Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

 


Konê Reþ

  "Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îþî; ez heq ji vî îþî dernayênim. Tiþtê ko zaroyên heft, heþt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îþ û karên me, heke ji destê me na ye; îþ û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîþan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ew di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat þêr e, te dest avêtê dibe rovî.."
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan/ Rojnameya (Roja Nû), hejmar 11, sal 1943


  Erê.. Werin, em xwediyê van gotinan Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin.. Ev ê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geþ dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaþtin..
  Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê, ji rex kemalîstan ve hat derxistin.. Ji neçarî digel bav û birayên xwe, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê/ Kobanî), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya (Roja Nû) û (Stêr) weþandin.. Li Parîsê, di zanîngeha (Sorbonê) de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya þoreþa Barzanî kir.. Di lihevhatina 11ê Adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Þingalê de..
  Dawî, ew di roja 04/12/1978an de, berî 43 salan, di koçberiyê de li Parîsê koça dawî kir.. Berî ku bimire, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîþkî re li Parîsê..! Anku ew bê gor e! Ew jî wek piraniya ap, bira û pismamên xwe di miþextî û zîvariyan de mir.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, ew milet nexercê jiyanê ye.. Xwezî peykerekî wî jî, di Parka Xwendinê de li bajarê Qamiþlo bihata danîn.. Yezdanê mezin wî û tev lehengên kurd û Kurdistanê bi dilovaniya xwe þad bike..

Qamiþlo 3/12/2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark