Cankurd Mirov ji dayîk dibin, dijîn û dimirin... Hemî mîna hev, di van her sê pileyan re derbas dibin: Bûyîn, Jiyan û Mirin. Ev jî dadmendiyeke hêja ye, loranî kesek ta ebed najît. Dibêjin, ku (şehîd) namirin, ev jî rast e, lê ewan jîna xwe paş mirina leşî, bi şêweyekî, ku bo me nenas û nedîd e, li ba Xwedê digudînin. Ew jîn çawa ye, em nizanin û kî şehîd e, ji Xwedê pê ve kes nizane… Her wekî dibêjin, ku di dema jiyana Muhemmed, şandiyê Xwedê -Selewat û silav lê bin-, deh kes ji pêkev û rêheval ên wî bi bihiştê hatibûn mizgînkirin, ew ji ber bawermendî, Xwedawendî, dêm û ragirtin û bersivdêriya wan di rêya Xwedê de... Lê çûyîna bihiştê jî ne destxistineke asan e, bo vê yekê divê mirov gelek zorê bide xwe, ku jîneke paqij biborîne û mîna mirovekî paqij bijî û bit naskirin, lew ra Zerdeşt (Zerdûşt) gotibû: “Pak bihizire, pak bipeyive û pak kar bike.”
Dibêjin mirovekî karbaş “salih” hebû, guneh ên wî winga kêmbûn, ku
li ba xelkê mîna Xizir -silav lê bin- dihat dîtin, hemiyan ji wî hez
dikirin û gava pirsek giring û pêdiviyê sondxwarinê heba, bi seriyê wî
merivê hêja sond dixwarin. Bi rastî jî, ew meriv Xwedawendekî, ku mîna
wî ji hevdem ên wî kes nebû, êdî ew jî pîr bûbû, dora Heştê salî, por û
pirça wî sipî, damar ên xûnê di bin çermê wî re dixuyan, didan ên wî
ketibûn û alîgê wî di çûyîn û hatinê de çomaxekî “çovekî” sindîganê yê
hilîskirî û kevnare bû; çovê Mûsa -Silav lê bin- dihanî bîra mirovan. Ev
merivê hêja, ku navê wî ji bîr bû ye û çêroka wî her ma ye, belengaz û
hejar bû, bi tenê xwe bû û ji xwe re li ser rû yê zevînê, mîna firindekî
bê histobarî digeriya, ziyana wî bi kesekî ne dibû, lê gelek azar
“nesîhet” didan mirovan, ku li gel Xwedê hevparan “şirîkan” ne nasin, bi
hev re baş û çê bin, hev û din nekujin, heramzad nebin, dest nevêjin
namûs ên hev û din û bi hev re alîg û piştevan bin… Gava di nav du
kesan, du malbatan an jî du komikan de pevçûn pêda dibûn, ew merivê hêja
dibû navber û aştîvan… Lê pişt re bi rêya xwe ve diçû, ku bar û
giraniya xwe neke ser milê kesekî... Bo wî hîç axaz ên xweyî ne bûn, ji
nan û ava rojane, ji ciyê razana şevê û saxiyê pê ve, hîç mirazên wî
tune bûn… Hebûn û dêrîna “mulkiyeta” wî ji malê dinê jî du kilaşên
çermî, yên ku bi destan hatibûn çêkirinê, tê re bîçên lingê wî diyar
dibûn, kirasekî rêsî, ku bi destê xwe rêstibû, ew çovê pê digeriya û
tûrekî, ku tê de hinek nan, mûj, bostanî “hişînayî û salate” û piçek
xoyê hebûn. Ma bo mirovekî xwedî hiş ji van pê ve çi pêwîst e? Rojekê
ji roj ên Xwedê, ew giha qeraxê çemekî piçûk, ku di newalekî tijî dar
ên biyê û sicê re, ber bi xwarê ve, di ser zinarin tîştîşî re av
dixumxumî… Xumxuma avê, wîçwîça çûkan, wirçwirça beqan û vingvinga mêş
ên hingiv, ku dihêwirîn qelîşteka bilind di beneke zinarî de, dilê wî yê
pîr tijî jîn û viyan kirin… Li siya benê rûnişt û li hawîr xwe bi
dilxweşî li wa bihişta piçûk temaşa kir û dît, ku çawa masiyên piçûk xwe
ji korteke avê bi jor ve davêjin, xwe li ser rûyê tehtekî bi kevza kesk
dizemirînin, bi kosaniyeke “berxwedaneke” bê westan, li hember ava bi
hêz, ku bi ser wan ve tê xwarê, hêdîka ber bi jor ve hildidin. Ew evdalê
Xwedê li xwe hişyar bû û got: “Gelo! Ev jîn çiqas şirîne?! Hinekî bi
rewşa xwe û ya wan masiyên ser tehtê re gêro “mijûl” bû, dawî piyên xwe
ber bi jor ve rakirin, xwe li ser kaban avêt xwarê, rûyê xwe ber bi
ezmanan kir, çavên xwe damirandin û got:”-Ey Xweda! Tu çiqas zana û
jêhatî! Te ev jîn wilo xweşik pêda kirî.” Gava seriyê xwe danî û çavên
xwe vekirin dît, ku pêjna “xeyala” mirovekî girbiz li rexê wî yê rastê
diyare. Cara yekê ye, tirseke weha mezin dikeve dilê wî. Ew merivê li
rex wî rawesta bû ne mîna kesekî din bû, gir û hêzdar, mîna şewqa royê
ji dêmê wî dihat, piyên wî kin, lê weke pola dixuyan. Gava merivê nedîd
“xerîb” silav da, dengê wî sama dengê ewiran bi ber zinarê ket, hemî
tilûr û beqan bê deng bûn û nema xumxuma avê jî dihat guh ên evdalê
Xwedê. Bi tirs û bê ku karibe ji ber pertava şewqê li ser çav ên
silavdarê xwe binêre silav veda û pirsiya: -“Ezbenî! Tu kî yî?!.” -“Ez şahê Mirinê me.” -“şahê Mirinê ?!..” Şahê
Mirinê bêdeng ma, evdalê Xwedê jî mat ma, hinekî tirsa wî kêm bû, lê bi
egera diyarbûna şahê Mirinê ve gêro bû, xwast, ku rabe, lê kab ên wî
negirtin, sist bûn, hêz û tab di ling ên wî de neman, carekê hîz ser xwe
kir, ku rabe, şahê mirinê destê xwe bi nermî û germî da ser milê wî yê
rastê, ku di cihê xwe da bimîne. Êdî xaziya devê zuwa bû û gewriya wî
hat girtin û nema dikarî pirseke din bike. Şahê Mirinê bi zarekî
“luxetekî” xweş gotê: “-Ez ji ber qencî û başbûna te fedî dikim, lê
wek tu dizanî dayîneke şahê şahan, Xwedayê gewreban li ba te ma ye, ez
hatime wê emanetê bibim.” “-Eşhedû en la îlah e îlellah..Ser seran û ser çavan. Ev rast e... Karê xwe bike, ezbenî.” Şahê Mirinê hate pêş wî li rûyê wî temaşa kir û got: “-Tibê gotineke te heye?!” Evdalê
Xwedê bihnek kûr kişand û got: “-Dij bi fermana Xwedê tiştekî min tune
ye, lê berî niha bi qasekê ez hatim virê, min li hawîr xwe temaşa kir,
jîn bi min xweştir bû û viyana dilê min ez dame bin xwe.” Şahê Mirinê, ku bi rêzgirtin li ber wî rawesta bû, got: “-Heger mirazekî te heye bibêje.” Evdalê
Xwedê, paş soliqekê, got: “-Ezbenî! Min kukumekî Xwedê me, teviya van
sal ên borî, min hîç mirazekî mezin ne bû û malê dinê li ber çav ên min
erzan û heban bû. Eger mirazekî min hebe, ewe ku Xwedê bihêle ez jîna
xwe ducarkî bijîm.” “-Ev hêvî ye an xastek e?” “-Ev xastek e.” “-Baş e, tu yê li vir bimînî ta ez ji Xweda yê xwe dipirsim, loranî ev biryar di destê wî de ye.” “-Dizanim.” Şahê
Mirinê mîna lêdana birûskê vebirîsî û winda bû, ser ji nû ve saz û awaz
ên sirûştê hatin guhan, bayekî nerm bi ser rû yê evdalê Xwedê de ji
aliyê xarê ve hat û xûdana ser eniya wî sar kir. Di wê navê de, ew
ji cî rabû ser pêyên xwe yên tevizî, ber bi kaniyeke, ku ava wê ji
zinarê dixulxulî, çû, çovê xwe da aliyekî û bi herdu lepên xwe ava sar
li rûyê kir û pişt re kilaşên xwe jî dan ber avê û weha rawestiya, nema
karî bû li tiştekî bihizire, li benda bersiveke xêrê ji ezmanan ve ma. Ji nişka ve xumxumek bi ezmanan ket û dengê şahê mirinê hat guhên wî: “-Rojbaş.” “-Rojbaş, ezbenî!“ “-Xwedê
ferman da, ku ez te bihêlim, tu jîneke dî bijî, lê li dawiyê tu yê bi
xwe werî û xwe bidî dest me, hîngê ez ê emaneta Xwedê ji te bibim.” “-Mala
Xwedê ava… bila... Ez ê bi xwe bêm... Ez ê bi xwe bêm.” Di cîh de ji
ber kaniyê bi şûn ve çû, xwe avêt xwarê, eniya xwe da ser zevînê geyayî û
şil û got: “-Elhemdullîlah… Subhanellah...Elahû ekber.” û rabû nimêja
xwe ya nîvro kir. …………….. Roj çûn, sal û meh hatin û derbas bûn.
Evdalê Xwedê ji nû ve hêztir bû, dêmê wî ciwantir û naztir bû, mîna
ewîlekî bi liv û lebat, vir ve û wê ve çû û hat. Gundê xwe, yê ku berî
wê demê bi salan hêla bû û jê bi dûr ketibû, hat bîra wî, bi lez û bez
vegeriya wî gundî û tev li jîna gundiyan bû. Xelkê, ku bawer ne dikir,
ew careke dî vegere mala xwe, ji çav ên xwe bawer ne kirin, gava dîtin
ew hatiye, tev hatin silaviya “birayka” wî û li dora wî civiyan, li
rewşa wî pirsiyan û li ser wî û li ser vegera wî ya nedîd bikinî
“e’cêbî” li xwe diyar kirin. Lê ew çawa dîsa ciwan û jînhez û malxwaz bû
ye, nizanîn bi çi teherî, û çima. Evdalê Xwedê êdî li merivên xwe
zor kir, ku ji wî re cil û mal û xwarin û her tiştekî bo jîneke xweşik
amade bikin. Dar û berên xwe, yên ku li gundiyan belav kiribûn dîsa ji
wan xwastin û li jinebiyekê, ku bîst salan ji wî piçûktir bû, bû
xazgêner. Te digot; ev merivekî dî ye û ne ew kukumê, ku dest ji malê
dinê kişandibû, mala xwe hêla bû, bûbû reben û rêwend. Lê dîsa jî di
dilê wî de tirsek hebû, tirsa mirinê li ba wî hebû. Gava li mala xwe, li
kebaniya, ku ji xwe re standiye, temaşa dikir, pişthespekî “suwarekî”
reş di ber çav ên wî re bi lez hespê xwe dibezand û bi dest xwe de
şûrekî mezin dileqand. Roj bi roj ew merivê karbaş ji qenciyê bi dûr
diket, bedkar û gunahkar dibû, bi xelkê re dikete pevçûnan, zor li
malbata xwe dikir û zeyta çiraxa wî kêm dibû û ruhniya rû yê wî winda
dibû. Êdî Iblîs jî ketibû bin kumê wî, ew bi dav û kemend ên xwe
xistibû, carina dizî dikir, carina malê gundiyan bi zorê ji dest wan
dibir û carina jî pevçûn dixist nav gundiyan, agirê neyartiyê di nav wan
de gurrtir dikir. Gava dibihîst, ku meriyek mirî ye, ew ji gund bi dûr
diket, venedigeriya ta ew mirî vedişartin û gava dibihîst, ku nexweşî li
warekî heye, wî rê ya xwe bi wir nedixist. Lê ji ber hezkirina malê
dinê û gêrobûna wî bi jînê, carina jî mirin tew ji bîr dikir û ji ber
mijûlbûna bi mal û jin û pertalan carina ji bîr dikir, ku ew ê rojekê
bimire. Gelek sal çûn û ew hîn dijiya, maldar û navdar bû, lê ev car ne
bi qencî û başiya xwe, belku bi bedkarî û dêrîna xwe ya h’eram. Rojekê
ji bazareke dûr di ber sinca rezekî re li ser pişta hespê xwe derbas
bû, lê ji ber ku ew bi hinek karên xwe yên rojane, ku pir dirav û pertal
tê de hebûn, gêro bûbû, tew wî mirin û şahê Mirinê ji bîr kiribû… Dît,
ku li kenarê rê merivekî girbiz li ber korteke dirêj û nû kolayî
rawestî ye û bêrek bi dest de ye. Ew giha ba wî, silav da û rawestiya,
merivê ku bêr di dest de silava wî veda û seriyê xwe di ber xwe de dusê
caran leqand. Ji wî pirs kir: “-Birazî! Ev çi korte tu dikolê?” “-Ev gora merivekî ye.” “-Lê bo çi tu seriyê xwe dihejînî?” “-Lora ku ez nizanim, ev gor têra wî merivî dike an ne.” Ji hespê xwe peya bû, li rex wî kolerê gir rawestiya û li binê gorê niriya, got: “-Ma ew ê mirî çiqas dirêje?” “-Ezbenî! Welleh mîna te dirêje.” “-Baş e! Ez ê dakevim gorê û binêrim.” Merivê bêr di destan de piçekî berken bû û got: “-De bila!” Evdalê
Xwedê, ku mirin ji bîr kiribû, daket gora, ku bihna axa taze jê dihat,
xwe li ser axa sar dirêj kir û destên xwe jî li ser sîngê xwe dan hev,
te digot ew gor ji wî re hatiye kolan… Di wê navê de mirin û şahê
Mirinê hatin bîra wî, lê heywax! Gelek dereng. Merivê, ku li hafa wî
rawestiya bû û siya wî bi ser çav ên evdalê Xwedê de hatibû, bêra xwe bi
bin axê xist û bêrek ax bi ser wî de avêt, tirseke mîna lerzîna zevînê
bi dilê evdalê Xwedê ket, lê êdî hêza wî jî nema, ku rabe ser xwe an baz
bide, bi dengekî nîvbirrî bang kir: “-Birazî, te çima wilo kir?” Di cîh
de, ew kesê bêrek ax avêtiye wekî şahê mirinê diyar bû, dîsa bi şewq û
pertav bû, evdalê Xwedê nema dikarî çav ên xwe veke û li wî binêre.
“-Min bo te ne got tu yê bi xwe werî û xwe bidî destê min? Ma te ji bîra
kir?” “-Erê min ji bîr kir...Min ji bîr kir.” Şahê Mirinê ew bi
ganî bin ax kir, bi dest ên xwe çal kir û li derve li ber kenara rezî
hespê evdalê Xwedê, hevsar li pê dixuşî û ji xwe re diçeriya û kesekî ji
rêwî yên di wir re derbas dibûn, ne dizanîn ew hesp yê kê ye û ew gora
nû hatiye kolan ya kê ye. Gundê wî jî tew nedizanî, evdalê Xwedê bi kî
derê ve çû ye û bi rastî ji wan re çûn û hatina wî jî ne giring bû, ew
li ba wan bûbû maldarekî zordar, ku mirina wî an windabûna wî servehesî û
dilxweşî bû. Roj çûn û hatin û li ser gora wî geya bilind bû û çêroka
mirovê ducarkî jiya ye li ser zimanan belav bû.
|