Veger li alfebeya xebata netewî ya herî mirovane
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 ÓÈÊãÈÑ 2008 Mijar: gotar
Rojnama NEWROZ*
Çendî rêxistin û partiyên kurd li Sûriyê li hev bikin û nekin , hinek ji wan biçûk bin , hejmara endamên wan li ser tuliyan be , anjî bi sedan û hezaran be , liv û xebata wan di çerçewa herêmekê de be , an li seranserî herêman û pir bajaran be , xwedî dîrok , helwest û pirogramek siyasî be , an dûrî pêvajoya dîrokî , ji nedî ve hatibe holê û di malperên entirnêtê de hatibe danasîn …hwd ,
dawiya dawî , kî ji wan rêxistin û partiyan karibe bi dil û can li zimanê dê bibe xwedî , û bikaranîna vî zimanî ji rêxistin û parta xwe re bike erkeke sereke , wê ciyê rêz hurmeta hemîyan be , nemaze gava berdewamî ji vê yekê re hebe û pêbawerî li cî be. Weke mirovekî kurdhez , hin caran ji neçarî , tu dixwazî li alfebê û bingehên pirsa kurd li Sûriyê vegerî , bîne bîra xwe û ya derdoran , gelo ma çê dibe partiyek kurd , bi þev û roj behsa kurd û kurdistanê , rûmeta netewî , mafên mirovan û demokrasiyê bike , û li zimanê xwe yê dê – zimanê xêrnedî – nebe xwedî , anjî bi çavekî biçûk lê binêre û bavêje paþ guhan?. Dixuyê ji bîra dibe ku , hê di Radiyo û Telvizyona Sûriyê de , rê ji weþandina folklor , ziman û zaravayên hemî miletên dinyayê re vekirî ye , lê , tek û tenê li ber zimanê kurdî girtiye û xêza sor li ber e ! Rê li ber stran û zimanê Kambodî , Korî , Kirwatî , Ketelonî û Kerxîzî dûz û vekirî ye , lê li ber zimanê kurdî bi zinar û kevirên mezin girtî ye…!! Koma partiyên kurd li Sûriyê dikarin herdem li ser vê xalê rawestin , têr þirove bikin û bidin ber çavan , ji ber ku mafekî netewî , mirovahî , navnetewî , xwezahî û xweristî ye , û digel rewþenbîrên kurd , xwedî pênûs û serbixwe , çi yên li hundir û çi yên li derve , tevdîrên bi pîvan , bi rêk û pêk bistînin . Guhdana xwendin û nivîsandina bi zimanê dê , rastxwendin û rastnivîsandin , rêzman û rênivîs , nivîsarên bijarte û berhemên hêja…hwd , navnîþana xebata netewî ya herî durist û sereke ye , lewre jî berdewamiya weþana Newrozê bi zimanê me yê dê dimîne ciyê pîrozbahiyê. ----- Hejmar (81) Tebax 2008 z-2620 k
|
|