Ebdulazîz Qasim Wekî hemû dizanin ku neheqiyeke siyasî, aborî, olî û netewiya mezin di sîstema desthildariya hemû dewletên Rojhilata Navîn de heye, û peydabûna serhildanên li dijî sitem û dîktatoriyê di nav hin dewletên Erebî de bi navê “Bihara Erebî”, ku ji aliyê girûpên Îslamîk yên radîkal wekî girûpa “Îxwan Elmislmîn û Qeter”, herwisa hin dewletên herêmî wekî Tirkiyê û Îranê ve hatin bikaranîn, bi taybetî di krîza Sûriyê de ku van herdu dewletan mifayek mezin bi destxistin hem ji ber lawaziya rola dewletên Erebî û ji aliyekî din ve ji ber nebûna îradeyek navnetewî ya rasteqîn ji bo guhertina rejîma Þamê.
Destkevtên Tirkiyê li Sûriyê gelekî ji destkevtên Îranê mezintir
in, nemaze ku îro hemû destkevtên Îranê yên li Sûriyê bûne armanca
êrîþên Îsraîlê, bi piþtgiriya Amerîka û bêdengiya Rûsyayê, û ev yek tê
wê wateyê ku hebûna Îranê li Sûriyê nayê pejirandin ji aliyê Îsraîl û
Rûsya û Amerîkayan ve, berevajî ku hêjî Tirkiya daxwaza bidestxistina
destkevtên din li Sûriyê dike û dûbare gefên nû ji bo
dagîrkirina tevaya navçeyên Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Tevî
ku heta niha ti nexþerêyek yan lihevkirinek ji bo çareserkirina krîza
Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de nehatiye ragihandin, lê îro hin
xalên hevbeþ dikevin di rojevê de, ji wan bi taybetî lawazkirina rola
Îranê li Sûriyê bi yekcarî û nûkirina têkiliyên dewletên Erebî ligel
rejîma Þamê, tevî ku dibe planek yan rêkevtineke nehînî bi heman awayî
di navbera Amerîka û Rûsyayê de li hember zêdegaviyên Tirkiyê û
dagîrkariya wê ya li Sûriyê hebe, lê heta niha ti helwestek zelal ne ji
aliyê Rûsya û ne jî ji aliyê Amerîka û Îsraîl ve li hember zêdexwaziyên
Tirkiyê li Sûriyê nîne.
Rast e ku Tirkiya têkiliyek bihêz ligel
her yek ji Amerîka û Rûsyayê heye, lê herwisa nakokiyên wê jî ligel
herdu dewletan hene, nemaze ku nakokiyên wê ligel dewletên Erebî yên
bihêz wekî Misr û Erebistana Siûdiyê û herwisa ligel Yûnanîstan,
Ereminîstan, Qubris û Feransayê heye, zêdebarê nakokiyên wê yên
dîplomasî li vê dawiyê ligel balyozên deh welatan di nav de balyozên her
yek ji Amerîka û Almaniya, herwisa nakokiyên wê ligel Îsraîlê bi sedema
piþtgiriya tevgera Hemas û binçavkirina du hevwelatiyên Îsraîlê berî
çend rojan bi gunehbariya sîxûriyê bo îstîxbarata Mossad, tevî ku
opozisyona Tirkiyê daxwaza encamdana helbijartinên pêþwext dike bi
sedema zêdebûna qeyrana wê ya aborî ku ber bi aqarek xirab ve diçe,
nemaze ku hewldanên wê ji bo derxistina gaz û neftê ji deriya Spî têk
þikestin û herwisa dibe ku Almaniya jî piþtî þikestina Angela Merkel, bi
heman awayê berê piþtgiriya aborî û siyasî ya Tirkiyê neke, ku îro
Feransa û Yûnanîstan rolek mezin û cidî ji bo dûrxistina Tirkiyê
digerînin, ku hem Yekîtiya Ewropî û hem NATO bi awayê berê namînin, bi
taybetî ku NATO ber bi encamdana erkên zanistî-teknolocî wekî mijarên
seqayê û parastina jîngehê ve diçe, ku NATO ti pêwîstiyek bi Tirkiyê
nîne nemaze piþtî têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re, û heta Tirkiyê bi xwe
vê yekê dizane, lewra xwe bihêtir nêzîkî Rûsya, Çîn û Îranê dike.
Li
gorî hin raportên navdewletî ku hewl dide têkeve di nav Rêxistina
Shangehai “SCO” de, ku Tirkiye heta niha ji aliyê Çînê ve nehatiye
pejirandin ji ber piþtgiriya wê ji çeteyên terorîst yên “Ûygûr” re,
herwisa ku Tirkiya niha kar ji bo avakirina reaktor û bernameyek nuklerî
dike.
Em wekî Kurd baþ dizanin ku dewleta Tirkiyê heta
çiqasî dijminatiya gelê Kurd dike û metirsiyek herî mezin li ser hebûna
me çê dike, lewra ku lawaziya wê bêgoman dikeve di xizmeta doza
Kurdî
de û li gorî xwendina min ku îro Tirkiya bi siyasetên Erdogan û bi
krîzên xwe ve ber bi korerêyekê ve diçe, ku hikûmeta Erdogan nikare heta
krîza xwe ya aborî jî çareser bike, û heta hikûmetek nû jî bihête
damezrandin ew jî wê bi hêsanî nikare krîzên Tirkiyê yên siyasî û aborî
çareser bike, ji ber ku li pêþberî qeyranek mezin e.
Kurdên
Rojava bi rêya serxistina yekrêziya xwe û serxistina diyaloga
kurdî-kurdî dikarin mifahek mezin ji qeyrana Tirkiyê bibînin, hevdem
ligel dûrxistina Îranê û lawaziya rejîma Þamê ku dikarin bibin xudan
statuyek cografî û netewî, ku ev yek ji bo Kurdên Bakur jî dibe bibe
derfetek baþ û erênî ji bo misogerkirina hin daxwaz û destkevtên netewî û
lawazkirina pêgeha þofînizma Tirkî.