Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez Û 6mîn KONFERANSÊ FOLKLORA KURDÎ Li ZANKOYA ZAXO!

 


Konê Reş
 
  Ev sêyemîn care ku diçim Zaxo, Zaxoka Badînan.. Cara yekemîn di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de da, cara duyemîn sala 2019an bû, min du pirtûkên xwe bi navê (Beriya Mêrdînê û Kurdênejibîrkirinê), li Zankoya Zaxo imzekirin. Û ev beşdariya min di konferansê navdewletî de li dor folklorê kurdî li Zankoya Zaxo, di rojên 11-12 gulan 2022an de, cara sêyemîn e.
  li ser vê daxwaznameya Centera Kurdî bo Vekolînên Folklorî ji Zankoya Zaxo, di 9ê gulanê 2022an de, ji Qamişlo min berê xwe da Zaxo: (Silav û rêz mamosta Konê Reş.. Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî li Fekolteya Zanistên Mirovayetî/ Zankoya Zaxo li rêkkevtî 11 û 12 gulana 2022yê dê konfransekê navdewletî li dor folkilorê kurdî gêrît. Lewra em weku Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî heweyên hêja daxwaz dikeyn ku li konfiransî amade bibin. Hûn dikarn bi navunîşanê "Folkilorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" di penelekî da pişikdarîyê biken.
Her sax bin/ Zakho Center Kurdish Studies/19/4/2022).


  Bi çûna Zaxo re, ji rex herdû desthilatên sînor ve, bi hêsanî derbasî Kurdistana azad û swebixwe bûm.. Li Zaxo, hotêla Jamal, ez jî wek wan 85 mêvanên qederbilind ku ji herçar perçeyên Kurdistanê (Bakur, Rojhilat, jixwe başûrê bi herdû şêwezaran hebûn, hem jî ji Ewropa û ez ji Rojava), hatibûn, bi germî hatim pêşwazî kirin. Di herdû rojên konferansê de (11-12 gulanê), panelên konferans di çend holên zankoyê de hatin gerandin.. 83 penalîstan vekolînên xwe di 18 rûniştinan de xwendin, tev li dor zîlana ziman û folklorê kurdî bûn, hin çak û rind bûn, hin lawaz bûn.. Di encam de dikarim bibêjim ku tev baş bûn..! Başbûn ku tev bi zimanê kurdî hatin xwendin.. Ez vê konferansê pîroz dibînim û jê re şabaş dikim.. Û dikarin bibêjim ku ew doktorên Zankoya Zaxo yên ku bi kar û barên Senterê Zaxo ji bo vekolînên Kurdî rabûn û radibin hêjane pesin û spasiyan. Nexasim ku di vê rewşa teng û dijwar de, ew dikarin ronakbîr, nivîskar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê di bin banekî de li hev bicivînin.. Belê, bi xêra vî konferansî min gelek kes ji perçeyên Kurdistanê naskirin û asoyê agahdariyên min firehtir bûn.. Bi rastî, li Zaxo û Zankoya Zaxo min xwe di Kurdistaneke biçûk de dît!
  Panela min di duyemîn roj de bû, bi navê: (Folklorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê/ (Cizîr Gencîneyeke Ziman Û Zargotina Kurdî Ye), ji 12 rûpelên A4 pêk dihat, li dor rewşa folklorê kurdî li Rojavayê Kurdistanê û xebatên xwe yên di wî warî de bi awakî berfireh min anîn zimên! ev e kitek ji encama gotina min:
(Roja îro, zargotin û folklora me li Rojava; çîrok, çîvanok, serpêhatî, destan, stran, gotinên pêşiyan, lîstik, yarî.. bêtir di sînga belengaz, hejar û feqîrên gundan de mane? Ewên ku dûrî şaristaniya bajaran e. Ewên ku hêj bi çandiniyê û pezxwedîkirinê mijûl dibin.. Di van salên dawî de, ew jî hin bi hin kêm dibin û kalemêr jî hin bi hin dimirin.. Pêwîste rojekê berî rojekê, rêkxistinên me, sazî û komên rewşenbîrên me, danheva zargotina me ji xwe re bikin erkekî sereke û pîroz.. Her ku kalemêrekî me dimire, her ku kurdek dûrî zimanê xwe dikeve Kurdistana me tê guvaştin û biçûk dibe.. Ji ber ku dîroka me di folklorê me de ye..).
  Xweş bû ku beşdarên herçar perçeyên Kurdistanê, her yekî di Konferansa FOLKLORA KURDÎ de li ser rewşa ziman û folklorê kurdî di perçeyê xwe de rawestîyan û xebatên xwe yên di warê folklor de bi awakî berfireh anîn zimên!
 Ya hîn xweştir ku di herdû rojên konferansê de amadebûnke qube ji rex xelkên Zaxo ve hebû.. Bi haziriya wan panelên konferansê dihatin xemilandin, nexasim beşdariya ji rex keç û xortan ve.. ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye.. Bêguman (Goşt bê hestî nîne).. Bi hêvî me ku di salên hatî de ew kêmasiyên teknîka di warê dema xwendina panelan de dirêjtir be û belavokeke rojane bi alfabeya Aramî û Latînî, bi nûçe û çalakiyên konferansê bê belavkirin. Lê her û her ev qencî û vekirina vî derî wê ji Zankoya Zaxo re bimîne û wek ku kurdan gotiye: (Heçî berê gula zerê). Zankoya Zaxo a berê ye.
  Jixwe ger û geşta penalîstan ji bo Amêdiyê, gorên nemiran li Barzan û bajarê Akreyê zor zor xweş bû.. Ji dil spasiyên xwe ji Prof Dr. Nadhim Jakhsî serokê Zankoya Zaxo û Prof Dr. Hoger Tawfiq serokê Konferansa Folklora Kurdî û tev doctorên Zankoya Zaxo ku bi nefseke biçûk xizmeta mêvanan dikirin, pêşkêş dikim. Bi hêviya ku em careke din, hev di bin banê Zankoya Zaxo de bibînin.

Qamişlo 15/5/2022





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark