Bavê Zozanê
Îro 23 yê Cotmeha 2022an û bi hatina Baraneke hûr re û bi pêrgîna lempe û çirayên zîz ve ez gihiþtim pêþengeha hunermendê þiwêkar D.r Sêf Daûd li bajarê Mönchengladbacha Almanî ku bi rastî pêþengeh li cihekî herî qeþengbû ,bexçekî ewqas sipehî bû cihekî wisa hêmen bû manendê xwedyê xwe bû ku wê þevê sax em ji dîtina wî(hevalê xwe heja D.r Sêf Daûd) têr nebûn.
Pêþengeh ji xwe bi navê herikîna rengî hatibû niþankirin ku bi rastîjî ew daweta Melayê Cizîrî dema ku Sitya bisk kesk di semayêde di keta destê Melêde min di Pêþengehê de dît:
Hate destê me di reqsê û digo bil ji Melê
Dest bi kes dî di semaya ku Melê tê nadim
Belê
ew tabloyên rengereng hemiyan destê hev girtibûn dîlan û sema dikirin,
her tabloyek bûkek bû û her bûkek eprî, ûçik û xiftanek bû ku bi þêranî
û dev li ken pêþwaziya mêvanên xwe dikirin.
Hunermendê þiwêkar
D.r Sêf Daûd dikarîbû wan rengên biharî yên vekirî yên zelal di tabloya
xwede pêk bînê ku bira diherikî li ber çavê didevan.
Hunermendê þiwêkar D.r Sêf Daûd di çêkirin û avakirna tabloyê de wisa dibêje:
Dema
ez dikim rajim tabloya spî ta ku dest bi çêkirina wê bikim ti tiþt di
serê min de nîne lê ji berxweve firçe tevlî rengan dibe,helbet kontrolek
veþartî heye desetê min dilivîne , ewjî ewe ku çanda komkirî bi dehê
salan di serê min de tevlî çanda dîtbarî dibe , wisa reng bi hevre
hêviyên xwe pêktînin ta fermanên xweberî tên destê min ku bi tenha xwe
radiwestê .
Helbet – D.r berdewam dike-ji xwe tektîkek gelemperî
heye,dan û standinek heye , rêjîmek heye …Mebesta min ev reng hema wisa
ne ji ber xweve tên ne ji serobinî tên ne ji tevlêhevbûnekê tên, dikarim
bêjim ku çilo helbestvan dest bi hûnandina helbesta xwe dike ez jî wisa
dest bi tabloya xwe dikim.
Naxwazim dirêj bikim vî karî ezê bihêlim ji hoste û siwarên þêwekariyêre.
Dikarim
bêjim ku pêþengeh di astek bilin de bû , bejn û bala wê wek ya xwediyê
xwe balabû, behsûd serkrftin bo kekê Sêf daûd.Rojên xweþ katên xweþ
tabloyên xweþ.