Festîvala Rojên Helbestê ya Navnetewî li Sarajevoyê xelata ku bi navê "Bosnian Stećak" da helbestvanê Kurd Husên M. Hebež (Hussein Habasch)
Xelata Navneteweyî ya Helbestê li Bosna, xelata herî bilind e, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersek (Herzegovina) ve tê dayîn, û yek ji girîngtirîn Xelatên Balkanê yên Wêjeyê ye. Yek ji sedemên dayîna xelatê ji bo helbestvan Kurd ev e: "Ev xelat nirxek bilind nîžan dide ji bo xebata we ya ji bo helbestê ya li berbiçav û beždariya we di wêjeya ku rûmeta azadî û mirovahiyê bilind dike...".
Di kongreya rojnamevanî de derbarê dayîna xelatê de hate gotin: Yê
îsal xelata Ykîtiya Nivîskarên Bosnayî "Bosnian Stećak" wergirtiye
helbestvanê Kurd Husên Hebež e ku li Almanyayê li sirgûnê dijî. Ev kesek
taybet e, Mile Stojic, serokê Desteya Rojên Helbestê li Sarajevo, got.
Bi awayekî helbesta wî nêzîkî me ye, ji ber ku ew li ser wêrankirina
welatê kurdan, û terorîzma ku li dijî gelê kurd tê kirin, dinivîse. Me
îsal Husên Hebež hilbijart, ji ber ku li Ewropayê dramayeke žer a mezin
diqewime ku hinek dibêjin destpêka Žerê Cîhanê yê Sêyem e û êdî nema kes
li Rojhilata Navîn difikire, ku drama wê bi salan e didome. Ji ber vê
yekê me biryar da ku xelatê bidin helbestvanekî kurd, sirgûnî û mirovekî
ji welatekî wêrankirî wisa Stojic got. Wî got ku Husên Hebež bo gelek
zimanên cîhanê hatiye wergerandin û sala bê Yekîtiya Nivîskarên Bosnayê
dê bijarteyeke helbestên wî çap bike.
Xelat berê ji bo
helbestvanên herî mezin yên cîhanê hatiye dayîn, wek helbestvanê Polonî
Tadeusz Różewicz, helbestvanê Filistînî Mahmûd Derwîž, helbestvanê
Amerîkî Charles Simic, helbestvanê swêdî Lars Gustafsson, helbestvanê
Almanî Michael Krüger, helbestvana Božnî Bisera Alikadić...
Festîvala
Rojên Helbestê li Sarajevoyê festîvaleke navneteweyî ye ku ew ji sala
1962an ve her sal bi beždariya helbestvanên ji Božna û cîhanê tê
lidarxistin.