Idrîs HisoRoja 08.10.2021z min serdana mamoste Seîd Memozînî kir,bi mebesta ku ez ew çend pirtûkên ku nivîskar û helbestavanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş ji wî re şandibûn bighînim destê wî.
Berî demekê Konê Reş hejmarek pirtûk bi diyarî ji min re şandin, ew jî ev bûn Ez û Gegerxwîn, Gernameya Min(Geşt û Serdan) û Dîroka Qamişto, lê Kon ji her pirtûkekê du dane şandibûn, daxwaz kiribû ku ez daneyekê ji hersê pirtûkan bighînim destê nivîskar Seîd Memozînî ku xelkê Berdereşa Herêma Kurdistanê ye û sernûserê kovara Xazir a mehane ye ku,heta niha 191 hejmar jê hatine weşandin, herwiha ew berpirsê ragihandina leqê 14 ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye parêzgeha Neynewa ango Mûsil.
Bidilxweşî min got bila ez dê bi herdu çavên xwe diyariya te bighînim Seîd Memozînî.
Ji
ber ku di van rojan de hibijartinên parlementoya Iraqê ên pêşxwet in,
çend caran ez bi mamoste Seîd re axivîm, lê derfet çênebû ez serdana wî
bikim, ew jî wek serkirdeyekî PDKê bi piroseya hilbijartinê gelekî mijûl
bû.
Bi her halî îro ji ber roja Înê bû, û tevî ku dengdana taybet bi
Asayiş, Polîs û Pêşmergeyan jî hebû, lê Memozînî got were ez dê li malê
li hêviya te bim.
Ez û pismamekî xwe bi navê Adilê Badînî ku ew jî
ji gundê Tilkermê yê ser bi Dirbêsiya Rojavyê Kurdistanê ve ye, ji kampa
Gewîlan çûn Berdereş mala Memozînî.
Momozînî bi germî pêşwaziya me
kir û kêfa xwe gelekî anî, wek nerîtiya Kurdan li vir, yekser ji me re
çayeke Kurdî anî, me çaya xwe vexwar û silavên Kon û diyariyên wî
gihandin destê hevalê wî.
Ji ber me dît ku Momozînî gelekî meşxûl e,
me xwest em destûra xwe bixwazin û vegerin mala xwe li kampê, lê Seîd
Momozî ji ber ku zane Kurdên Rojavayê Kurdistanê gelekî ji vexwarina
qehwê hezdikin, got qet çênabe hûn ji mala min derkevin berî hûn qehwê
vexwin. Tevî ku, li nav Kurdên Başûr qehwe wek nerîtî ne gelekî belav e.
Hinekî
me dît qehweyek ji me re hat, lê rengê wê ne rengê qehweya em nas dikin
bû, rengê wê wisa zerekî ser bi keskekî vekirî bû!
Min ji xwe re got: Aya ev çi qehweye? Lê min pirsa xwe di naxê xwe de nehişt, lewma min ji Momozînî pirsî: Ev çi qehwe ye?
Got:
Ev qehweya Kurdî ye, qehweya Kezwana ye, em bi destê xwe amade dikin,
em wê li malê bi xwe hazir dikin, em Kezawanan di hawin de dikutin,
dihêrin û dikin ev qehweya ku niha hûnê vexwin.
Me qehweya xwe
vexwar, bi rastî gelekî xweş û çêjekî xwe ya taybet hebû, min ji mamoste
Momozînî re got, divê rojekê em nivîsekê li ser şêweyê amadekirina vê
qehwê li malê, binvîsin û belav bikin.
Min ji xwe pirsî aya çima
rêklam ji vê qehwê re wek pêwîst nayê çêkirin û cihê xwe bi xurtî li
bazarê li rex kereste û qeheweya hawirdkirî nabîne, û careke din cihê
xwe di nav civatên me de nabîne, bitaybet heger em nasbikin gelek sûdeya
vê qehwê ji tendurustiya mirov re jî heye û herwiha beşeke ji çanda me
ku Tirkan ew jî wek stran, dîrok, çîrok û serpêhatiyên me jibo xwe
dizîne û binavê xwe tomarkirine, heta wê redeyê ku li nav Kurdan bi xwe
jî bi qehweya Tirkî tênasîn. Berî em xatirê xwe ji hev bixwazin Memozînî
daneyek ji berhemê xwe yê herî dawî, ku Berkê Yekem ji pirtûka wî ya bi
navê Felsefey Bîrî Netewey Kurdî ye, bidiyarî da me, û daneyeke din jî
bi emanetî jibo Kon da min, herwisa herdu hejmarên dawî ji kovara Xazir
jî diyarî me kirin. Hema bikurt û Kurmancî me demeke xweş, bisûde û dê
li birîma me de bimîne derbas kir.
Gewîlan 08.10.2021z.