Hižmend Žêxoxwendevanên hêja bi babeta bîranîna (38) saliya koçkirina helbestvanê mezin hevalê Cegerxwîn, Ez vê kurte nasînê li ser zaroktiya wî , jiyana wî ya wêjeyî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî di nav tevgera netewî ya kurdî de diyarî hevalên xwe di serkirdayetiya (Partiya Pêžverû) de dikim , Herwiha ez diyarî hemû torevan , zimanzan , helbestvan û hezkiriyên wî dikim. ----------------------------------------------------------------------
Navê wî Žêxmûs Hesen Elî ye, Di sala 1903an de li gundê Hesarê
ji dayik bûye û pižtî bûndina wî malbata wî berê xwe dane Amûda žewitî û
li wir man e.
Di wê demê de bav û diya wî ( Eyžanê ) jiyana xwe ji dest dan , pižtre birayê wî Xelîl û xweižka wî Asiye lê bi xwedî derketin û mezin kirine. Helbestvanê
me Žêxmûs piraniya gund û bajarên Kurdistanê dane hev, û pižtre berê
xwe da Kurdistana Iraq û îranê û li wir rewža gelê kurd ji nêz ve naskir
, pižtre vegerî gundê Til žeîr û li wir berdewamiya afrandina olî kir
li ber destê Žêx UbêdAllah û pižtre mamoste Fetih Allah û nasnameya
perwerdiya olî stand ( Mille). Cegerxwîn ji çûkaniya xwe de ji
zaniyariyê hezdikir û di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina Helbestê
kir û di demeke kurt de navê wî belav bû. Cegerxwîn wek tê nasîn ew yek
ji wan kesên pêžîn bû di žiyar bûna netewî ya kurdî de û li ser hemû
astan (çandî , civakî û rêzanî ). Xebat û jiyana xwe ya rêzanî li
sûriyê dest pêkir ji baweriyeke kûr bi mafên gelê xwe di Azadî û
serfiraziyê de, û žerê hemû žêweyên pažvecûnê dikir, û bû berzeke bilind
ji nifžên nuh re di civaka me de. Di salên pêncî de ji sedsala borî
Cegerxwîn kete nav xebata rêzanî û pižtgiriya Partiya Komonîsta Sûrî kir
, û bi hejmarek ji xortên kurd re Benda Azadî damezrand, û pižtî
Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê hat damezrandin Cegerxwîn derbasî nav
partiya kurdî bû , û di sala 1958an de bû endamê komîta navendî ji
partiyê re û wisa xebata xwe berdewam kir heya kêliya dawî ji jiyana
xwe. Tekožîna wî ya bi salan di nav tevgera rêzanî de herdem ji bo
pêžerojeke gežtir ji miletê me re dûrî çandên kevnare, Dûrî nezantiyê , û
ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî serbixwe û Azad de. ji rêxistinên Cegerxwîn di nav de karkiriye ev in:
1 Civata xeyrî : Cegerxwîn
û Ebdilqadirê Telo ev civat di sala 1932an de damezrandin, armanca wê
civatê wek Cegerxwîn dibêje : Alîkariya belengazên kurd wek nexwežî ,
sêwî , Lê mixabin ji ber dizîna sindoqa wê civat ji hev ket, Lê bû
bingehek ji berdewamiya xebatê re.
2 Nadiya Ciwanên Kurd Di
dema Firansa li Cizîrê û pižtî žewata Amûdê ( Toža Amûdê ), Cegerxwîn di
sala 1938an de Nadiya Ciwanên Kurd damezrand da ku xortên kurd bi
zimanê xwe bixwînin, Dîrok û rewža miletê xwe nas bikin, û fêrî canda
kurdî û kurdayetiyê bibin, Lê vî karî pir li ber xwe neda û nadî hate
girtin û Cegerxwîn dibêje : Newaf axa yê Husên ev nadî girt , Tevî ku
nadiya ciwanên kurd bi rolekî baž rabû di fêrkirina zimên û candina
canda netewî di nav kurdên cizîrê de.
3 Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê: Ev
civat di sala 1946an de bi serokatiya Ehmed Nafiz hatiye damezrandin ,
sekreter Cegerxwîn bû , û desteya wê Mile Elî , Miftî Mile Ehmed , û
Hecî Yûsif bûn. Di destpêkê de navê vê civatê xoybûn bû , Lê pižtre
navê wê di civatekê de hate guhertin , Cegerxwîn dibêje sedem ew bû ku
navê xoybûn di nav kurdên sûriyê de ne xwež hatibû bihîstin , karê ku vê
civatê kirine ev bûn: – çil parçe daxwazname žandin San Firansîskoyê. – Peyam û nivîsarên xwe gihandin Mihabadê. – Bi îngilîz û Emrîkiyan re gelek dan û stan kirin.
4 Civata Ažtîxwazên Sûriyê : Cegerxwîn
pižtî ku dev ji civata azadîxwazan berda, Tevlî ya Ažtîxwazan bû , Di
sala 1950 de jê dixwestin ku bi wan re kar bike Cegerxwîn di bersiva xwe
de dibêje ( pir cihê paye dariyê ye ku ez bibim yek ji destekê civata
Ažtîxwazê Sûriyê) . Cegerxwîn karî bû gelek kesan derbasî nav vê civatê bike wek ( Hecî Žêxmûs , Osman Sebrî , Režîd Hemo û Žewket Henan. Cegerxwîn
dibêje( Dostaniya min û partiya komonîst a sûrî ji sala 1949an de
destpêkir û di sala 1957an em dûrî hev ketin yan jî wan ez dûrî xwe
xistim) ,Gelek sedem hene hižtin ku Cegerxwîn û gelek ji hevalên wî dev
ji vê civatê berdin lê sedema herî bingehîn ew bû dema ku wan žerê
kurdayetiyê kirin yek ji wan kiryaran Rojnameya cotkar a bi zimanê kurdî
dihat wežandin rawestandin û xwestin ku kurd bêjin ( Em Erebin ) û ji
kurdayetiya xwe bi dûrkevin.
5 Benda Azadî : Pižtî ku
Cegerxwîn û hevalên xwe dûrî komonîstan ketin xwestin ku partiyekî nuh
damezrînin , Patriyek bi ramanên xwe markisî be û armancên gelê kurd pêk
bîne ,û di sala 1958an de ev benda hilwežandin û tevlî Partiya Demoqrat
a Kurd li Sûriyê kirin.
6 Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê Di
14 / 6 / 1957an de yekem rêxistina rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê
bi navê Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî li ser destê Osman Sebrî , Hemîd
Derwîž , Hemzeyê Niwêran hat damezrandin , û pižtî bi salekê ji
damezrandina partiya kurdî Benda Azadî tevlî partiyê bû , û Cegerxwîn bû
endamê komîteya navendî ji partiyê re. Di sala 1967an de kongirê
yekem yê partiya me li bajarê Helebê li darket û di wî kongirî de gelek
deng anîn û careke din hat hilbijartin û bû endamê komîta navendî , û
wisa xebata xwe ya rêzanî berdewam dike , û di kongirê çaran de ya
partiya me di sala 1977an de hevalan xwest navê partiyê biguherin wê
demê hevalê Cegerxwîn pêžinyarek da û got: Gelî hevalan bila em jî
partiya pêžverû bin û ev pêžnyara seyda ji aliyê tevahî hevalên kongira
çarem ve hat pejrandin û navê partiya me hat guherîn ji Partiya Demoqrat
a Kurd li Sûriyê bû Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , û di
wî kongirî de careke din hevalê Cegerxwîn bû endamê komîta navendî û
wisa di karê xwe yî partîzanî de ma heya dawiya jiyana xwe. Cegerxwîn
di sala 1979an de ji welêt bi derket û berê xwe da Siwêdê û xebata xwe
ya rêzanî wek endamê nivîsgeha rêzanî û nûnerê Partiya Demoqrat a
Pêžverû ya Kurd li Siwêdê berdewam kir û li gelek civat û çalakiyan
amade bû. Hevalê Cegerxwîn di jiyana xwe de gelek dijwarî û êž û azar
di zîndanên rêjîma kevneperest de dîtine , Lê ev kiryarên newêrek tu
carî vîna wî jar nekirin, Lê belê xebat û girêdana wî bi axa welêt
zêdetir dikir ,û herdem hêviyên wî bi zanayên miletê me bilind dibûn. Ji
aliyekî din ve hevalê Cegerxwîn di jiyana xwe ya wêjeyî de gelek
berhemên bi nirx ji mere hêžtin û di nav cemewerê gelê mede belabûn,
tevî qedex kirinê Cegerxwîn bêtirî (37) pirtûkan di nav destên mede
hêžtin û Ev berhemên wî ne: Kovar yekem bi zimanê kurdî ji aliyê
tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê derket hevalê Cegerxwîn bi
wî karî rabû di sala 1968an de kovar Gulistan wežand û bû berpirsiyarê
wê . Tarîxa Kurdistan Salar û Mîdiya Jînegariya min
Heyžt dîwanên helbestan hene ev in:
Agir û pêt (1945) –Žoreža azadî(1954) _kîme ez(1973) _Ronak(1981) _Zend avîsta(1981) _Žefeq(1983) _Hêvî(1983) _Ažitî(1984).
Di
22 çiriya pêžîn de li xerîbiyê, Li welatê Siwêd jiyana xwe ji dest da û
li gor daxwaza wî termên wî anîn Qamižloka Evînê û bi deh hezaran ji
xort û keçên gelê me li pêžwaziya wî bûn , bi lîliyên dayikan û nalînên
partîzanan diqîriyan û digotin: Namirê seyda Cegerxwîn namirê.
Di dawiya vê kurte nasînê ez dibêjim :
Hevalê Cegerxwîn rihet raze ji ber ku xwendevan û zanayên welatê me nayên hejmar. xwe xembar neke û rihet be ji ber ku Heval û kadirên Partiya te berdewamin di xebata partîzanî û tekožîna te ya netewî de. Dilžad
be seydayê min ji ber ku bi hezaran zimanhez û nivîskarên zimanê kurdî
gulan di Gulistana te de diçînin ,û nifžên nûhatî bîr û bawerî û ristên
te di rojnameyên Dîmoqratî û Pêžverû de diwežînin.
Hevalê Cegerxwîn tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî Sed silav li giyanê te ey kaniya Helhesta kurdî
22 / 10 / 2022
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê
|