Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žoreža kezīyan

 


Bavê Zozanê

Di 24 rezbera 2022an de , partiya hevgirtina gelê Iranê ya islamî ku nêzîktirîn partiy e  ji serokê berê yê Iranê re Mihemed Xatimî, ku doz û daxwazê ji rêjîma deselat dike ku dive pêwestiya serûkê ji bo Jina Îranê rabê ya ku ev çil salî bi darê zorê çi bi erêbûna jinê û çi ne bi erêbûna wê dihate bi cih kirin,zêdetir ji wilo jî bi dawîkirina karûbarê (Polîsê Sinçiyê)dike ,wisa jî komîtek bê layane  dive bête avakirin derbarê  kužtina Jîna Emînî  de ku ji xwe nejadperstan navê wê di fayilên fermî yê dewletêde danîbûn Mehsa Emînî ji ber ku tomarkirina navên kurdî li nik rêjîma melayan qedexebû û hîn jî qedexeye.


Ji xwe bi hezaran hatin girtin û bi sedan  jî hatin kužtin li seranserê Iranî ,ji  miletê  ku bi roj û ževa derdikeve xwepêžendanan nemaze li herêmin kurdî li kurdistana Rojhilat wek dest pêk, bo kužtina jina kurd Jîna Emînî  ,wisa jî  bi sedan ji jinan jî pore xwe kurkirin wek pižtkirtî ji nemira hêja re Jîna Emînî re  ku rêjîma nejadperestan dixwest bi dizî termê vê ciwanikê bin ax bikê û pêrejî vê tewanbariya xwe ya giran vežêrê.

Ji xwe em dizanin ku buyera kužtina Emînî pižtî du rojan ji girtina wê di  13ê rezbera 2022 li Tehran ê paytexta Iranê çêbû, ku di bin darê zorê de, canê xwe yê žêrîn ji dest da ,ku hatibû girtin ji layê polîsî sinciyê ve bi mehna girêdana  serûkê bi awakî  nedurst . Vêca bi rengekî hovîtî rastî ižkencekirinê tê, pižtî ku berxwedanek zor û dirêj dijî sixêf û lêdana wan cendermên bê sinc û bê wijdan kir .

Hemî endamê deselata Îranî bi rengekî ne rewa û yasayî danûstandinê bi vê žoreža keziyan re kirin û dikin, ta serokî Îranê bi xwe -Reîsî- fermanên tund dane polisan ku dive bi destekî hasinî danûsitandin bi van bûyerên qerabalix û tevlîheviyê(wek ku ewî bi nav kir) bibe ,dîsa got kû hêmen û asayiža gižtî ya   welat xêzên sorin.

Lê kužtina milet û girtin û zindankirina xortan li ba rêjîmên fažist û serokên mîna Reîsî ne xêzên sorin??!!  Ji xwe  ew bêtarê dixe sukra dewletên biyanî de , dibêje ku destên derve vê tevlîheviyê dikin ,Reîsî jî wek hemî serokên dest bi xwîn mihnên wan bo vemrendina žorežan amadene  mîna parçekirina welat , asayiža netewî, xirakirin û tevlîhevbûn,serweriya welat û ta dawî…
Silav bo lehengên kurdistana rojhilat,silav bo gelê Iran yê berxwedêr,serê malbata Jîna Emînî û tevahiya jinên azad sax bê.
Agahiyên kesayetî:
Nav: Mehsa Emînî( Jîna Emînî)
Zayin : Seqez 22Tîrmeh 2000
Ziabûn :16 rezber 2022 Tehran
Sedemê mirinê:di bin ižkencêde  hate kužtin li gor çavdêrin mafnasî û rojnamevanî.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark