Konê Rež
Ezbenî! Berî 30 salî, yekemîn dîwana min a helbestên zarokan bi navê (Sîpan û Jînê), hatiye çap kirin. Bi min xwež e vê helbesta bi navê (Žagirtê Dibistan), ya ku cara yekê di kovara (Gurzek Gul), hejmara 1/ 1989an belav bûye, cara dudoyan di kovara (Dîrasat Ξtîrakiyê), jimara taybet bi rewženbîriya Kurdî, sala 1990î belav bûye, cara sisyan di rojnameya (Riya Taze) de, hejmara 62/4320, sala 1990î li Ermenistanê belav bûye:
- 1 -
Rê bigre Sîpan
Žagirtê dibistan
Yek, Dudo, Sisê
Rab ji xew sibê
Bižo ser û çav
Bik tevger û gav
Porê xwe bižkîn
Lixwek berdilka žîn
Pak û paqij be
Rind û dilgež be
Rê bigre Sîpan
Žagirtê dibistan
- 2 –
Çar û pênc û žež
Li rê xwež bimež
Tev dost û heval
Bê ziyan û qal
Dibistan pir xwež
Lê hîn be Rûgež
L, mamoste binêr
Ser bernede jêr
Bi bîr û bawer
Nas dibe cewher
Rê bigre Sîpan
Žagirtê dibistan.
- 3 -
Heft û heyžt û neh
Sal duwazde meh
Her sê demsalek
Her yek bi rengek
Demsalek havîn
Germa wê bi tîn
Di pey re payîz
Ba dilîze fîz
Yek jî zivistan
Lê tê tim baran
Rê bigre Sîpan
Žagirtê dibistan.