Zimanê gell nasnameya gelle .. û em jî gellin :
Di bin siya evê durişmê de … pêdivêye ku em jî li zimanê xwe xwedî derkevin û tevku hewlên kesane sûd û wirc û hode û mefayeke pirr kêm didin vî zimanê herrifî û jevketî ... lê ev hewlên kesane bingeheke wircedar av didin .
Boy pirojeyeke dezgehî bête damezirzndin … ew karê dezgehî ku van hewlên kesane bide ser hev û bibişêve û biparzinîne, ta ku kesên zimannas bi gelamperî ji hewlên tevayên şêwezaran laperîneke giştî peyda bikin ,…û kar ji zimanekî fermî … Petî … û serrastî yekser re boyî seranserên şêwezaran…ji hevpeyvîneke hevwek û hevfêriyê re … bikin , lê şêwezar dîsa wê bimînin .
Çiku bandora bindestiya salan ev ziman ji lawaziyê û lariyê re kevandiye..ciyok û zaraveyên zarên cînar tê de bûne rêwiyên raser û cîgir,ev aloziyeke balkêşe û minêkarî lêkolînên miqatebûnêye .
Zimanê kurdî ji dîroka kevnare…lap dewlemende… pirr zengîne , çiku ew zimanekî xwezaye , bi qam û kizwete.. xwewateye… gote û bêjeyan ji rade û jêderên xwe .. tafirîne , tenê jêre pêwîste ku em gemara salan ji ser daweşînin …- lê mixabin - bi derengî ket , û tew kula ew heçî pirojeyên ku li herçar layên Kurdistanê,… ev festîvala Amedêye û ya dîtir li Dihokê û her weha boy rweşa zimanê kurdî û pêşkêşkirina pêşinyarên xwedêgiravî boyî zimanekî Standartin .
Bibexşîn , bi gavnî sist û hêdan, bê hêz û bê berhem , mîna neçaran , çareserî windaye … rêbaz çeperkiriye … na û ne hew ev tenê jî .. ka kiye ewê berpirsyar ? … tenê dem û ciyên sêçarbarekirinê ji wan re giringin , lê her gav jî pêşinyar û xwestek û axavtin ew ewin , û kes jî ew kesin , her weha ew xwediyên hol û rola vê pirojeyêne , dêmekî qet nabe ku mejiyên nûjen hevbeş bin … eger ku kes ji wan kêm bin , jixwe pêşinde behaneyên wan amedene ( hevalê me çûye serdana Kurdistanê..).. balo wir ne kurdistane.. , lê kesên nû derbas jî ew hempayên tenê guhdarin , an jî pirkirina temaşevanên ewan kesên kawîne,…Şelo ji enistûteya Holandaye (indirlande)… Çello jî ji Amojgeha ( peymangeha) Parîsêye ... Bextewer ji Îstanbolêye û Bextiyar jî ji zanîngeha Tebrîzêye !!… lê Bextereşo bi xwe zanyareke,..belê ew vexwendî tu ahenga nebûye ,..çiku perîşane .. bê dirave… rewşenbîrekî serberdaye û bê hêle … eger ku derbasî vê rewşa taybet bibe …. çê nabe …!!.. ma ev rava zanaye ?..
Loma alozî berfireh dibe .. . hûrbînên zimanî winda dibin, têvel û jevcudayî ..qonaxeke dûdirêj ava dikin … û her hêzeke deshilatdar di her herêmekê ji kurdistanê de pêşinyara xwe pêşkêş dike , ewe ku şêwezarê xwe ê herêmê bike zimanê fermî … tev ku bingeh û binyat ne resenî be û rêzimanî herrişî be jî , û bila şêwezarên dîtir vemirin ,… raserî dizane û dikare ,.. boy çi û ta kuder ev şaşiyêd ziyandar ?
Ew jî berjewendiyên kesanene !... ma gelo gunehê evî zimanê qidoş û bindest çiye?
Pêkanîna rêkeftineke ferzande.. ji tevayên şêwezarên zimên… bi giştî pêkeve bê.
Pirkirina derfet û delîveyan boy pişikdariya herçi zimannas û çi pêbilyayên zimên yên stêle.. ji hemû şêwezaran .. bi awayekî hevkêşe û bê qiran , daku werez nebe.. giringe…û ev xwestek jî ne hîbûdiye qasî ku mafê her kesiye, daku vebijartina zanyaran hîmdeyeke nasyar ji hojîneke hêvoje ( hawût) damezrîne , û gedê
biryareke hevra were afirandin .
P7- hin ji yên ku di warê zimanê kurdî de kar dikin, ji ba xwe rêziman û bêjeyan saz dikin, ma gelo ev yekaya pirsgirêkan çê dike,xwendevanan şaşomaşo dike, yan na.. ?
Ez pirr dîtin û nerînên balkêş ji hêla hin birêzêd pêbilyayên zimanê Kurdî dibînim .
Dema ku ez tûşî nerînên curbecur( rengareng) dibim di warê zimên de û ez pêre mijûl dibim … ez çêja nûvariyê jê dimizînim , lê piştî kêlîkeke ponijandinê ji min re şityar dibe ku bandora çanda zimanên dîtir ew kwîrkol û lêkolîn nuxamtiye û xwe bi hawakî dîtir acirro kirye , lewra mejiyê Kurd hin tiştên beloq dibîne ku hên pîtoliya (Felsefa) zarê Kurdî ew ji parzinandinê re hilnebijartiye .
De îcar hin birêzêd navdar gotine birayê bav (Apoye) , dêmekî xweha (xuşka ) bav jî wê ( Apê ) be, ma ev nerîn ne beloqe …?
Bi bandora Erebî (e,m) û (e,me) ,an jî hin dibêjin …alavên tekeziya pêrnavêd koma EZ (im-î-e-in) karêd alîkarin…
Ez jî dibêjim ku karê alîkar bin çima bi koma pêrnavêd MIN re jî nayên? Û ev bandoreke zimanê Ingilîziye … min ev kiriye mijarek ji pirtûka xwe û bi berfirehî min şirove kiriye.
Ev nerînên weha ne ji çanda Kurdî ne lewra qeyranekê ji astengiyan di zimanê resen de peyda dikin …
P8- tu nerîna rewşenbîrên kurd, ku pê li zimanê xwe yê zikmakî dinerin çawa dibîne.. ?
Ronakbîrên kurd bi pirranî ji çanda zimên bê çekin .. ango ji ziman bi tirsin … neşêyê şirovekirina hay û hestên xwe bi zimanê xwene tûrikên wan ji zarave û bêjeyan û rênivîsê jî bê bayik û valane … lewra berê xwe didin çanda zimanên ku di bin bandora wan de ponijîne … dêmek ew karin kêferata xwe bi ewê bandorê binivîsin.. û ev kêmasiya demêye bila bi zimanê xwe zanibin û bi zimanên dîtir jî dengvedanê bikin çi di warê xwendinê de û çi
di warê nivîsînê de… ne arîşeye û ne dibe alozî jî.
P9- mamoste te birtûkek li ser zimanê kurdî bi navê ( zar û ziman )belav kiriye,gelo nerîna xwendevanên kurd tê de çawa bû ? gelo tu pêşinyar li ser vê birtûkê ji te re hatin yan na.. ?
Di hemû biwarên kar de pêxweş û pênexweş hene ..pirtûka minî ZAR Û ZIMAN şopandineke ji ronahiya çirên birêzên ku berya min xebitîne ..û hin nerînên min jî li gor xwendina min ji pîtoliya zimanê dayikî re hene bê guman nerînên rengareng mîna hemû karan li ser hatin daxwiyankirin û sûd ta asteke balkêş jê hate wergirtin.. û dem dikare berfirehtir bersivê bide.
P10- li ser xulên fêrkirina zimanê kurdî yên ku tu ji şagirtan re saz dike,tu çi dibêje ?û di vî warî de tu gihaye ku.. ?
Ji despêka sala 1986 an de min dana waneyên ziman bi xulên serbixwe pêk anîn û bi damezrandina komîta Celadet re bi rêbazeke sazkirî û bi alîkariya gellê xweyî dilsojê zimên min sê astê xulan bi şêwazê dibistanî berdewam kirine û ta evê rojê min roleke qenc di hola fêrkirinê de daye û ez spasdarim boy hemû kesên alîkarê peydakirina derfet û delîveyan û dîsa spasî ji ewan kesên bi hînkirina min qayil re.
P11- mamoste gotina te ya dawî di vê hevpeyvînê de çiye.. ?
Spasî boy evê derfetê…zimanê me nasnama meye..û ev helbesta min boy we perû û xelate ..
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
HELBESTEK JI BOY WE XELAT
Werin bixwînin tîpa fêr bibin mekin rîpa
Tîpên girs û tîpên hûr teva berdin binê tûr
Kesê zanibe vana wê bibe jîr û zana
Emê bêjin tîpa ( A) biçûk mezin wek bira
Têpa ( BE) ji tibabe gote bêyî wê nabe
Celeb bi ( CE) tê xwendin ( ÇE) dide ravekirin
(ÇÇE ) jî cêwiya (ÇE)ye ( CE) ji wan re dergeye
Li ( DE) hûn xweş bikin rav ( E) bi( ê) re gav bi gav
Ew herdû tîpên dengdar liv dane zaravên zar
( FE) despêka ferhengî we li (GE) pirsî kengî
(HE) jî ji hay û heste ( Î ) dengedar na weste
( I ) nakeve pêşiyê kin dixwaze xweşiyê
Jan û jînê (JE) çêkir kar jî bi(KE) dest pêkir
(KKE) kka ji ka kir cuda (GE) bingeha wan dida
( LE) û ( ME) û (NE) bê deng bi dengdara dane deng
(O) dengekî dirêje ji bîra xwe navêje
( PE) jî ji (PE) cihêye lê li dawî wek wêye
( QE) dertê ji jora dev ( RE) bi ziman re direv
Jibîr nekin ( SE) û ( ŞE) ezber bikin jiboy xwe
( TE ) û (TE) jî cêwîne ji dengdar bi hêvîne
Dengdare ( Û ) bi awaz (U) kine lê wê bixwaz
Herdû jî nabin serkêş boy tu goteyan li pêş
Verêj û vir ( VE ) divê tew girînge boy şevê
( WE ) û (YE) du girêkin denga bi wan cihêkin
Xebat bê (XE) maye bat ( Ø ) her dike kêferat
( ZE) jî ma kat ji zar re xwe qels mekin ji kar re
Têbînek bê dirave rênivîsa her gave
AREK BARAVÎ
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Û li dawî gotinek min heye : ji mafê mine ku ez bêjim pêdivêye ku tiştek ji bersivên min kêm û pitir( zêde) nebin
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Arşek Baravî nivîskar û helbestvane û - lêkolînvanê di warê zimanê kurdî depirtukek wî capkirî heye bi navê Zar û ziman Çapa yekem - sal 2005 hinek pirtûkên wî ne capkirî hene jibo helbest û ziman û rêziman
jidayikbun li Amûdê