Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Siwarên þevê (Ji Zêrîn a keça Sebrî Fxrî re)

 


Bêwar Brahîm

Zêrîn, wê þeva tund û dirinde jibîr bike, û mijgulên çavên xwe yî nermîn bi xewnên zaroktiya xwe bixemilîne.
Ew þeva ne rengê þevên me bû, ew þeveka revyayî bû ji þikeftên xatirxwestina nêzîk û ne dûr.
Buharên me bi þevên xemlîn û hunguvîn dagirtîne, bi heyvên çarde þevî ronîkirîne, li benda berbanga wan þevan be berxka bavê xwe û  pala xwe bi çenteyê xwendina xwe yî ronak germ bike û hûrik hûrik wê þeva taristan jibîr bike.
þeva girtina bavê xwe bi ken û girnijîna xweyî nermîn li ser kevîkên vê jiyanê bike hêviyeka bi hêz çendî  ev hêvî basikçikestî û lukumî be jî wê ji ser dêmê þev û rojên xwe nemalîne
Zêrîn, li ber sira bayê porê te yî bi hilma azadiyê dagirtî di nav xwe de difûrîne mistên her du destên xwe bi xaka gorbuhiþtiyên bapîrên xwe dagire û bi sira vî bayê re bibarîne.


 bila hesr kes zanibe ku bapîrên te bi girtina bavê te serbilindin, bila her kes zanibe ku mihmed ê Fexrî û Mehmûdê Fexrî û Sebriyê Fexrî zindîne ne mirîne û di gorên xwe de çavdêrên pêvajoya xewna me yî ezelîne û li benda refên mizgîniyên me ne.
Zêrîn, girtîgeh ne cihê bavê teye, bê çawa ne cihê bapîrên te bû, lê jibîr neke her armancek û baca wê heye û baca xewdiyên doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê an kuþtine an girtine û em Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji vê bacê ne bê parin.
Susretmabûna ku em xwe jê diparêzin ji niþkave êrîþî me dike û çingîniyê ji bin guhê pêvajoya me tîne da em hinekî li xwe þiyar û hay bin, da em yeqîn bikin ku berxên doh îr bûne gur û gur bûne hirç û em di nav penc û diranên wan de bûne adrdik.
Zêrîn, bi hezarên salan buharên þoreþên me li darin, bi hezarên salan ev þoreþ li nav deryayên xwîn û hêsran noq bûne lê serhiþkiya doza serxwebûn û azadiyê sal bi sal xwe ji vê noqbûnê felat dikin di her felateka xwe de ev þoreþ germtir û bi hêztir dibin û mîna teyrê Sîmir her ku diþiwete ji nû ve vedije û ber bi jiyaneka nû ve di sênga asman de vêdikeve.
Raste gelek cûreyên vê jiyanê sexte bûne, lê rastiya rastîn ti caran serê xwe ji sextekariyê re natewîne û na çemîne, rastiya ku ew ê rojekê ji rojan zora her derew û sextekariyan bibe û dîwarên zindanên pênûsan û yên ramanên azad û yên berxwedêr wê biherifînin.
Zêrîn, ji verendeya zaroktiya ku çav li derketina çola nûroja me bû te nerînên xwe bi bê bedngî pelandin , lê dilê te qêmîþî derketina wê çolê ne bû û tu ma girtiya rêka bendemayina vegera bavê xwe da tu û wî bi hev re nûrûj bibin.
Xeman nexwe kulîlka bav û apê xwe, ev nûrûja ku te xwestî derengmayî namîne wê bê û tê desmalkên bixêrhatina rengîn li pêþberî wî li ba bike û mîna karxezalan tê xwe bavêje himbêza wî, hingê ew ê porê te mist bide û te dilinya bike û bêje:
Ne tirse keça min, ez di nav destên ewle de bûm, ez di zindanên Kurd de bûm û zindançiyên min jî Kurd bûn û çendî em dijberiya hev bikin û hevdu riswa bikin û bi nerînên ciyawaz pêvajoya xwe berdewam bikin em Kurd in û em ê her Kurd bimînin.
21.03.2022

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark