Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” hat weþandin

 


Wergera kurdî ya pirtûka “Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî” ya nivîskar Dilþad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat weþandin.
Nivîskar mijara qirkirina di Rojhilata Navîn de bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi nav û deng yên li herêmê tên naskirin, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman, lê nirxandin û analîzeke zanistî dide vê mijara metirsîdar, ew jî bi pêþkêþkirina nêrîn û analîzeke kûr ji îdeolojiya ku dibe bingeha van qirkirinan, her wiha derewxistina bingehên ku desthilat û rêjîm ji xwe re dikin hincet ji bo qirkirinên xwe derheqê miletan de pêk bînin, destpêkê jî dest bi nîqaþkirin û redkirina bingehên îdeolojiya rêjîmên desthilat di Rojhilata Navîn de dike ku ji xwe re ol û netewperestî dikin amûr ji bo xapandina miletan bi armanca gurkirina þerê di navbera wan de û rewakirina rijandina xwîn û kuþtina mirovan.


Paþê nivîskar di pirtûka xwe de li ser rola Rêjîma Navdewletî ya Hegemon a domandina þerê di navbera miletan de eþkere dike, ku gelek mînakan li ser rola wê ya dermirovî pêþkêþ dike.
Nivîskar di pirtûka xwe de behsa gelek qirkirinên di Rojhilata Navîn de dike bi taybet ser miletên Ermen, Kurd, Suryan, Kildan û Aþûr.
Di dawiyê de, ji bo nivîskar bi rola xwe bi temamî rabe çend xal û riyên çareseriyê pêþkêþî miletan dike ji bo bi riya wê karibin li hemberî siyasetên qirkirina etnîkî rabin. Xalên çareseriyê jî ev in: Berxwedana giþtî, rêveberiyên demokratîk û yekîtiya miletan.

Navê pirtûkê: Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî
Nivîskar: Dilþad Murad
Wergera kurdî: Hiþyar Murad
Hejmara rûpelan: 244
Cih û dîroka weþandinê: Weþanxaneya Þilêr, Qamiþlo-Sûriye, çapa yekem 2021’an





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark