama wan sizayan, û bi neçarî xwe ji wan girêbestên veberhênanê yên li gel wê xwe vekişandin, ku Ewrûpa di wê baweriyê de ye ku vekişîna Amerîkî ji rêkkeftina navikî bû delîve ji bo ku Îran programa xwe ya nuklerî û mûşekî bi pêş bêxe, û dibîne ku dubarekirina rêkkeftina 2015 (5+1), take dergeh e ji bo bikaribin bi rêya wê danûsandinan ji bo guhertina reftara Îranê bikin, zextê bêxin li ser zêdexwaziyên wê yên nuklerî, di çarçova rêkkeftinekê de ku bi kêrî pêşkeftinê bê. Îran, ji ber vê yekê, çaresernekirina rewşa Sûriyê (ango, berdewamiya rewş niha li Sûriyê), bo xwe bi baştirîn çareserî dibîne ku paşê wê bikaribe hin rêkkeftin û girêbestan çêbike tê de hejmongeriya xwe bi awayekî aktîv li Sûriye û Libnanê bisepîne, û her ji despêka ku Amerîka dosiyeya Sûrî raspardî Rûsiyayê kir di rêkkeftina wezîrên derve yên her du welatan, John Kerry û Sergey Lavrov, di îlona 2016 de, ku Îran dixebite û kar ji bo têkşikandina her agirbestekê yan pêvajoya çareseriyê dike, û hemû rêkkeftinan binpê dike heta yên ew bi xwe tê de alî, wekî heman peymanên Astana, ku ew wekî kirasê “Osman” bikar tîne, gava ku bixwaze wê li ber xwe bike, û wê hevparê çareseriyê be, yan jî dema ku pêdivî be, wê ji ber xwe dike û bibe rêgir.
Di çar salên borî de, Rûsiya nikarî rêkkeftinekê di navbera aliyên Sûrî (opozisyon û rêjîm) de li ser hikûmeteke yekgirtî peyda bike, da ku bilez dest bi pêvajoya nûavakirina Sûriyê bike ji bo qerebûkirina ziyanên xwe, piştî ku ew bû hevparekî rastîn di têkbirina hejmongeriya Îranê de, bi rêya dûrkirina wê ji ser maseya danûstandinên navnetewî yên derbarê Sûriyê, û herwiha ku Rûsiya di salên borî de xwe bi nûnerê rêjîmê pêşkêş dikir di danûstandinan de, û wê hêvî dikir ku Sûriye bibe kartek “lêkguherînê” li ser dosiyeyên wê yên li gel Ewropî û Amerîkî, lê ji ber wê bi rêya peymanên Astana ku nikarîbû tevaya axa Sûriyê kontrol bike û di nav de Idlib û herwiha ji ber ku wê bi sivikatî li armancên Tirkiyê li Sûriyê temaşe dikir, vê yekê Rûsiya vegerand xala destpêkî ya ku wê li Sûriyê dike hevkarê Îranê, ne ku alternatîf jê re. Rûsiya, niha li Sûriyê, aliyek lawaz nîne, lê ew aliyê herî bihêz jî nîne nemaze niha ku heye nêzîbûnek di navbera Îran - Amerîkî de peyda bibe, û ew dizane ku hejmongeriya wê li Sûriyê di serdema Trump de wê ne heman hejmongerî be di serdema serokatiya “Joe Biden” de.
Ji ber vê yekê, îmkan heye Rûsya razî bibe li ser çareseriyeke siyasî li Sûriyê di bin biryara 2254 ya civata ewlekariya navnetewî de, lê dibe daxwaza gerantiyên mezin ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî û leşkerî bike. Rûsya, wekî destpêk dê daxuyaniyên xwe zêde bike û ragehîne ku çareserî li “Cenevr”ê ye, û ne li deverek din e, bi awayekî demkî wê palpiştiya civatên Komîta Desûrî bike û dê xwe ragir e heta siyaseta Amerîkî li Sûriyê zelal bibe, û dema rêveberiya Amerîkî ya nû tevgera wê esmanî li ser Sûriyê dirêj bike, wê gavê Moskow dê çareseriyekê li ser du astan peyrew bike: Di berjewendiya bicihkirina rêjîmê de, wekî take hêz di bin deshilata wê de, li gel hin guhartinan bi beşdarîkirina opozisyonê bi awayekî lawaz û bêbandor, yan jî ji bo berjewndiya paqijkirina tevgera rêjîmê, çi ji serê wê be, çi ji navîn be, wekî ku niha tê pêşniyarkirin, û derbaskirina hin guhertin di form û sîmayê hikûmetê de li gorî destûra 2016’an ya ji aliyê opozisyonê hatibû pêşniyarkirin, bi awayekî ku berjewendiyên Kurdan bêne garantîkirin ku Amerîka li Sûriyê wan diparêze, li gel gerantîkirina hin berjewendiyên oposizyona Sûrî. Lê wekî din wê Sûriya bi “girêka kor” ve girêdayî be, heger hat ku Demokratên Koçka Spî (Biden) li gorî geşbîniya Îranê be! Wê demê ku Îran wê desthilata xwe li ser Sûriyê dirêj bike, û wê berjewendiyên Rûsiyayê di serbazgeh û peymanên wê yên aborî de dorpêç bike, û wê rêjîma Sûrî, bi serokatiya Beşar Esed ber bi reformên kêmtir biçe, wê desthilata Esed bo heft salên din berdewam bike ku serokatiya wê ya nû de nîva îsal de despê bike, di dema wê serkêşiya pêvajoya siyasî ji bo reformkirina destûrê bi “fraksyonên opozisyonê” re, di heft salên bê de bike.
Dibe ku xirabiya Rûsiya kêmtir be, dema ku miletê Sûriyê opozisyoneke nîştimanperwer ya xudan bernameyek rasteqîn û nîştimanî hebe, ku danûstandin ji bo berjewendiyên wan be, û civaka navnetewî xistibe li hember yek bijardeyê ku mafê çarenivîsa gelan bi civaka navnetewî dabe qebûlkirin, û siberoja xwe ava kiribe, heta li ser hesaba qebûlkirina çareserî, guherîn û reformxwaziyên vekirî, ne bi destê ti aliyan yên dixwazin bibin hevkarê desthilat û hikûmetê bi rêya hêza otorîter, hesin, agir û zindanan.
Nîşe: Samira Al-Mesalima Sernivîsara berê ya rojnama Tishreen ya fermi bû

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark