Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: BAVŹ SĪNAN

 


Dr. Xelîl Omar

  Dengê reyandina Tûjo ji hewža bažûr hat û pê re dengê Eliyê Kelež hat:
– Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne?
– Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî.
– Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne.
– Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êž bê, fermo derbasbe, serçavên xwe bižo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo.


– Mane îro xuya malê ji min tê xwestin! ..Sînan pîreka xwe biriye Žamê ser  textor û Xwedêda jî li Žingalê ma, qey kirîba te Zeko nedihat dikanê? Elî sedema "vîzîta" xwe da xuyakirin û bi serê gopêl deriyê odekê vekir û nêzîkî pencerê xwe berra erdê da û pižta xwe sipart dîwêr.   
– Bi serê Seydo û bi serê Sînan, doh bû Hecî qala te dikir û digot: gelo xêr e, nema bavê Sînan xuyadike? Gelo ne nexwež be? Erê bi Xwedê tu ji bîra wî nediçû? Nofê dostanî û bažbûna mêrê xwe ji kirîb re da xuyakirin û bi sûnd û zorê kulav li bin raxist û Cemîla jî, ji alî xwe de misîn û legan li ber bavê Sînan danî.
– Mane vê demê ez çûbûm Žingalê! ..Li wêderê dinya xerabûye! ..Elî xwest hinekî li ser Žingalê bipeyive; lê Nofê gelekî jê re nevalabû û bê "pardon" ji odekê derket û berê xwe da pînê.
 *  *  *
– Tu ji min re nabêjî li Žingalê çi rewža xelkên me bû? Dibêjin li wêderê hikûmeta Îraqê bi darê zorê Kurdan koçber dikin? Hecî yê ko nuh ji êž hatiye, ji bavê Sînan pirsî û cê xwe li himberî wî çêkir.
– Erê bi Xwedê; "be''''''''''''''''sî" li wan bûne agirê sor! Xortan digrin û wan nebedî dikin, xaniyan wêrandikin û bi erdê re rastdikin, terž û malên wan talan dikin û li žûna wan, ereban bi cî û war dikin! ..Ji xwe li aliyê Soran û Behdînan bi topên napalm wan topbarandikin û gelek gund û bajarok li
wêderê žewitandin û xelkên navçê  koçberkirin!  Bavê Sînan rewža bažûrê Kurdistanê ji kirîb re žîrovekir û bi kerb qûncika çigarê ji nav tiliyên xwe avêt ber devê derî.
–Xwedê ji wan re nehêle, ne li vê dinyê û ne li wê dinyê! ..Lê guh medê birako; giya dibin keviran de namîne! Hecî li kirîb vegerand û destê xwe avêt  tasa vala û bankir:
– Ma hûn li ku ne lawo, ma hûn ketine kîjan qulê? ..Mirov li vî hundurî ji tîna biženiqe, kesek tuneye ko firreke av jê re bîne û tasa vala ji dest xwe virvirand.
– Ez dibjêm hîna tu û xalê xwe nelihevin? Bavê Sînan ji kirîb pirsî û kir ko hayê wî ji tižtekî tuneye.
– Lihevhatina çi ciwamêr! ..Mêrik nayê ber tu rayê û weke ko tu dizanî; em jî ji mafên xwe danakevin û ka vî kerî di vî buhurrî re derbaske! Hecî Kermo doza bêçareser danî ber destê kirîb.  
– Tu ji min re nabêjî: gelo lawê Ferso hîna wî beranî difrože? Bavê Sînan ji Hecî pirsî û xwest mijara gotinê biguhere.
– Haylo tu hîna li berên dipirsî! ..Lawê Ferso ji berî mehekê de, ew kire mûlid û li ser ruhê diya xwe da! Aqilê min ew beran nexwežbû! Hecî pîjikek di ber bazara wan î kevin de rakir.
– Baž bû gidî, ko em ne weritîn û me nekirrî! Mêrikê êzidî bi tirs got û guhukê destmala xwe bi iniya xwe xist.
– Hesîna! ..Cemîla! ..Kî ji we, li wêderê ye lawo! ..Ecele çayeke bi darçîn ji kirîbê xwe re çêkin û bera diya we jî jibîrneke ko firavîneke dujîn ji me re amadenbike! Hecî Kermo bi dengekî bilind bankir kufletê malê û rahižt misînê sor û çû destmêja nîro bigre.

  >>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark