Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: (Sazkirina cîhana romanî di Romana Kobanî a Can Dost)

 


Rêber Hebûn

Roman li dor Kobanî dizivîre , behsa dema þerê navxweyî  li sûrî dike , û bandorê wê çaxê  2011 li ser rojavayê Kurdistanê, civakê wê û bi taybet li  ser Kobanî, nivsîkar Can Dost pala xwe dabû li ser bîr di avakirina vê romanê de, berî xwe da zaroktî, malbata olî  û herwiha ronî da li ser bandora reftarên êlî li  civaka wê deverê û nerîna wan ji kesên nenas re , yên nav li wan dikirin  Mihacir, ango bi kurdî Penaber, helbet þêweya nivîsa wî bala mirov bêhtir dikþîne , bi taybet dema ew xwedevan ji xelkê deverê be, bêhtir wê têkeve kûrahiya hestek e dagirtî arezû û nalîn , li ser çawaniya ramandinê, bandora þer  li ser xelkê , têkiliyê ciwanên dilgerm û kêm zane bi hevdû re û herwiha bi xuristiya çaxê, bi berzbûna rewþek e nû  û serpêhatiya desthiladariya kurdî yê nû li rojava de, û dan û standina wê bi partiyên ne ligel ramanê wê û herwiha gelek xalên yên bi vê kêþeyê ve girêdayî.


Nivîskar di vê romanê de hewil da li ser  gelek kêþeyên hestiyar  raweste , zimanê rewþa wî vekirina kêlên birînê û gera li çareseriyê û çarenûsên hin kesayetên yên ketibûn e pêla narvîna har û bi dawî ve hinek ji wan derbider bûn û hin jî jiyana xwe ji dest dan û wisa xwest bi rêya lehengê vê romanê Hec Mislimê Hemzirav kalemêrê yên di dilê xwe de barên mirinê kedî kiribû , û bûbû mîna findê þevek e tarî hêdî hêdî dihele , kes li dora wî nema, jina wî ya a ku pêre xweþî û nexweþî derbaskiribû , bin batonê de miribû , û keça xwe ya mezin jiyana xwe bidawî kiribû li Elmaniya yê piþtî kur û hevjînê wê li deryayê Îca tirkî de xeniqîn, û rewþenê yê  ku daiþ serê wê ji laþê wê qutkiribû di êrîþa li ser kobanî de , herwiha kurê wî yê li pey hezkiriya xwe çibû Reqayê û li wir hatibû serjêkirin û Metînê yê bi dawî þehîd ket, û bi dawî  vê romanê ew û herdû neviyên xwe û diya wan di þeva Xedirê de jiyana xwe ji dest dan, wisa roman berve encamek e  xemgîn û dilzar çû,roman destê xwe danîbû li ser gelek deverên þewatê  bi awayekî hunerî û diramî, bandora ol û reweþtên êlî li civakê hatibû nîþan dan , û nivîskar bi rêya bîranînên xwe yê taybet karîbû têkeve deverên mirovî yên jiyana demê niha û berê bi hevdû ve girêdide, ronî da li ser malbata xwe yê ji Amûdê hatibûn e Kobanî û rola bavê xwe mîna oldarekî li Kobanî , û girêdana wî bi deverê û xelkê wê ,û herwiha Can Dost behsa rola Partiya gelerî yê desthildar li ser civakê dikir û bi taybet ciwanê wê û rola wê di þerê Olperestên radîkal yên xwestibûn Kobanî têxin di bin kontrola xwe de.

Roman behsa bandora þer li ser hizrên civakê dike, û li ser windabûna ciwanan û koçberiya wanî deronî  de , û baþ ji xalek ta xalek î ve diçû, giranî bêhtir dida li ser pesindayîna deroniya mirov di wê demê de, û herwiha pesindayîna cih û têkliya mirov bi sêwir û nîgaþên xwe ve , û girêdana mirovê afrêner bi rewþa xelkên xwe yên di cengên herêmî de dibin tenê qurbaniya siyaseta çewt , bi vî rengî nivîskar ezmanek e romanî saz kir ji bihna þer û buyerên qurbaniyan û  çîrokên  penaberan , û têde findê hêviyê melûl dibin,  wisa ev roman jî çaxek e girîng ji dîroka gelê kurd ezber dike , ji bo nifþên nû re nameyên bi êþ rêdike naverokên wan nameyan ewe   çîrokên miletê kurd yên bi serdan salan ve bindest in , parçe ne , ne yek in û herwiha di talîzoka windabûnê de timî sêwî û pêxwas digerin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark