Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yûsivê Dîbo têkoþerê karê paqij.

 


M.Emîn Sadûn- Dêrika Hemko.

 Îro bi bihîstina koçbarkirina xebatkar û serkirdeyê kurdê navdar Yûsivê Dîbo re, bîrdanka min ez li bîranînên min vegerandim û hinekî ez di paþ de zivirandim. Xortaniya min anî bîra min û germiya dilê min ji kar û xebatê re da ber çavên min. Erê ka ew rojên berê, wefadarî û dilsozî ji kêþeya gelê bindest û perîþan re. ka ew xebatkarên merd, dilovan û cansivik, yên ku xem û merema wan êþ û janên gelê wan bû.
Bi taybetî ew roj ji bîra min naçe, û ma sax û zindî di bîrdanka min de.


Ew roja ku ez rêwengî bûm û ber bi Þama þerîf ve rê diketim.
Sal jî di navbera salên 1985- 1986 an de ye.
Ji niþkî ve çavên min bi xebatkar Yûsivê Dîbo ket, ku piþta wî li min bû û þipiya di nava polmanê de, xwe bi nava wê girtibû û ji Dêrikê wê here bajarê xwe Qamîþlo, piþtî karekê rêxistinî yê partiya xwe, Partiya Çepa Kurd li Sûriyê.
Dema min ew dît, ez ber bi wî ve çûm û min xwe lêda naskirin û min jê xwest ku bê li cihê min rûne. Lê pêþîn daxwaza min red kir û nexwest li cihê min rûne. Piþtî lavlav û rijdbûna min, ew hat û li cihê min rûniþt û ez seraserî wî mam þipiya ta em gihane bajarê Qamîþlo, li wir me xatir ji hev xwest û spasiya min kir û ew ji polmanê peya bû û ez li cihê xwe rûniþtim û ber bi Þamê ve çûm.
Dema îro koça dawî kir, tevî ku piþtî wê min gelek caran dît  û me kar û xebateke dirêj di nava rêzên Partiya Çepa kurd li Sûriyê de de bi hev re kir û pir caran rexneyên dijwar jî lê dikirin û bi taybetî piþtî ku bû sekirtêrê Partiyê piþtî koçbarkirina xebatkatê buhagiran Ismetê Seyda, lê ew roj ma di bîrdanka min de û îro ew di hiþê min de qeliqî û xwe vezîland.
Di berê de, bav û kalên me gotine; ta tu li ser destên xwe nemeþê, tu qedrê lingên xwe nizanî.
Ta me jî xebatkar û siyasetmedarên piþtî sala 2011 an nedîtin, me qedir û qîmetê xebatkar û siyasetmedarên xwe yên dêrîn û kevnar nedizanî û  nas jî nedikir.
Silav li giyanê wan xebatkar û siyasetmedaran be yên dûrî êþ, derd û  janên gelê xwe neketin ta serî danînîn û koça dawî kirin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark