Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Karnameyeke reş

 


Hesen Mukerem

Wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê li sala 1983`an ji aliyê hejmarek ji yekîneyên Îtila`ata wê demê hatiye avakirin, û di sala 1989`an de berpirsayetiya hevahengîkirina hemî navendên Îtila`atê weke şanizde navendên Îtila`at û dije Îtila`atê pê hatiye spartin. Pêka yasayê ev wezareta divê ku di bin çavdêriya rasterast a serkomar de kar û çalakiyên xwe bimeşîne, lê di hikûmeta Îranê de divê rêberê hikûmetê yanî Ayetûlla Xamineyî berî her navend û her kesî haydarê her cure zanyarî û çalakiyên vê îdareyê bibe.
Ya balkêş eva ye wezîrê vê navendê dibe Xamineyî hilbijêre û dibe dersa rohaniyetê jî xwandibe da ku şiyana şirovekirina ayîna îslamê hebe.


Hemî wezîrên ku bo wezareta Îtila`atê têne hilbijartin dibe xwandekarên xwandingeha heqanî a girêdayî Hewzeya Êlmiya a bajarê Qumê û cihê baweriya Xamineyî û tundrew jî bin. Di sala 1984`an de, wezareta Îtila`atê, zanîngeha Îmam Mihemmed Baqir bona perwerdekirina wezîfedar û şirovekarên ewlehiyê ên xwe ava kir.
Di destpêkê de, ev wezareta di bin birêveberiya Mihemmed Rêyşehrî wezîrê wê demê de dest bi jinavbirin û terorkirina endamên dijberê hikûmetê kir. Wê demê armanca vê wezaretxaneyê zêde li êrîşa li dijî rêxistina Mucahidînê Xelq bû, ku hem li hundir û hem jî li dervey welat kirdarên xwe ên terorê encam didan. Di sala 1989`an de tundrevan bona ku emegdariya xwe bo Xamineyî bidin nîşandan, di bin serokatiya Elî Felahiyan de ku bixwe yek ji xwandekarên xwandingeha heqanî bû, dest bi teror û jinavbirina dijberên hikûmetê kir.
Ji navdengtirîn kiryarên terorê ên vê wezaretxaneyê ku seranserê cîhanê tijî kiribû, terorkirina kesayetiyê siyasî û rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo di sala 1989`an  de bû. Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo li bajarê Viennayê di meha Tebax sala 1991`an hate encamdan. Piştre terorkirina Şapûr Bextyar dawîn serokwezîrê rejîma Şahê Îranê li bajarê Parîsê bû. Kirdarên terorê ên vê îdareyê di vir de dawî pê nehatin, piştî vê li bajarê Berlin a Almanya li ristûrana bi navê Mykonosê de, wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê bi alîkariya hêzên Hezbullah a Lubnanê, Dr. Se`îd Şerefkendî rêberekî din ê Partiya Demokarat a Kurdistana Îranê teror kirin. Her di zincîreya wan kiryarên terorîstî de di sala 1994`an wê wezaretê, li welatê Argentinê di navenda hemyarî ya Argentin û Israelê, ya bi navê Amiya bi  tedaxula Hêza Spaha Qudsa hikûmetê bombe danîn û di encamê de 85 cihûyên vir hatin kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûn. Ev şîpela tundûtîjî û nemirovane heta dawiya devra serkomariya Elî Ekber Haşimî Refsencanî dom kir.
Vê wezaretxaneyê di serdema serkomariya Elî Ekber Haşmî Refsencanî de, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, li hûndrî welat dest kir bi destbiserkirina hejmareke berçav ji çalakvan û nivîskarên weke Kazim Samî wezîrê berê yê wezareta Tendirûstiyê, Se`îd Sîrcanî nivîskar û hejmarek ji qeşeyên fileyan û ev bi şêweyên cuda qetil kirin.
 Hindek caran jî bext bi vê wezaretê re yar nebûye, di sala 1996`an de utubosa hilgirê 21 rewşenbûrên wî welatî ku bona başdarîkirina di civîneka wêjeyê ber bi welatê Ermenistanê ve diçû, ev utubos ji aliyê destûpêwendiyên vê wezaretxaneyê ve bo kûrahiya geliyekê hate qulipandin û bi vî awayî xwastin wan rewşenbîran tev qetil bikin, lê di vê bûyerê de tu kes ji wan rewşenbîrên li utubosê de cane xwe ji dest nerdan.  
Herwusa di sala 1997`an de di serdema serkomariya Mihemmed Xatemî de Qorban`elî Doriyê Necefabadî wekî wezîrê Îdareya Îtila`atê hate destnîşankirin. Qorban`elî Doriyê Necefabadî jî her rêya wezîrên berê ên hikûmetê şopand. Di serdema wî de teror û qetlên rewşenbîrên Îranê bi qasekî zêde bûn ku ev serdem weke serdema qetlên zencîreyî hate naskirin. Di sala 1997`an de wê wezaretixaneyê aliyê kêm 7 çalakvanên siyasî yên bi navên Mela Mihemmed Rebî`î kesayetiyê siyasî û olî û pêşnimêjê înê yê sunî mesebên bajarê Kirmaşanê, Daryûş Firoher û hevjîna wî ya bi navê Pervane Eskenderî û yên din jî ku navên wan nehatine zelalkirin bi awayên cuda qetil kirin.
 Di hindek deman de, desthilatdarên hikûmeta Îranê, bixwe jî îtiraf bi wan kiryarên terorîstî ên xwe kirine, bo mînak di warê qetlên zencîreyî de bi hinceta hebûna destûpeywendiyên welatên biyanî di nav wezîfedarên wê îdareyê de û rûdana qetlên zencîreyî, Qorban`elî Doriyê Necefabadî neçar kirin da ku dev ji berprisayetiya vê wezaretxaneyê berde, lê di şûna wî de di meha Çileyê a sala 1999`an de Elî Yûnisî wekî wezîrê nû yê vê wezaretxaneyê diyarî kirin, û ev bixwe yek ji xwendekarê mekteba heqanî bû ku, berî wê serokatiya Dadgeha Şoreşa Îslamî li stûyê wî bûye.  
Di serdema serkomariya Mehmûd Ehmedînijad de li sala 2005`an heta 2012`an  Xulamhusên Êjêyî berpirsê wezareta Îtila`atê bû, wî jî xwandina xwe di mekteba heqanî de bidawî kiribû, lê karê Xulamhusên Êjêyî tiştek ji yên berê cudatir bû, wî ji bo serkutkirin û kipkirina dengê dijberên hikûmetê hindek fêlên nû bi kar anîn, wî xêncî desteserkirina hejmareke din ji siyasetvanên dijberên hikûmetê hindek karên din jî encam dan, bo mînak di sala 2007`an de Firûd Fûladvend ku yek ji kesayetiyên siyasî û herwisa avakerê Encûmena Şahê Îranê bû, li bajarê Vanê a girêdayê welatê Tirkiyê dizî, û ev bire Îranê.
Hikûmeta Îranê hem bona xapandina raya giştî û hem jî bona ku wan kiryarên qirêj û gemar ên xwe veşêre, her carê wezîrê wê wezaretxaneyê bi hincetên nebûna şiyan û kêrhatîbûnê guhertine, lê bi van goherînkariyan tiştek çareser nekirin û ev tenê fêl bûn. Bo mînak di devra Mehmûd Ehmmedînijad de ku serhildana seranserî ya bi navê Tevgera Kesk serî rakir, di vê serhildanê de hejmarek bê mînak ji welatiyên nerazî bi destên hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaran û hêzên Wezareta Îtila`atê hatin kuştin. Mehmûd Ehmedînijad bona ku wan komkujiyan û reftarên dirindane yên hêzên Îtila`atê veşêre, Xulamhusên Êjêyî Wezîrê Îdareya Îtila`atê guhert û li şûna wî de Heyder Muslihî ku pêştir nûnerê Xamineyî di rêxistna Spaha Pasdaran û milîşên bi navê Besîcan de bû, wekî wezîrê vê îdareyê destnîşan kir û wî jî her rêya Muhsên Êjêyî şopand. Heyder Muslihî jî karî Ebdulmalêk Rîgî rêberê Cindullahê ku, girûpeke sunî meseb di başûrê Îranê de de ye, desteser bike û wî bi dar veke.
Herçawa ku me li jorê jî behsa vê mijarê kir, di sala 2011`an de dema ku Mehmûd Ehmedînijadê serkomar xwast Heyder Muslihî Wezîrê Îdareya Îtila`atê biguhere, Xamineyî rê neda wî da ku vê biryara xwe bicî bîne, çimkû Wezîrê Îtila`atê dibe mohra erêkirinê a Xamineyî weliyê feqîh li ser be, înca bê guhertin. Mehmûd Ehmedînijad ji ber vê biryara Xamineyî xeyidî, û bo heyama yek hefteyî di mala xwe de ma, û ti kareke dewletê bi rê ve nebir, lê dîsan nekarî li beramberî nerizayetiya rêber de bisekine.
 Li sala 2013`an di dema Hesen Rohanî de, Mehmûd Elevî wekî wezîrê vê wezaretxaneyê hate hilbijartin, herçend wî ti derbazbûyiyek di vî warî de tunebû, lê ev wekî poanek di navbera Xamineyî û Hesen Rohanî de hate diyarîkirin. Kêrnehatîbûna Mehmûd Elevî jî bû sedema pozbilindiya Îtila`ata Spaha Pasdaran. Îtila`ata Spaha Pasdaran bi vê hincetê hem li dervey welat çalakiyên xwe berfireh kirin, hem jî li hundir, vê wezaretxaneyê di sala 2015`an de Mihemedriza Kulahî yek ji endamên rêxistna Micahidînê Xelq kuştin û di meha Nîsana sala 2017`an de jî hêzên vê îdareyê Se`îd Kerîmiyan xwediyê yek ji kanalên televîzyonî li bajarê İstanbul a girêdayî Tirkiyê qetl kirin. Di sala 2018`an de FBI a Amerîkayê, girûpek ji welatiyên Îranê yên dunasnameyî wate Îranî-Amerîkayê ku girêdayî Wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê bûn, û bona encamdana kiryarên terorîstî di navendên cihû û rêxistna Micahidînê Xelq de di wî welatî niştecî bûn, desteser kirin. Her di vê salê de yek ji wezîfedarên wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê ku li ser navê dîplomatekê hewl dabû da ku li bajarê Paris a Francayê di komcivîneka rêxistina Micahidînê Xeql de bombeyê biteqîne, lê bi xweşî ve berî encamdana vê kiryarê eşkere bû û hate desteserkirin. Ev îdare heta rehmê bi endamên xwe jî nake, û di meha Teşrîna sala 2019`an de Mes`ûd Molewî ku yek ji wezîfedarên berê yê vê îdareyê bû, piştî devberdan ji vê îdareyê, berê xwe dabû welatê Tirkiyê, lê wî wezîfedarî vir jî nekarî xwe ji destê vê îdareyê rizgar bike. Ev îdareya serkutkar bo carekê jî rihet nerûniştiye. Îdareya Îtila`ata Spaha Padaranê di meha Çiriya vê salê de, rojnamevanê xelkê Îranê yê bi navê Rûhillah Zem li Îraqê dizîn û piştî derbazkirina wî bo nav xaka Îranê û bi birêvebirina dadgeheke nimayêşî ev îdam kirin.
Desteserkirin û kipkirina dengê dijbjerên hikûmeta Îranê wuha berdewam kiriye, û di Tîrmeha sala 2020`an de, wezareta Îtila`atê Cemşîd Şamehd ku yekek din ji dijberên hikûmetê bû di Dubai de canê wî jê standin. Piştî derbazbûna sê mehan li ser bûyera Dubai de Hebîb Ke`ibî yek ji serkirdeyên girûpên serbixwexwaz yên Erebên Îranê li welatê Tirkiyê de dizîn.  
 Hêjayê base ye ku hikûmeta Îranê di heyama 40 sal temenê xwe de hem li hûndir û hem jî li derveyî welat, sedan pêşmerge û kadrên partiyên kurd yên dijberê hikûmeta Îranê, bi awayên cuda teror kirine ku a herî nû, qetilkirina Mûsa Baxanî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li 16ê Îlona sala 2021`an, di yek ji balaxaneyên bajarê Hewlêrê de bû. Herwisa di rêkkefta 21ê Kanûna sala 2021`an, li welatê Tirkiyê jî, hewl dan da ku bi alîkariya jineke sîxor a endama vê rêxistinê Mêhrdad Abdarbaşî yek ji pîlotên berê yên artêşa Îranê ku li vir penaber bû bidizin, lê di vê kiryara xwe de serkeftî nebûn. Polîsên Tirkiyê piştî agehdarbûna ji vê kiryarê, ev girûpa sîxorên Îranê ku di vê piroseyê de beşdar bûn demildest desteser kirin, û Mêhrdad Abdarbaşiyê penaber jî şiya ji vê bûyerê rizgar bibe.
Dizîn û terorkirina dijberên hikûmetê ji aliyê rêxistina Îtila`ata hikûmeta Îranê ve tiştekî nû nîne.
Di Rojhilata Navîn de wezareta Îtila`ata Spaha Pasdaran a Îranê yek ji rêxistinên herî çalak di warê sîxorî û terorkirinê hatiye naskirin. Ev rêxistina nêzîkî 30 hezar endamên vê hene û di çalakiyên nihînî mîna sîxorîkirin û dizîn û desteserkirina siyasetvan û rewşenbîrên dijberê nizamê û destêverdan di karûbarên welatên deverê de bigire heta pilandarêjî bo encamdana kiryarên terorîstî dest heye.
Li gor rapora Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Wezareta Îtila`ata Îranê alîkariyên aborî, leşkerî û tevahiya îmkanatên hewce bo rêxistinên mîna Hemas, Hezbullah a Lubnan û girûpa terorîstî a El-Qa`îde di welatên mîna Îraq, Afxanistan, Kuwêyt, Lubnan, Asiyaya Navîn, Afrîqa, Kirowasî, Nemsa, Fransa, Corciya, Almanya, Tirkiye, Birîtanya û welatên Amerîkaya Başûr û li Amerîkayê bixwe dabîn dike.
Di hevpeymaniya Îran û Rûsiyê de, Îranê bo perwerdehiya hêzên îtila`ta xwe ji hêzên wezareta Îtila`ata Rûsiyê sûdê werdigre.

Wezareta Îtila`ata Îranê ji rêya kanal û encûmenên berevanîkirin ji koçberan, di nav komên welatiyên Îranê de, ên ku li derveyî welat penaber in, çalakiyên xwe bi rê ve dibe, û her di vê riyê de heta niha çendîn kesayetî û rojnamevanên dijberê hikûmetê dizîne, û bo hundirî xaka Îranê veguhastine, û piştre bi şêweyên cuda qetil kirine.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark