Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Rojbîn kizil Hevrêya hestên nazik

 


Mahir Hesen
 
Dahênana Muzîkê di mêjûya me de yek ji serfiraziyên herî mezin e, û pêngavek e ku kurdan li her serdemekê de êþa xwe pê nîþan kirine û ji bo cîhanê dane zanîn û ronî kirin. Muzîka Kurdî ne encama kêliyek ye , yekem awaz li seranserê dinyayê bi zimanê Hurî ye ( tuxmê kurdan)  û bi rengek ku peyv û hejmaran tê de hatiye nivîsandin. Bi wateya Kurdan bingeha pîvana muzîka navneteweyî ya îro hatî pejirandin danîn e.
Ew encama hewildanên dirêj ên li seranserê serdemên dîrokî bû, heya ku Muzîka me gihîþt tiþtê ku niha di mercên pêþkeftinê diyar dibe . 


girîngî û geþedan û danasîna Muzîka me yek ji Erkê herî zehmet ji hunermendên me dihat xwestin. 
Bi saya Muzîkê , hunermendên me  bihevre di parastina berhema rewþenbîrî, çandî û zanistî çi di dewrana nû de û çi di ya kevnare de xwediyê rolek mezin bû. hemî bûyerên girîng ên dîrokî di jiyana kurdan de ya rojane tomar kirin.
Muzîk di warên cûrbicûr de yek ji wan wateyên zanînê ye û dibe movikek û stûyek di rêvebirina kesayetiya mirov û firehkirina asoya û bi naskirina bi çanda kesên din re , û ber bi pêþkeftin û berferehkirina þehrzabûn û her weha pir çandîbûn, û pir caran ji afirînerî  nûjeniyê re , û di vê gotarê de em ê li ser bandor û girîngiya hunera hunermend Rojbîn Kizil biaxivin, ku wê di temenek ciwan de, karibû ku bibe yek ji stêrên binav û deng û li YouTube hejmara herî bilind ji temaþevan û þopînera bi destve anî. Her wisa jî gelek stran ji awaz û peyvên wê ne 
Rojbîn bi xwe Muzika xwe li studioya xwe qeyit dikê û klipê xwe jî bi xwe tomar dikê. Di gel zîrekbûna di saz û gittarê bi gelek zimana di axive jî. 
Rojbîn Kizil kî ye ?!
Navê min Rojbîn KizilEz li Elmanya ji dayîk bûme û li Elmanya jîyan dikim. Ez bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ji navçeya Nisêbînê me. Ez niha Zaningehê dixwînim beþê Parêzkarî
- Muzîk û stran ji bo te tê çi wateyê?
Muzîk û stran xwedîderketina çand û hûnerê ye, xwedîderketina eslê xwe û zimanê xwe ye, her wiha mirov kul û êþên xwe û ên gel û welatê xwe bi rîya mûzîkê tînê ziman
- Temenê te çend bû gava te bi dest bi muzîkê kir ?
-Ez 8 salî bûm min dest bi perwerdeya tembûrê kir û 9 salî bûm min stran gotin.
-Hunermendên ku bandor li Rojbîn kirine kî ne
-Apê min û meta min stran digotin û bavê min behsa jîyana Eyþe Þan ji min re dikir ku çi zorî û zehmetî kiþandîye wek hunermendek Jin
- Kê di destpêkê de alîkariya te kir û piþtgirî da Rojbîn?
-Malbata min, bi teybetî bavê min alîkarîya min kir û hêjî piþtgirîya min dikin.
- Gelek awazên Kurdî têne dizîn.Em dikarin wekî karekî din ji were bipejrînin ku dikeve ser milê hunermendan hemberî wê rawestin ?!
-Mixabin,  beyaniya gelek û gelek ji ziman, Muzîk û çanda  kurda dizîne, lê sazîyê kurda, hunnermendê kurda li hember vana bê deng in, Em kurd tenê ji hev re li hemberî hev xurt in
-Ramana te li ser asta hunera Kurdî li gorî stranbêjî, muzîk û hunera li welatên dagîrkerên kurdistan
Belê dagîrkerê li Welatê Kurda, ji bo ku Kurda tine bikin ziman û Muzîka Kurda jî talan kirin, qedexekirin, lê bi tevî vê zordarî û serdestîya wan jî dise Kurda ziman û Muzîka xwe hindik jî bê parastin. 
Niha Kurd li Dinyayê belav bûne û hunera xwe Muzîka xwe bi dinyayê didine naskirin û guhdarkirin, ev jî pêngavake gelekî baþ e.
-Armanc û projeyên te ji bo pêþerojê ?
Armanc û xwesteka min ew e ku Kurd li Ziman û Muzika xwe xwedî derbikevin û pêþbixin, zêde giringîyê bidine stranê kurdî. Bi teybetî jî ji bo  keçên Kurd ez dibêjim. Ez wek proje jî ez niha amedekarîya klipê nû dikim
-Peyama te ji bo hunermendên din ên ku dixwazin bibin stêrk bi nav û deng çi ye?
Bila sekinandina wan hebê, bi zimanê xwe strana bêjin, li hevdû xwedî derbikevin, piþtevanîya hevdû bikin.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark