Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Partiya Pźžverū siyaseteke rastbīn ū dibistana xebatkara ye

 


Hižmend Žêxo

Bi helkefta bîranîna (64) saliya damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê ez vê kurte nasînê diyarî hemû Heval , Dost û xebatkarên Partiya Pêžverû dikim , Herwiha ez vê bîranînê li tevahî Gelê Kurdistan pîroz dikim....
-----------------------------
( Žêst û Çar sal xebat li dijî zordariyê )

Di dawiya sala (1956)an de Sê nižtiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîž û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , Û di benda wê ya çarem de wisa dibêje : 


"Çi gava siya koledar ji ser welatê me Sûriyê bi dûrkeve û rêya têkiliyên derve bête birrîn , P.K.D.S ji bo (400000) kurdên ku li Cizîrê , Kaniya-Ereban , û Çiyayê Kurmênc dijîn dê rêzanek taybet bixwaze , Da ku mafên wan ên siyasî , civakî û zanistî di nav welatê Sûriyê de bê parastin."
 Pižtî danûstandin bi hejmarek ji xebatkar û rewženbîrên kurd re li Parêzgeha Helebê hate kirin hersê hevalên pêžîn û hevalên Efrînê gihan biryarekê li ser dîroka damezrandinê û hinek guhertin di navê partî û tozika navxweyî de bibe , Û di çardehê Cehzerana sala 1957an de pêžengên gelê me (Nûredîn Zaza , Osman Serbrî , Hemzê Niwêran , Ebdilhemîd Derwîž , Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan , Xelîl Mihemed , Cegerxwîn , Žêx Mihemed Îsa) weke desteyeke damezrêner (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên kurdan di welatekî Demoqrat de pêk bîne , Lê pižtî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan (Sûriyê û Misirê) de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvanên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemû heval , dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin , kehrebe , kotek û ižkenceyên hovane , Lê vîna gelê kurd û hižmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan regezperestan bi hêztir bû , Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiyê biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî Efrînê da ku neyarên gelê me zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye Lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , Û Ji wê rojê de hižyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Di vê bîranînê de ez dixwazim xebat û helwestên Partiya Pêžverû li ser sê astên sereke nîžan bidim

Yekem : Li ser Asta Nižtimanî ya Sûrî

Pižtî sala (1970)de  partiya me zêdetir di nav tevgera nižtimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cihê xwe girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Žamê) de , Lê pižtî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî nižtimanî Sûrî û kongirekî nižtimanî kurdî kir û di wê çarçewê de xebata xwe berdewam kir.

Duwem : Li ser Asta Netewî ya Kurdî

Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê di Çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna gelê kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di pižtgiriya tekožîna gelê kurd li Kurdistana Bažûr , Bakur, û Rojhilat de , Û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , Û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li her perçakî Kurdistanê , Lewre Partiya Pêžverû bi dirêjahiya salan rastî gelek astengiyan hatiye û gelek êž û azar dîtine ji zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di gelek qonaxên xebatê de žerê me hatiye kirin carekê bi behaneya (Markisiya Lênînî), Û carekê jî di bin navnîžana (Berzanî û Berzanîzmê de) , Tevî ku dijminê me bi tundî žerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî , Û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêžverû herdem bi hižmendî xebata xwe berdewam kiriye û bi tundî li hember siyasetên tunekirin , pižavtin û dagîrkeriyê rawestiye.

Sêyem : Li ser Asta Kurdistanî

Pižtî (64) salan ji xebata partîzanî , Partiya me pabende bi rêbaza xwe ya netewî di pižtgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de , Û careke din tekez dike ser rêzgirtina taybetmendiya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Hevalên xebatkar , Xwendevanên hêja

Bîranîna (64) saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan û hersê Herêmên me (Efrîn ,
Girê Sipî û Serê kaniyê) hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne , Dewleta Turk bi hemû žiyan û pêkanên xwe berê xwe dide gelê me yê Azadîxwaz û li pêž çavên civaka navdewletî bi direjahiya (58) rojan bi hemû çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê bêtarê Patiya Pêžverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêž dost û dujminan û bi taybetî žermezarkirin û nebeždarbûna me di kongireya (Sotžî) de , Herwiha gelek pêžinyar û destpêžxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Turk were girtin ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Lê mixabin kes bi hawara me nehat û pižtî pêncî û hežt rojan hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên ku bi navê artêža nižtimaniya sûrî têne naskirin bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û silogana (Elah û Ekber) derbas navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi talankirina mal û samanên kurdan kirin.
Di vê rewža awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas dibe hêjayî gotinêye ku Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd (2) kongir girîng û çarenûsî(Kongirê Çardemîn û Pazdemîn) li darxistin , Di herdu kongiran de jî biryarin girîng hatin standin.
Bi hatina vê roja dîrokî ez damezrêner û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîž û hemû pêžengên ku rêya xebatê ji mere vekirine bi bîra xwe tînim û bejina xwe li ber giyanê wan diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de dikim û vê bîranînê li tevahî gelê xwe pîroz dikim û dibêjim : Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de...

Bijî bîranîna (64) saliya damezrandina P.D.P.K.S
Silav li giyanê Damezrêner û Pakrewanên Partiya Pêžverû, û li hemû Pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê

Serkeftin ji doza netewî ya kurdî re

12 / 6 / 2021

Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark