Konê Reş Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewşen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemşîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiştekî li dor kurê wan Dr. Cemşîd nizanin..? Di vê derbarê de ku isal 2021, 22 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, wî bi we bidim naskirin. Werin, vê panoramaya kurt li dor jiyana wî bixwînin:
Mîr Dr. Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet û Rewşen Bedirxan e. Ew di roja 09/11/1939an de li Şamê çêbûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Şamê û Libnanê qedandiye, xwendina dawî (Lîse), li Şamê di xwendengeha Emerîkî û Orthodoxiyê de xwendiye. Di sala 1958an de li ser daxwaza bav berî mirinê ku doktoriyê bixwîne, diya Rewşen xanim wî dişîne Elmanya Rojava ji bo xwendina bijîşkîyê.
Li Elmanya, dest bi xwendina bijîşkiyê dike.. di sala 1968an de bi
pileyeke baş doktoraya xwe di bijîşkiyê werdigire.. di gelek
nexweşxaneyên Elmanya de kar dike.. nêzîkî du salan jî di nexweşxaneyên
Parîsê de karê bijîşkiyê dike.. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û
vekirina nexweşxaneyeke taybetî li Hewlêrê, di temmuza sala 1970an de
piştî beyana 11 adarê, seredana başûrê Kurdistanê dike, da ku
nexweşxaneyeke taybet lê veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema
hikûmeta wê demê, projeyê wî pêre naçe serî û careke din dizîvire
Elmanya. Dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpê dike, ew bi rola xwe
radibe, bi dermanan û pêdiviyên tenduristiyê alîkariyên berçav ji
tevgera Kurdistanê re pêşkêş dike..
Herwiha Dr. Cemşîd Bedirxan
kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd de li Şamê dike, wiha jî
li Ewropa, dibe yek ji çalakvanên Komeleya Xwendekaranên Kurd, ya ku bi
navê (KSSE) naskiriye.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata
Kurdistanê, şaxê Ewrupa de kar dike.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî
dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî giringiyê dide karê xwe yê
tenduristiyê.
Di salên 1985 û 86an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi
nasnameyeke din û navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û
kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Di encam de, nêzîkî du mehan li
bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere û
gelek xebatên lêkolî û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin, ji ber
bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêde li wir bimîne,
vedigere Elmanya.
Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19/09/1975an de bi
keçek Elmanî (Michtield xanim) re dizewice. Du zarok ji wan re bi navê
(Kurd/ Curd) û (Evîn) çêdibin. Kurd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr.
kurd Bedirxan; ew jî, wek bavî xwe Dr. Cemşîd xwendina xwe di bijîşkiyê
de diqedîne û niha di nexweşxaneyên Elmanî de kar dike. Evîn jî li
Elmanya xwendina perwerdeyê (Pedagojîyê) diqedîne û kar dike. Vê paşiyê
Evîn û Jiyan Bedirxan rastî hev tên û bi hev re dizewicin.. Hêjaye
gotinê ku Jiyan Bedirxan neviyê Cegerxwîn e.. Dr. Cemşîd Bedirxan di
roja 10/12/1999an de li Brezilyayê koça dawî dike. Zarokên wî Dr. Kurd û
Evîn termê bavê xwe tînin Elmaniya, li bajarê Koblenzê vedişêrin.. Dr.
Cemşîd Bedirxan ji dervî zimanê Kurdî, bi van zimanan jî baş zanîbû;
Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî.
Yezdanê mezin wî û tev neferên malbata wî bi dilovaniya xwe şa bike, cihê wan buhişta rengîn be.
Qamişlo 03/08/2021