Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin Dengbêj (Mirtib)

 


Konê Reþ

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek þîr tê yek þekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eþq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreþê, ji nav gawir tê..
  Ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, þerê êlitî, þerê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û þahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de liztiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!


  Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine.. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aþiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, þahiyên þokirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xweþ dikirin û cemawerên beþdar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eþîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan. Ta pileyekê wan mitirban zargotina me û beþekî mezin ji dîroka me a devikî parastin.. Jixwe bi saya wan gelek peyvên me yên resen hatin parstin.. Mixabin ku roja îro dengbêjin nû ketine dewsa wan de û ew reseniya me di piþt guhan re tê avêtin.. Silavên gerim ji wan rojan û wan Mirtiban re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark