Konê Reþ Di jiyana her mirovekî de xizim, heval û hogirên wî hene. Hin ji wan zûbizû ji bîra wî narin. Nexasim, ewên ku bandora wan li wî û civaka wî hebe.. Sebaretî min, helbestvan û çalakvanê Kurd Ferhadê Çelebî yek ji wa ye. Tevî ku va 17 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, hê jî di bîra min de ye. Ew di roja 31/10/2004an de, digel du birayên xwe (Zibêr 50 salî) û (Þêro 41 salî), ji Qamiþlo diçûn Helebê, li ser cadeya (M4), nêzîkî bajarê Reqayê, di rûdanek tirafîkê de, hersiyan canên xwe ji dest dan. Sibeha 1/11/2004, bi beþdariya cemawerekî girs ji xelkên Qamiþlo û Amûdê termên wan di goristana bajêr Amûdê de hat veþartin..
Nivîskar û helbestvan Ferhadê Çelebî; di sala 1961ê de li bajarê
Amûdê hatibû dinyayê, xwendina destpêkê li Amûdê bi dawî anî bû û di
sala 1985an de xwendina xwe di zanîngeha Þamê, fakulteya abûriyê de
qedandibû û ew yek ji:
- Endamê komîta navendî ya (Partiya Demoqrata Pêþverû Kurdî li Suriyê) bû. - Yek ji du xwediyên kovara (Zanîn) bû. - Yek ji damezirênerên (Festîvala Helbesta Kurdî/1993) bû li Suriyê. - Yek ji berpirsyarên kovara (Gulistan) bû, ewa ku Seydayê Cegerxwîn ji sala 1968an de diweþand. -
Roleke wî ya berbiçav di komên folklorî kurdî de hebû, hem jî di aheng û
festîvalên kurdî de û wek pirekê bû di nav Cizîr û Efrînê de. Helbestvan
bû; dîwanek helbestên wî çapkirî hebû, digel çend destxetên wî yên ku
nehatine çapkirin û dîwanek helbestên helbestvanê ereb rehmetî Riyad
Salih Elhisên ji erebî wergerandiye zimanê kurdî. Di roja
02/11/2004an de, li ser daxwaza heval û hogiran ji nivîskar û
helbestvanan, min ev gotin di bin konê þîniya wî û herdû birayên wî de
li Amûdê got: (Wek ku tev dost û heval zanin, min û wî ji berî 15
salan ve, di warê rewþenbîriya kurdî de, bi hev re daye û standiye.. di
wê navê re me gelek caran aheng, bîranîn, þevbuhêrk û kor li dar xistine
û me gelekî xwe di ber tore û çanda kurdî de westandiye.. anko me gelek
dijwarî, asteng û qiriktalî dîtiye û bi hev re derbas kiriye..! Tev ji
bo parastin, pêþxistin û bilindkirina ziman û rewþenbîriya kurdî.. Bi
sehkirina ku ew û herdû birayên xwe Zibêr û Þêro di bûyereke tirafîkê de
koça dawî kirine, ez gelekî xemgîn bûm û li jiyanê û qederê vegeriyam û
min ji xwe re got: - Çima wisa qederê?! Jiyan xweþe, careke
nabe dû car.. Erê jiyan xweþe û careke nabe dû car.. Xweþbûna wê di hêvî
û omîdan de ye, di dost û hevalan de ye, di asteng û dijwariyan de ye
jî.. Hêvî û omîd, dost û hevalên bi rûmet, alozî û asteng; jiyan bi xwe
ne. Bêyî wan, jiyan bê xwê ye, kelê ye û bê tame.. Tevî ku jiyan tijî
bûyere, bi bûyeran þêrîn û tal dibe, lê dema ku qeder tê her tiþtî di
nav lingê xwe de diperçiqîne; çê û ne çê, erênî û neyênî, gewir û tarî..
þevê dike roj û rojê dike þev..! Qeder lerezîne, bablîsoke, qiyamete,
mirine. Erê mirine, mirineke reþ e..Tevî van sosretmayan, deriyekî nû di
jiyana mirov de vedike.. Qeder dergehekî nû ye di jiyana mirovan de..!
Mirin jiyan e.. ku mirin nebe, jiyan cihê xwe di jiyana me de nabîne.
Jiyan cihê xwe di þûna mirinê de dibîne. Her mirinek jiyaneke û her
jiyanek mirineke. Lê ji bûyerên herî berz di jiyana mirovan de QEDERE.
Qeder jî, bê pirs li dergehê jiyana mirovan dide û derbas dibe, çi bi
dilê wî mirovî be an bê dilê wî be, çi pê kêfxweþ be an pê dilreþ be..
Qeder, bê pirs derbas dibe û jiyana wî mirovê ku qeder bi serê wî de
hatî, diguherîne. Sebaretî hevalê me Ferhadê Çelebî û qederê; ew
þivîleka ku dabû ser û keysa xwe xweþ kiribû ku têre derbas bibe, qederê
ew þivîlek ji ber çavên wî winda kir û rê nedayê ku careke din bi
welatiyên xwe re bigere, bi heval û hogirên xwe re bi raqise û bi
zarokên xwe re bikene.. Erê, jiyan, mirin û qeder yek terz in, yek
celeb in, tev li hevalê me Ferhadê Çelebî bûn yek û ew ji ber çavên me
winda kir, belê her wê navê wî di huþ û wijdanê me de bimîne.. Bi
vê helkeftina xemcivîn, ez bi navê xwe û navên hevalên xwe ji nivîskar û
helbestvanan, sersaxiyan ji zarokên wî, xizmên wî û heval û hogirên wî
re pêþkêþ dikim.. Xwedê wî û herdu birayên wî bi dilovaniya xwe þad
bike).
|