Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina YNRKS di bîstemîn salvegera koçkirina seydayê Tîrêj de

 


Mêvanên birêz: Kat û demên we ronîbin
Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, þoreþ û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Hevalên hêja:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuþta xwey rengîn bike par û piþka wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe þabike, ku timî fîxana Bilbilê xwey dil þad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret elmuntiha)de bibhîze, pêre jî  axaftina xwe bi ewî Qulingê  ku ji refê xwe dûrketî berdewam bikê.


Hevalên hêja:
Wek em dizanin ku seydayê Tîrêj helbesta xwe bi rengê kilasîk di rêst, ji xwe pênasîn bi wan coreyên din wek helbesta serbest, azad, bexþane, ne dikir, ewî wek þakirtê Ehmedê Xanî û Melayê Cizerî xwe di dît.
Çar merc seydayê Tîrêj li ser nivîstokê di danîn ta ku wê wek helbestê bi nav bikê:
1-Ristin 2-Awaz 3-Qafiye  4- Naverok
Ji vêjî helbestên wî bi hesanî û xweþbûn dihatin awaz û belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku nemir seydayê Tîrêj gelekî bi xursta welêt  ve hatibû girêdan, ta navê çiyayê Kurdistanê li her sê dîwanê xwe kirbûn  
1-Xelat  2- Zozan  3- Cûdî
Bawerim ku gerek baþ li her çar parçê Kurdistanê kiribû,çûbû hemî deverên pîroz ji xaka welêt, Dicle û Ferat, çiyayê Barzan, gora Mem û Zînê, Birca belek, laleþ û warê Siyamend û Xecê, û geleg deverên din.

Hevalên heja:
 nemir seydayê Tîrêj mezin bû, û wê mezin bimîne,þevek yan simînarek bi tenê mafê Tirêj nadiyê de, emê hewl bidin ku vekolîn û serhevdeyên dûmahî di dermafê vî lehengî de pêkbînin.
Ku ji xwe armanca me wek yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, danehev û parastin û komkirina berhemên niviskar û helbestvanên meye, wisa jî çapkirina pirtûk û dîwanan wan di pêþerojrke nêzîk de.

Silav bo giyanê nemir seydayê Tîrêj
Spas û silavên herî germ bo beþdarbûna we mêvanên hîja.
YNRKS
26.03.2022 Essen

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark